25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ii. dengê heyva…

dengê heyva li ser golê me îşev

gava xwîn diçe ji bejna spîndarê

olan e, dipişkive li Payîza demê

gava bêjî were li qeracê dayne

gava dêwên hesinî biçêrin li peravê

 

rengê heyva li ser golan im îşev

va ye gul tînim ji kaniyên devxwar

av şil dibe ji hilma guldexwînê

guppe gupa dilê olanê ye êdî

bila biçirûse heyhedana gulavê

 

çengê heyva li ser golê me îşev

dirazêm di eyarê guran de

dem dipişkive ji nîveka demsalê

dilûse salûla şevê, bêje hawar

bêje werin kulavên xewnan

em ê govendekê lêxin

 

bila binale asmên li kendalê sûlavê

 

Helbestek ji dosyeya bi navê “Hilbe Kobanî”ya Selîm Temoyî.

ii. dengê heyva…

dengê heyva li ser golê me îşev

gava xwîn diçe ji bejna spîndarê

olan e, dipişkive li Payîza demê

gava bêjî were li qeracê dayne

gava dêwên hesinî biçêrin li peravê

 

rengê heyva li ser golan im îşev

va ye gul tînim ji kaniyên devxwar

av şil dibe ji hilma guldexwînê

guppe gupa dilê olanê ye êdî

bila biçirûse heyhedana gulavê

 

çengê heyva li ser golê me îşev

dirazêm di eyarê guran de

dem dipişkive ji nîveka demsalê

dilûse salûla şevê, bêje hawar

bêje werin kulavên xewnan

em ê govendekê lêxin

 

bila binale asmên li kendalê sûlavê

 

Helbestek ji dosyeya bi navê “Hilbe Kobanî”ya Selîm Temoyî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê