25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

10 meh ceza li Dayika Aştiyê birîn

Bi hinceta ku Dayika Aştiyê Fatma Tûran di 17’ê îlona 2020’an de li Colemêrgê di daxuyaniya ku bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven pêk hat de axiviye, derbarê wê de bi îdiayên “Bi awayekî vekirî tahrîkkirina gel” û “Pesindayîna sûc û sûcdar” doz hatibû vekirin.

Danişîna ewil a doza Tûran li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Colemêrgê hat dîtin. Tûran û parêzerên wê di danişînê de amade bûn.

Dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkera kir û bi îdiaya “Bi awayekî vekirî tahrîkkirina gel” salek û 3 meh û bi îdiaya “Pesindayîna sûc û sûcdar” jî mehek ceza lê hat birîn. Dadgehê cezayê salek û 3 meh daxist 10 mehan, cezayê mehekê jî daxist 25 rojan. Dadgehê cezayê hefsê yê 10 meh û 25 rojan taloq kir.