20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ENKS alîgirê yekitiyê ye?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû êrîş, kuştin, revandin û înkara qada navneteweyî, şêniyên herêmê bi hêza xwe ya cewherî, hewl didin destkeftiyên xwe yên bi xwîna hezaran cangoriyan hatine bidestxistin biparêzin.

Li herêmê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk, ji destpêka şoreşê ve xebatên yekrêziya partî û saziyên li herêmê bi awayekî xurt tê kirin.

Di encama xebatek hêja û demdirêj de, tevî hemû kêm û kurtiyên heyî jî li dijî êrîşên dagirkeriyê û hewildanên înkarkirina îradeya gelê herêmê ya di qada siyasî de yekrêziyek sazî û partiyên herêmê hat avakirin.

Lê di heman pêvajoyê de, bi destwerdana dewleta tirk, PDK û ENKS’ê li dijî vê yekrêziyê xebatek neyînî tê kirin. Ev xebata ku bi nasnameya ENKS’ê ve tê kirin, di bingeha xwe de ji aliyê MÎT’a tirk û PDK’ê ve tê birêvebirin. Lewma hemû hewldan û hevdîtinên hêja, her tim ji aliyê vê pêkhateyê ve ku ji aliyê hêzên derve ve tê birêvebirin, hatine xitimandin û astengî li ber wan hatine derxistin .

Di encama niyeta baş a Tevgera Civaka Demokratîk û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd de, ji bo bi ENKS’ê re lihevhatin çêbibe û li rojavayê Kurdistanê yekrêziya partiyên kurd bê avakirin, bi israr xebat hatin kirin.

Tevî hemû hewildanên erênî yên PYNK’ê jî ENKS’ê nikare di asta tê xwestin de, tev li vê xebatê bibe. Sedema vê jî bêguman dewleta tirk û PDK ye. Ji ber ku ENKS bi van aliyan ve girêdayî ye, ne gengaz e bikaribe ji bo pêşxistina yekrêziya kurd xebatek erênî bide meşandin.

Niha hin alî bi zanebûn nîqaşên gera sêyemîn a danûstandinên PYNK û ENKS’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin rojevê. Ev guhertina rojevê ye.

Bêguman ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan gavên girîng hatine avêtin, lê ne ENKS û ne jî PDK’ê girîngiyek pêwîst nedan van bang û daxwazan. Dert û daxwazên wan ew in ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin, mîna başûrê Kurdistanê bên parkirin.

Bêguman divê hemû partî û saziyên kurdî bi erka yekitiya neteweyî rabin. Divê gavên bên avêtin li gorî berjewendiyên gelê kurd bin. Lê çawa ku li başûrê Kurdistanê PDK li pêşiya yekitiya neteweyî asteng e, li rojavayê Kurdistanê jî ENKS bi heman erkê radibe û niyeta baş a PYNK’ê pûç dike.

Ev her du alî jî li gor perspektîfên MÎT’a tirk tevdigerin û nêzî mijarê dibin. Lewma nêzîkatî û helwesta wan jî nabe kurdistanî.

Divê destkeftiyên şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê werin parastin û herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin werin azadkirin. Li gor vê daxwaz û hêviyên gelê kurd ji ENKS’ê ew e ku li gor vê rastiyê nêzî xebatên yekrêziya neteweyî bibe. Lewma divê beriya her tiştî li hemberî neyarên gelê kurd xwedî helwest be.

Bêguman ev hewldanên yekitiya neteweyî yên di navbera PYNK û ENKS’ê de, ji bo siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bi qîmet in. Lê divê baş bê zanîn ku mîna her netewe û ciavakê, gelê rojavayê Kurdistanê jî mafê xwe heye ku çarenûsa xwe ew bixwe tayîn bike. Ji bo vê jî lihevkirina aliyên kurd bi qîmet e, lê şantajên ENKS’ê yên li ser îradeya siyasî ne çêker in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê