În, Nîsan 16, 2021

Tirkiye amade ye ku bibe hêzeke nukleer?

Kurdistan Lezgiyeva

Pêvajoyên jeopolîtîk bi cewherî pir dişibin zagonên xwezayê. Ew di dîrokê de hinek bi rola kesan ve jî girêdayî ne. Tirkiye her çiqas hewl bide, xwe ji xwedîbûna çekên nukleerî dûr bixe jî, ew ê (pêvajo û qanûn) bi her awayî wê neçar bikin ku wan bi destê xwe bixe.

Bi hişkî ve “klûba atomê” ne amûrek hêza gerdûnî ye. Encamên bikaranîna wê ji bo yê ku ew sepandiye jî neyînî ye, heke ew bi ser bikeve jî. Çekên nukleerî amûrên şiyarbûnê ne, cureya karta paşîn in ku wiha tê gotin ji bo wê, “wisa be em bi hev re bimirin”. Ji ber vê yekê, ji DYA, Rûsya, Çîn, Koreya Bakur re hewce ne, het astekê ji bo Pakistan û Hindistan jî. Lê heta xwedîkirina wê ji bo Fransa û Brîtanyayê jî, berî her tiştî statuyek e ne leşkerî ye.

Ew ji bo Îsraîl û Tirkiyeyê bêhtir bêkêr in. Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, hinekî dişibin rêzgirtina li qaîdeyên nenivîsandî. Heta berovajî, pêdivî bi aqilê selîm û mantiqê heye. Mîna çakêtê sor, çente û zincîra zêr a kîlogramî, li dora stûyê Rûsyaya nû ya salên 90’î.

Her çiqas Enqere hesreta vejandina împaratoriya Osmanî li ber çav digire jî, li gor armancên Enqereyê pêdivî bi bikaranîna çekên nukleerî tune ye. Bi bombeya nukleerê teqandina paytexta dijmin misoger nake. Berovajî, gavek wisa dê bibe sedema kombûna dijberan, berfirehkirina hovîtiya şer û berteka hêzên cîhanî.

Di heman demê de, bi diziya serik û teknolojiyên ji welatên xwedan çekên nukleer jî, bidestxistina cebilxaneya xwe bi mesrefên pir giran ve girêdayî ye. Zêdetirî vê yekê, gelek xalên lawazbûnê hene ku bi zelalî di mînaka bernameya nukleerê ya Îranê de tê dîtin. Çend caran dezgehên pîşesaziyê yên pê re têkildar in hatine teqandin? Amûrên nukleerî tên xirabkirin. Pêdivî ye ku ew her 20-30 salan carekê werin nûkirin.

Bi gelemperî, gelek mesref û serêşî hene. Ji ber vê yekê, serokatiya Tirkiyeyê demek dirêj ji vê ramanê dûr ket. Di îlona 2019’an de, Erdogan bi aşkerayî diyar kir ku welatê wî nedixwest çekên nukleerî bistîne. Îsraîl bi serhişkî ji “bersiva rasterast” a li ser daxwaza Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî direve û Tehran ji berê ve bi aşkerayî qala planên bidestxistina “plutoniuma metalîk” dike, ev formek e ku hem di enerjiya nukleerê de û hem jî di pêvekirina serikên nukleerê de bi heman rengî tê pêkanîn û bikaranîn. Gotinên Erdogan ên li Foruma Aboriyê ya Anatoliya Navîn a li Sêwasê ku dibêje hîn jî pêwîst e Tirkiye bibe xwediyê çekên xwe yên nukleerî, ecêb nayê dîtin.

Analîstê navdar Yakov Kedmi rewşê bi zelalî vegot: “Çekên nukleerî, em bixwazin an nexwazin, baş an xirab, dibin yek ji hêmanên çekên sedsala 21’ê. Divê em wisa fêm bikin û nêzîk bibin.”

Li gorî Kedmi, wê welatên Rojhilata Navîn 10-20 salên din bibin xwediyê çekên xwe yên nukleerî. Di heman demê de, ji ​​hêla îstixbarata Îsraîl û welatên rojavayî ve jî tê gotin. Her wiha di rastiyê de, xetereyên bikaranîna serikên nukleerî yên taktîkî jî zêdebûnek cidî ye. Pir ne gengaz e ku ew bi ser Rûsyayê de biçin. Lê li hember hev bin an na, pirs pir retorîk e.