20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

11’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir

Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ya 11’emîn li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya “Em bi rihê fedayî ya Bazên Zagros û Cenga Xabûrê, pêngava Dem Dema Azadiyê ye bi serkeftinê tacîdar bikin” dest pê kir. 400 delege beşdarî konferansê bûn.

Li salona konferansê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiya kurdan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin. Li salonê alên PKK, KCK, PAJK û HPG’ê jî vekirin. Ji Şengalê jî endamên Saziya Malbatên Şehîdan tev li konferansê bûn.

Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratik Pakistan Bîlen axaftina vekirinê kir. Bîlen, 11’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li Rêberê PKK’e Abdulah Ocalan, şervanên azadiyê, girtiyên zindanan û tevahî gelê kurd pîroz kir.

Pakistan Bîlen bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê û wiha axivî: “Ev konferans li dijî dijmin bersivekî herî xurt e. Li dijî êrişên dijmin ên li ser Rêber Apo, pêngava ‘Dem Dema Azadîyê ye’ salek li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de gelê kurd berxwedaniyek pir mezin meşand. Wek wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî em jî bûn parçeyek ya vê berxwedanê.

Konferans bi axaftinan didome.