19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

130 welat ji aşiyê bêpar in

Tê zanîn ku ji meha kanûnê ve bikaranîna aşiya koronayê dest pê kiribû. Li gelek welatên cîhanê di rojekê de bi milyonan kes tên aşîkirin. Helbet bi destpêkirina aşiyê her çiqas li gor temenê kesan dest pê kiribe jî li hin welatên wek Tirkiyeyê pêşî li kesên wek serokkomar, wezîr û piştî wê jî xebatkarên tenduristî û kesên temenê wan di ser 65’î re, dest pê kir.

Bi destpêka bikaranîna aşiyê re, li gelek welatên Ewropa, Amerîka û li hin welatên Rojhilata Navîn ji aliyekî ve hejmara pêketiyan kêm dibe, li hin deveran jî ji bo ku bi awayekî bêedalet dozên aşiyê tên belavkirin hejmar naguherin. Mînak, li welatên wek Îngilistanê li gorî lêkolînên şîrketa bi navê Imperial College Londonê, ji meha çileyê û vir ve hejmara pêketiyan ji sedî 80 daketiye. Lê li welatên wek Yemen, Sûriye, Sûdana Başûr, Somalî û li Etiyopyayê hem ji ber şert û mercên şer û hem jî ji ber xizaniyê, hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê neguherîne, berevajî vê nêzî 160 milyon mirov di bin rîskê de ne ku qet aşî bi destê wan nakeve.

Şîrketên aşiyê

Li gor encamên dawî yên zanîngeha Amerîkayê ya Johns Hopkinsê, li tevahiyê cîhanê hejmara pêketiyên koronayê ji 110 milyonî derbas bûye û herî kêm nêzî 2,4 milyon kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Em dikarin bêjin ku şîrketên aşiyê li pey hin rêyan in ku dê çawa dikaribin kapasîteya dozên aşiyê hê baştir bikin. Gelek welatên cîhanê tînin ziman ku şîrketên aşiyê wan li derveyî xwe dibînin. Heta li gor lêkolînan li hin welatên dewlemend jî aşî bi hêsanî nayê bidestxistin.

Programa Covaxê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo dozên aşiyê li welatên xizan bi awayekî wekhev werin belavkirin, programeke bi navê Covaxê amade kiribû. Li gorî encamên ku WHO’yê parve kirine, bi vê programê jî negihîştine hedefên xwe. Ji bo bigihîjin vê hedefê tenê ji bo sala 2021’ê pêdiviya wan bi 5 milyar dolarî heye.

130 welatan aşî bi dest nexistiye

Hefteya borî têkildarî ‘bêedelatiya’ belavkirina dozên aşiyê, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, li civîna Neteweyên Yekbûyî ya Konseya Ewlehiyê axivî. Guterres da zanîn ku li tevahiya cîhanê 10 welatan ji sedî 75 dozên aşiyê standine lê 130 welatan doza aşî hê jî bidest nexistine. Guterres diyar kir ku hewce ye bidestxistina dozên aşiyê ji vê bêedaletiya bêhevseng bi awayekî lezgîn derkeve û banga çalakiyeke kurewî kir ku her kes bê aşîkirin.

Li Tirkiyeyê aşî

Tirkiyeyê di meha mijdarê de dozên aşiyê Sînovac ji Çînê anîbûn û di meha çileyê de jî dest bi bikaranîna aşiyê hatibû kirin. Heta niha zêdetirî 3 milyon kes hatine aşîkirin û 500 hezar kes jî doza duyemîn a aşiyê bûne. Her wiha bi tevahî hejmara kesên hatine aşîkirin ji 3 milyon û 900 hezar kesî derbas bûye.