19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

4 Kotra 4 Çela û çend peyv û şaşiyên zanistî

4KOTRA 4ÇELA navê romana Omer Dilsoz e. Ev romana Omer Dilsoz îsal ji nav weşanên Lîsê derketiye. Romana 4 KOTRA 4 ÇELA bi ferhengoka xwe ve 267 rûpel e. Xwendevanên ku romanên Omer Dilsoz xwendibin dizanin ku ew bi devoka Hekarî dinivîse. Ev tiştekî siruştî ye û çêja devoka herêmî şîrîntir û çêjdartir dike. Lê Omer Dilsoz qîma xwe bi devoka xwe nayîne û peyvên devok û zimanên din jî têkil dike. Peyvên kurmancî, soranî, farisî, erebî li nav hevdu dixe û ziman dike xilt. Wek nimûne: Kat, (ku rastî qal e), tehr, aya (soranî ye, tê wateya ma û gelo), kwistan (farisî zozan), keleşêr (soranî, dîk), zirûf (erebî, rewş)… Wek tê zanîn ajel û girîng du peyvên soranî ne û ketine nav kurmancî. Omer Dilsoz jî wekî gelek nivîskarên Bakur her du peyvan şaş bi kar aniye. Rastî ne “ajal” e, “ajel” e û ne “giring” e, “girîng” e. Gotinên weha têkil hev dike. Têgehiştin û xwendina romanê zehmetir dike û pêş li xwendina romana xwe digire.

Tevna mijarên paş û pêş

Tevneya romanê bêpalan e û bi heyteholê dest pê dike. Destpêk tevlihev e. Mijar ne zelal e û bi lîstika peyvan teswîrên pirole û gelek peyv û şibandin hene, sembolên ne di ciyê xwe de hene. Peyvên ku nayên fêmkirin li dû hev hatine rêzkirin. Kronolojî tune ye, bi paş û pêş ve diçe û kaos çêdibe. Metoda paşûpêş metodekî romannivîsê ye, lê jê re huner divê. Hema hema piraniya romanivîsên kurd dest bi vê metodê kirine. Hevdu dişopînin û aloziya kronolojîk û netêgehîştina mijarê asta berhemên wan nizm dixe. Di metoda paşûpêş de romannivîsên bi navûdeng, bi taybetî yên ewropî û amerîkî, mijarên paşîn an navîn dikin destpêk, ango berevajî dest bi mijarê dikin. Lê di beşa duyem de tên serê mijarê û mirov wê demê piştî çend rûpelan fêm dike ku mijar çi ye. Lê mixabin nivîskarên me di romaneke 300-400 rûpelan de ji paş ve dest bi mijarê dikin û heta nêzîkî dawiyê, fêm nabe ka ew çi ye. Pêwîst e ku mirov heta dawî bixwîne encax têbigehe ku mijar çi ye. Tevna mijarên paş û pêş xwendevan gêj dike.

Ne teswîr in, qûçên peyvan in

Di romanên kurdî de nivîskar giranî û girîngiyê didin ser teswîrê, teswîr jî bûye teswîra peyvan. Wey li wî ku bi peyvan çawa bînin paş hev ku tiştek fêm nebe. Ne teswîra mirov û xwezayê, teswîra peyvan dikin. Gotinên ku têkiliyên wan bi hevdu re tune ne li pey hevdu rêz dikin. Roman dibe qûçên peyvan. Aksiyonê ji bîr dikin. Di roman, çîrok û fîlman de dema aksiyon tune be, xwendevan û temaşevan dev ji xwendin û temaşeyê berdidin. Ji ber ku mirov nikare demeke dûr û dirêj berhemeke bêtevger û liv bixwîne an temaşe bike.
Şaşkaranîna hevwateyan
Omer Dilsoz di romana xwe de hevwateyan li gel hevdu de rêz kirine. Çend nimûne: berz û bilindayî, tilîpêçî, parçewesil, perdepoş, ta û ben, nezanî û cahilane, xweza û siruşt… Bi vê metodê karanîna hevwateyan (sînonîman) asta berhemê dadixe. Mirov ne weha heman gotin li gel hevdu lê dikare her yekî di hevokeke cuda û serbixwe de bi kar bîne. Wê demê asta berhemê bilindtir dibe.

Dubarekirina heman peyvê

Omer Dilsoz romana xwe ji destpêkê heta dawî bi peyva “heçku” xemilandiye. Mirov di her rûpelê de rastî çend “heçkuyan” tê. Wek mînak: Di rûpela 14’an de 4 car, rûpela 169’an de 4 car, di rûpela 171’ê de7 car û di ya 252’an de jî 9 car “heçku” nivîsiye. Li gel heçku di gelek ciyan de van hevwateyên heçku bi kar bianiyana baştir nedibû: mîna, fena, nola, wek, heman, asa, eynî, lêçûn, herwekî, wekhev, herweha…
Dubare û dehbarekirina heman peyvê xizaniya gencîneya zimanê nivîskar e û ecizkirina xwendevan e.

Çend şaşiyên zanistî û mîtolojîk

“Ez wekî atmosfera gerekstêrkê ber bi xwe ve dikêşim.” (rûpel 64)
atmosfer mirov nakêşe erd mirov dikêşe. Ji vê hêza erdkêşê re “erdkêşî” tê gotin.
Dîsa di rûpela 64’an de dinivîse ku “Te dît gerestêrk li dora stêrka xwe digerin…”
Gerekstêrk li dora stêrkê nagere, stêrk li dora gerekstêrkê digere.
“… Zerdeştiyan miriyên xwe dianîn vir, datanin ser vê kotrayê. Nexasim jî mirovên neçê û neqenc datanîn ser nîçikên çiyê heta ku teyran goştê wan tev bixwara. Çimkî li gorî baweriyê, goşt gunehkar e, herimî ye, paşê hestî dibirin di gorên zinarî de çal dikirin. Ev gor di şikeftên zikê vî çiyayî de ne. Heçî mirovên çê û qenc in, miriyên wan li ateşgehan dişewitandin da ku ruh biçe bihuştê. Çimkî li gorî ayîna Zerdeştî ji bilî agirî tu tişt nikare gunehên me bişo…” (rûpel 82-83)

Di ola zerdeşt de mirov nayên şewitandin. Ji ber ku dema mirov bê şewitandin dûxan, don û xweliya wan dikevin nav ax, av û hewayê. Di dînê Zerdeştî de av, ax, hewa û agir çar elementên pîroz in, divê ev element qirêj û pîs nebin. Di dînê Zerdeştî de du cure cenaze veşartin tune ye, yek cure ye ew jî bircên bilind ên ku bi taybetî çêkirine û ji wan re bircên bêdengiyê dibêjin, laşê mirî li wir didin ber tavê. Li bircên bêdengiyê ciyên laşên zarok, jin û mêran cuda ne. Teyrên leşxur diçin li wir goştên wan dixwin. Heta salek paşê ku goşt namîne û pişt re hestiyên zelût binax dikin. Zerdeştî agir pîroz dibînin lê ne agirperest in, xwezaperest in. Di dînê Zerdeştî de agir temsîliya roj û Axura Mazda dike.
“Dema Luqmanê Hekîmê me carînan digote Enkî di destana Gilgamêş de behs pê dike, dema ji welatê Gûtiyan daveristiye ber bi deştên welatê Ur û Urikê, hingê qevdek giyayê nemirinê hilçiniye û di ber paxila xwe de veşartiye. Di rê de, li gavbiherkekê devê Zê ew qevda giyayê banûkê ji ber paxila wî zeliyaye û bi nav fêrmiskên ava Zê de berze bûye.” (rûpel 79)

Di vê parçemîtolojiya Gilgamêş de gelek şaşî û kêmasî hene. Di navbera serdema Hekîmê Loqman û serdema Enkî û Gilgamêş de bi hezaran sal hene. Gelo çawa Hekîmê Loqman ji Enkî re behsa giyayê nemirinê dike!? Ma her du hevdem in? Ev yek, ya duyem Gilgamêş ji bo ku giyayê nemirinê bi dest bixe, ne li herêma çemê Zê, li deryayê digere û li giravekê giya dibîne. Mixabin ew ne giyayê nemirinê ye, giyayê gencbûnê ye. Ji ber ku Gilgamêş key (qiral) e, divê bimire, lê giya bi xwe dê genc bibe lê ji mirinê rizgar nabe. Kengê be dê bimire. Dema Gilgamêş giya ji giravê tîne û derdikeve reşahiyê, li devê çemekî dixwaze xwe bişo. Giya di berîka cilê Gilgamêş de ye. Ew cilên xwe derdixe û dikeve çem û xwe dişo. Marekî reş diçe nav cilên wî giya dixwe û kiras diguhêre. Ango mar genc dibe û Gilgamêş kalemêr dimîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê