spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 roj şûnde mirina girtî Mûhammed hat bihîstin

Girtiyê nexweş ê efrînî yê bi navê Bangîn Mûhammed ê 33 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî bû ji ber nehat dermankirin 12 ‘ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Mûhemmed di 1’ê çileya 2021’ê de hatibû girtin û ji ber “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Serlêdanên ku ji bo berdana Mûhammed dihatin kirin, bi raporên “dikare li girtîgehê bimîne” dihat redkirin.

Beriya niha Mûhammed bi girtiyên nexweş Îsmaîl Tamboga û Siddik Guler re li heman qawişê dima.  Piştî ku sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin Mûhammed ji cem Tamboga û Guler girtibûn û wî kiribûn qawişa yekkesî. Nivê mahde û roviyên Mûhammed tune bûn. Nikaribûn pêwistiyên xwe yên takekesî bi tenê bibersivîne û bi kursiyê tekerlek dijiya.

Beriya niha di meha cotmehê de Mûhammed, ji Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert re axivîbû û rewşa xwe vegotibû. Sêrt, derbarê rewşa Mûhammed de ji Ajansa Mezopotamya re axivîbû û diyar kiribû ku dermanê Mûhammed nadinê û Mûhammed jê re gotiye, ‘Ez naxwazim bimirim, lê ez ê li vir bimirim’.

Li ser nûçeya mirina Mûhammed Parêzer Sert, li rêveberiya girtîgehê geriya û xwest derbarê Mûhammed de agahî werbigire. Rêveberiya girtîgehê ji Sertê re got: “Bangîn Mûmmed di 12 ‘ê mijdarê de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Edenê ye. Malbata wî cenaze wergirt, lê hê rapora berfireh a otopsiyê derneketiye. Em nikarin derbarê sedema mirina wî de agahiyan bidin.”