16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 saziyan xwest tecrîdkirina Ocalan bê rakirin

Beriya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan, Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê bi coşeke mezin dest pê kir. 14 sazî dê 3 xalan pêşkêşî CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Meclîsa Parlementeran  a Konseya Ewropayê bike. Di nobetê de Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE’yê û avakarê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns, Rayedarê Sendîkaya UNITE û nûnerê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Clare Baker, Endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Îtalyayê Prof. Laûra Corradî, Nûnerê Sendîkaya Solîdaîres ê Fransayê, Nûnera TJK-E’yê Besîme Konca, li ser navê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan a Navneteweyî (AÎDL) Dr. Mohamed Al Shamî, Hevserokê MRAP’ê Renee Le Mîgnot amade bûn.

14 saziyan xwest ku CPT, parêzer û malbata Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê biçin hevdîtinê û tecrîd were bidawîkirin.

14 saziyan xwest ku DMME, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ji ber ku xala Rêgezên Nelson Mandele bin pê kiriye, zextan li Tirkiyeyê bikin. Saziyan dîsa xwest ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hêza xwe bi kar bîne û gavên siyasî yên ji bo azadiya Ocalan biavêje.

Hevserokê Kongra-Gelê Remzî Kartal diyar kir ku sedema bingehîn a aloziya li Rojhilata Navîn tecrîda li ser Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan û got “Divê Konseya Ewropayê li gorî raporên CPT’yê tevbigere û ji bo îşkenceya 23 salan a li Îmraliyê bi dawî bibe, înîsiyatîfê bistîne. Gelê kurd û dostên gelê kurd dibêjin êdî bes e. Tekane şertê çareseriya li hemû qadan bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e. Ji ber vê jî divê DMME, Parlementoya Ewropayê, CPT û berpirsyariya kîjan saziyê hebe, divê li gorî berpirsyariya xwe tevbigere.

Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE’yê û avakarê Kampanyaa Azadî ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns jî bi silavkirina Nobeta Azadiyê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan wiha got:  “Nayê qebûlkirin ku Yekîtiya Ewropayê vê daxwazê nebîne û gavên pêwist neavêje. Di konferansa 6’emîn a ji bo Ocalan de ciwanekî mafê axaftinê stend û got ‘Em nizanin rêzdar Ocalan dijî yan na, gelo hûn dizanin’  Mûxatabê vê pirsê îro ev sazî ne yên ku vê êşkenceyê dikin. “

Piştî axaftinan çalakgeran govend gerandin û çûn Qada Arnoldê. Ciwanan li pêşiya Dêra St. Maûreceyê kon û gundekî komun ava kirine û wê li vir mehekê di nobetê de bin. Wê di nobetê de perwerdehî, atolye û komxebat were kirin û bi qasî 200 ciwan wê di nobetê de cih bigirin.