19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14’ê gulanê rojbûna jineke serhildêr

Gelek kes Emma Goldmanê bi gotina wê ya ‘ew şoreşa ku ez lê nikarîbim bi reqsim, ne şoreşa min e’ nas dikin. Goldman jineke ku li ber hişmendiya mêrperestî, desthilatdarî, dagirkeriyê tu carî serî ne tewandî ye û bi awayek serbilind tim pey mafê jinên tune hatî hesibandin ketiye. Ew jineke femînist bû û li gel vê yekê nivîskareke anarko-komûniste bû jî.

Jixwe di her xeteke jiyana Goldmanê de mirov dîroka pêşketina herka femînîzmê jî dibîne. Wê di jiyana xwe de tu carî serî li ber hişmendiya mêrperest netewendiye.

Emma  Goldman di 27’ê hezîrana 1869’an de li Lîtvanyayê tê dinê. Goldman dema 13 salî bû malbata wê ji Lîtvanyayê mala xwe bar dike û tên St Petersburgê. Ji bo ku malbata wê zêde xizantî dikşand, Goldman dev ji dibistanê berdide û di febrîqeyekê de dest bi kar dike. Helbet bi vî karî Goldman di temenekî biçûk de rûyên kapîtalîzmê dibîne û lêgerînên wê destpê dikin. Du sal pişt re jî bavê bi darê zorê dixwaze wê bizewicîne lê belê Emma hê di wî temenê xwe yê biçûk de serî li ber bavê xwe natewîne û nazewice. Êdî di 17 saliya xwe de jî bi destê xwîşka xwe digire û berê xwe dide Amerîkayê.

Di sala 1886’an de di encama Serhildana Haymarketê 4 mirovên anarşist tên darvekirin. Goldman heta demeke dirêj jî di bin bandora darvekirina van ciwanên anarşîst de dimîne. Êdî ev yek her diçe jê re meraqekî jî bi xwe re tîne. Piştî hin meraq û lêkolînên wê her diçe baweriya wê li ser anarşîzmê zêde dibe. Emma piştî qirkirina van her çar ciwanên anarşîst pênaseya otorîteyê, dewletê û desthilatdariyê jî di serê xwe de zelal dike.

Emma Goldman di 1887’an de dizewice. Lê piştî demekê biryar da ku tev li Tevgera Anarşîst bibe û bi vê tevlibûnê jî zewaca xwe bi dawî dike. Goldman demek pişt re pêşengê tevgera anarşîstan ê Amerîkayê nas dike. Ew her diçe bi awayek şênber tev li hemû xebat û çalakiyên anarşîstan dibe û li meydanan di nav gel de pêşengtiyê dike.

Emma Goldman demekî bi Alexander re  ji ber ku bi navê  yekîtiya “Ji leşkerîya mecbûrî re na” ava dikin û çalakiyên li dijî şerê cîhanê yê 1’emîn pêk tînin, tên girtin. Her du 2 salan di girtîgehê de dimînin. Piştre her du jî ji welatîbûna ya Amerîkî tên derxistin.Goldman mişextî Rûsyayê dikin.

Emma Goldman di sala 1936’an de di 67 saliya xwe de,bi boneya ku tev li şoreşa Spanyayê bibe, diçe Spanyayê.

Emma  Goldman êdî pêşengeke ku mafê jinan û mafê karkaran diparêze.  Gelek caran bi zilma dewletê re rû bi rû dimîne û tê girtin. Lê tu carî ji ya xwe nayê xwar. Gotinên wê “Kar bixwazin. Eger kar nedin we nan bixwazin. Eger nan jî nedin we hûn bi xwe nanê xwe ji wan bistînin”  hê jî di guhê gelek jinên ku li dijî desthilatdariyê li ber xwe didin de ye.

Emmayê di 14’ê gulana 1940’î de jiyana xwe ji dest da. Emma li cem ên ku di Serhildana Haymarketê de jiyana ji dest dabûn hat veşartin.