16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15 rêxistinên li Başûr daxuyanî dan

Desteya Dijî Terorê ya ku ji 15 rêxistinên sivîl û partiyan pêk tê, têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Başûr, li Parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê berpirsa Şaxa Komeleya Afretên Kurdistanê Dayik Perçem ve hat xwendin.

Dayik Perçem di axaftina xwe de wiha got: “Bi saya bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê, rojane zarokên gelê me yên bi rûmet, azadîxwaz bi teror û tunekirinê re rû bi rû dimînin. Ev jî li ser destê saziyên îstixbaratî û sîxuriyê dagirkerên Kurdsitanê pêk tê. Bi roj têkoşer û şoreşgerên kurd şehîd dixin. Dagirkerên Kurdistanê bi taybet Tirkiye û Îran dixwazin bi riya van kiryarên terorî bi temamî dengê azadîxwaz û neteweyî yê gelê me biçewisînin da ku zemîna dagirkerî û komkujiyê li ser herêma Kurdistanê ava bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bêdengî û bêhelwestiya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê wek sedema berdewamkirina van bûyeran hat destnîşankirin û hat gotin ku rêveberiya herêma Başûr ji bo berjewendiyên hizbî û malbatî di komkujiyan de cih digire û rolên wê heye.

15 partî û rêxistinan ragihandin ku wê di rojên bê de li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê û qetilkirinên sîstematîk, çalakiyek berfireh li dar bixin û wê bêhelwestiya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê were pirsîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesê hat kirin ku tev li çalakiyên ku wê li dijî dagirkeriyê bên lidarxistin, bibin.

Navê partî û rêxistinên daxuyanî dane ev in;

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî)

Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu)

Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê- Îran

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK)

Grûba Heng

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê

Grûba Asoya Nû

Şaxê Silêmaniyê ya Yekitiya Lawên Kuridstanê

Şaxê Silêmaniyê ya Yekitiya Afretên Kurdistanê

Desteya Însyatîfa Ji bo Konferansa Nîştanî ya Kurdistanê

Rêxistina Rewşenbîrî ya Welî Dêwane

Rêxistina Nîşan a ji bo Şiyariya ferd

Lîsteya Pîşeyî ya Mamostayên Lîjeya Silêmaniyê

Bijûtneweya Demokratîk a Gelê Kurd.