23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15 roj in daran dibirin û difiroşin

Li bajarên Kurdistanê di 2 mehên dawî de li gelek qadên çiyayî li aliyekî daristan têne şewitandin, li aliyê din daran dibirin û difiroşin. Bi taybetî li Botanê bi destê cerdevanan darên li daristanan têne birîn. Niha jî li Çiyayê Çelênibêjan ê herêma Şirnexê bi hevkariya cerdevan û leşkeran dar têne birîn.  Cerdevan di çavdêriya leşkeran de rojê nêzî 150 ton darên li nava daristanê dibirin û difiroşin.

Çiyayê Çelênimêjan ji aliyekî ve tê şewitandin û ji aliyê din ve jî darên wê yên bi sedsalan bi destên cerdevanên bajaroka Sêgirkê tên birîn. Cerdevan piştî daran dibirin, bi traktoran dikêşin herêma Kenîsarkê. Darên ku li vê herêmê tên komkirin pişt re kamyonan ji derveyî bajêr têne vir, bar dikin û dibin bajarên din difiroşin.

Li gorî çavkaniyên herêmê 15 roj in  nêzî 50 cerdevan rojê nêzî 150 ton dar dibirin û difiroşin. Welatiyên herêmê bang li raya giştî dikin ku li dijî qirkirina darên herêmê bêdeng nemînin.