20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15 roj ji serlêdanên ji bo pêşbirka rojnamevaniyê ya Mûsa Anter re man

Serlêdanên ji bo 28’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter ku di 10’ê hezîranê  de dest pê kiribûn di 10’ê îlonê de bi dawî dibe.

28’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter di 10’ê îlonê de bi dawî dibe. Pêşbirk ango xelat di beşên ‘Nûçeyên Kurdî’, ‘Nûçeyên Tirkî’, ‘Wêne (wêneyên nûçeyan)’, ‘Karîkatûr’ û ‘Nûçeyên Jinan’ were lidarxistin. Endamên pêşbirkê dê di 28’ê îlonê de werin eşkerekirin.  Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Seyrantepeya Amedê hat şehîdxistin. Li ser vê yekê her sal li ser navê Mûsa Anter ev pêşbirk tê lidarxistin. Pêşbirk îsal jî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Zimanê pêşbirkê kurmancî û tirkî ye û ji 5 beşan pêk tê. Beşa “Nûçeyên Jinan” ji bo bîranîna rojnamevan Gurbetellî Ersoz tê lidarxistin.

Her beşdar dikare bi beşekê û bi berhemek beşdarî pêşbirkê bibe. Pêşbirk di her beşê de ji aliyê endamên jûriyê ve tê nirxandin.

Beşdarek herî dawî dikare di 10’ê îlona 2021’an de serî li pêşbirkê bide û eşkerekirina xelatan jî di 18’ê îlonê de ye.

Divê beşdar berhema xwe bi rêya PTT ango kargoyê bişîne û her wiha dikare rasterast bi dest jî radestî rojnameyê bike. Berhemên ku ji ber posta û kargoyê negihîje cihê xwe xwediyê berhem berpirsiyar e.

 Şertên beşdariya pêşbaziyê wiha ne:

“*Li gorî şertên ku di şertnameya teknîkê ya pêşbirkê de hatine diyarkirin, her kesê xwedî berhem dikare beşdar bibe.

* Endamên jûriyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

* Divê berhemên bişînin pêşbirkê berê nehatibûn weşandin û piştî 10’ê îloana 2020’an hatibin weşandin.

* Beşdar dikare bi berhemek xwe ku heta niha beşdarî tu pêşbirkan nebûbû beşdarî vê pêşbirkê bibe.

* Heke derkeve holê ku berhemek berê hatiye weşandin û ne aydê beşdar e wê derbarê wî/wê de karûbarê binpêkirina rêgez were sepandin û xelata bigire jî dê were betalkirin. Heke xelat wergirtibe jî divê were îadekirin.

* Her beşdarê ku berhem bişîne pêşbirkê divê şertan qebûl bike û beşdarên li gorî şertan tevnegerin dê derveyî pêşbirkê werin hiştin.

* Heke berhem hatibe weşandin, navê berhem, cihê kul ê girtiye û xêz kiriye û dema wê, heke hatibe weşandin jî divê navê wê rojnme, kovar, ajans, malpera înternetê, TV were nivîsandin û divê agahiyên weşandinê û kopyeyek weşanê di dosyeya beşdar de hebe.

* Lazime beşdar kurtejiyana xwe, navnîşana xwe û agahiyên derbarê berhem de binivisîne û wêneyek xwe bixe nava dosyeya beşldariyê.

Jûrî

Jûriyên beşên pêşbirkê wiha ne:

* Nûçeyên Kurdî: Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros, Ramazan Olçe, Omer Tur

*  Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Farûk Eren, Îbrahîm Varli, Huseyîn Aykol

* Nûçeyên Jinan: Nevîn Cerav, Gulşen Koçûk, Bîrcan Deîrmencî, Ceren Sozerî, Elîf Akgul

* Jûriyên Wêneyan: Çetîn Altun, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn

* Jûriyên Karîkatûran: Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman, Asli Alpar

 Şertnameya teknîkî

* Beşdar dikarin bi nûçeyên mijarên wek polîtîka, aborî, ekoloji, perwerdehî, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîş beşdarî pêşbirkê bibin. Divê nûçe bi awayê 5 rûpel werin şandin.

* Divê beşdarê ku bi wêne tevlî pêşbirkê dibe li pişta wêne li kuncikê çepê yê xwarê navê berhem û navê xwe bi etîketek were nivîsandin. Divê cih, dîrok û navê nûçeyê were diyarkirin. Wêneyê were şandin lazime 2000 pîksel be, di formata JPG de be û qalîteya wê 300 DPÎ be û bi awayê qalîteya 12 were pêşkêşkirin.

* Heke desteya hilbijêr bixwaze dikare wêneyê resen jî daxwaz bike.

* Heke li ser wêne hatibe leyîstin û rastiya wî guherandibe (eyarên ronî, reng, kontrast ne têde) dê ew wêne neyê nirxandin.

* Karîkatûrên were şandin divê navê beşdar û navê berhemê hebe. Divê behrem resen be.

Karîkatûr divê bi mezinahiya herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û li ser tu zemînê neyê zeliqandin.

 Navnîşan:

Web: yeniyasamgazetesi1.com, e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul”