20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

157 roj in ‘Nobeta Edaletê’ digire

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên wê hatin qetilkirin û kurê xwe Ferîd Şenyaşar 157 roj in li pêş Edliyeya Rihayê ‘Nobeta Edaletê’ digire.

Malbata Şenyaşar her roj di saetên serê sibê de ji Navçeya Pirsûs a Rihayê 45 kîlometre dikeve rê û tê pêş edliyê û dest bi çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ dike. Dayik Emîne Şenyaşar, her roj li pêş avahiya edliyê daxwaza edaletê tîne ziman. Emîne Şenyaşar di çalakiya îro de got demek dirêje, li vê derê li edaletê digerin û wiha got: “Ji malbata min 3 kes qetil kirin. Lawê min ê din avêtin zindanê. Kesên komkujî kirin, serbest digerin. Gelo qet hatiye dîtin ku mirov li nexweşxaneyan hatine gule barankirin? Ev zilm e. Sebra min nema ye. Kurê min berdin. Ku ez bimirim jî, bila ez li vir bimirim.”

Malbatê li ser hesabê twîtterê jî ev parvekirin kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê 3 can hatin qetilkirin. Ev 3 sal in li holê doz tune ye. Navê wê Qesra Edaletê ye. Lê qanûna serdestan eşkere di qesrê de serdest e. Têkoşîna me ya edaletê di roja di roja 157’emîn de ye.”

Heta niha 6 caran hatin binçavkirin

Nobeta edaleyê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê ji 9’ê Adarê ve de dest pê kir û bi biryar didome. Malbata Şenşayar, heya niha bi gelek zextan re rû bi rû ma. Lê li gel hemû zextan jî dev ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernade. Heya niha Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bêyî hincet 6 caran hatine binçavkirin.

Di 14’ê Tîrmeha 2014’an de xizmên parlamenterê AKP’ê Halîl Îbrahîm Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşa li dikan û nexweşxaneya dewletê de Bav Haci Esvet û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn.