18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

16 sal in hêj bersûc serbest in

16 sal in bersûcên Pirtûkxaneya Umutê leşker Alî Kaya û Ozcan Îldenîz ên tevî belgeyan li ser sûc hatibûn zevtkirin nayên cezakirin. Balkêş e ku bersûv tevî belge û delîlan ji aliyê esnafên Şemzinanê ve li ser sûc hatibûn girtin jî, lê dîsa dozger bi îdîaya delîl têr nakin dixwaze dosya betal bibe. 16 sal in hêj dadgehê biryar nedaye û hêj bersûc serbest in.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 16 sal berê di 9’ê Mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umut êrişek bombeyi pêk hat. Tevî ku leşkerên berpirsiyar Alî Kaya û Ozcan Îldenzî li ser sûc hatin girtin jî heta niha bersûc nehatin cezakirin û serbest têne darizandin. Dozger Wanê di 21’ê cotmeha borî de der barê 3 bersûcan de biryara beraetê xwest. Dozger, li şûna leşkeran Seferî Yilmaz sûcdar nîşan da.

16 sal berê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê êriş ji aliyê endamên Teşkîlata Îstîxbarata Cendirmeyan (JÎT) Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ve hat organîzekirin. Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz ji êrişê sax filitî û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dabû. Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bûbû. Esnafên Şemzînanê di bûyerê de bersûc Alî Kaya û Ozcan Îldenîz kêliya ku sûc dikirin girtin. Li ser her wan nasnameya leşkerî û di wesayîta wan de jî kroki û çek hatibûn dîtin. Di wesayîta aydî fermandariya cendirmeyana Colemêrgê de 3 heb kelaşnîkof, 10 heb şarjor, malzemeyên bombeyê, êlekên leşker û polîsan hatibûn dîtin. Ew kiryar radestî leşkeriyê hatin kirin û pişt re hatin berdan. Li ser vê yekê şêniyên Şemzînanê bi rojan çalakiyan li dar xistin. Dozger û Parlamenterê CHP’ê yê wê demê Esat Canan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin, gule li wan hatin reşandin û kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Di xwepêşandanên li Geverê de jî Îslam Bartin Ergin Mengeç û Abdulhalik Geylanî jî bi guleyên polîsan hatibûn qetilkirin.

Dema ku lêpirsîn der barê bûyerê de hat destpêkirin, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit ji sûcdar Alî Kaya re gotibû “Ez wî nas dikim, zarokek baş e.” Li ser vê gotinê dozgerî ket tevgerê û der barê Buyukanit û hin leşkeran de ji sûcê “hewldana bandorkirina darazê” lêpirsîn dabûn destpêkirin.

 Dadgehê biryara berdana bersûcan da

Der barê êrişê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hat vekirin. Di 19’ê hezîrana 2006’an de der barê sûcdar Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ji sûcên “kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “hewldana kuştina mirovan” li her yekî 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hat birîn. Parêzerê bersûcan îtîrazî biryara dadgehê kirin û di 16’ê gulana 2007’an de dadgeha bilind cezayê hatiye birîn xera kir. Doz ji nû ve hat lidarxistin, di 14’ê îlona 2007’an şandeya dadgehê biryara “bêwezîfeyê” da û dosyeyê şand Dadgeha Leşkerî ya Wanê. Dadgehê di 14’ê kanûna 2007’an de di danişîna ewil de der barê bersûcan de biryara berdanê da.

 Bersûc dîsa hat girtin

Dadgeha Leşkerî di 22’yê çileya 2010’î de biryar da ku dosyeya dozê bişîne Dadgha Cezayê Giran a Colemêrgê. Li ser dij derketina parêzeran doz ji şûn ve di sala 2011’ê de veguhest Dadgeha Cezayê Giran a Wanê. Li ser vê paş de şandina dosyeyê di hezîrana 2011’ê de bersûc dîsa hatin girtin. Di 10’ê çileya 2012’an de rûniştina dozê li Dadgeha Wanê hat lidarixistin û ji heman sûcan li her bersûcek 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hat birîn.

 Dîsa hatin berdan

Piştî hewla darbeyê parêzerên berûcan li ser îtîrafên dozger Ferhat Sarikaya yên derbarê dozê de bi armanca ji nû ve darizandin were kirin, serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dan. Dadgehê di 11’ê cotmeha 2017’an de darizandina ji nû ve qebûl kir û derbarê bersûcan de biryara berdanê da.

 AKP û Ergenekonê li hev kirin

Xwediyê Pirtûkxaneya Umutê Seferî Yilmaz têkildarî dozê ji Ajansa Mezopotamya re axivî bû û diyar kir ku hêj bersûc serbest in. Yilmaz, anî ziman ku sozên ji bo ronîkirina êrişê û dozê hatin dayîn, lê hemû soz hatin ji bîrkirin. Yilmaz destnîşan kir ku hemû agahî û belgeyên der barê bûyerê de li holê bûn û tevî ku li ser sûc hatin girtin jî bersûc nehatin cezakirin û  wiha got: “Di encama ku AKP û Ergenekonê li  hev kirin de doz bû mijara bazarê û bersûc hatin berdan û xwestin beraet bikin. Danişîna dozê dîsa dê di kanûnê de pêk were. Wisa xuya dike ku wê ev doz jî bi bêcezatiyê bi encam bibe. Hemû dozên JÎTEM’ê yên li Bakurê Kurdistanê bi demboriyê re tên hiştin û ji raya giştî tên veşartin.

Bersûc tev li danişînê nebûn

Niha leşkerên bersûc Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ji dozê tên darizandin. Herî dawî 14’emîn danişîna dozê di 21’ê Cotmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat.

Her sê bersûc beşdarî dozê nebûn û xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û parêzer li rûniştinê amade bûn. Seferî Yilmaz xwest bersûc werincezakirin. Dozger der barê esasê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest bi hêceta “delîl têr nakin” her sê bersûc werin beraetkirin. Lê balkêş e bersûc li ser sûc hatibûn girtin, gelek delîl û belge li ser wan hatibûn girtin. Dîsa jî dozger îdîa dike ku delîl têr nakin.

Şandeya dadgehê rûniştinek din a dozê taloqî 20’ê kanûnê kir.