24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

17 roj in ku tu agahî ji nûneran nayê girtin

Di 10`ê hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, hatibûn girtin.

Ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema girtina wan, diyar nekiriye.

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn de ji bo girtina nûneran daxuyaniyek da û wiha gotibû: “Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de li pey tu projeyên provekasyonê ku dewleta tirk birêve dibe da ku Kurd xwe bi xwe şerê hev bikin, neçe.”

Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kiribû.

Hewceyî gotinêye ku di 7`ê hezîranê de PDK`ê ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed û dayika wî ya ku ji bo dermankirinê berê xwe dabûn Başûr, girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.