19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

189 roj in li edaletê digere

Emîne Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du lawên wê kuştin, 189 roj in bê navber li edaletê digere. Rayedarên darazê li şûna kujeran derxin pêşberî dadger, doz li Emîne Şenyaşar vekirin. Emîne Şenyaşar dê bi îdiaya ‘heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye’ dê di 12’ê mijdarê de derkeve pêşberî dadger.
Emîne Şenyaşar ji 9’ê adarê ve ji bo ‘Edalet’ pêk bê û kujerên hevjîn û du lawên wê yên hatin kuştin bên darizandin, dîsa ji bo lawê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan bi biryar nobeta edaletê digire. Malbata Şenyaşar 189 roj in daxwaz dike ku bi Serdozgerê Komarê û dozgerê dosyayê re hevdîtinê bike. Lê ev daxwaz tê redkirin. Emîne Şenyaşar a ku bi dehan car ketina wê ya avahiya edliyeyê hatiye astengkirin, wê di roja 12’ê mijdarê de ne ji bo hevdîtinê ji bo îfade bide bikeve avahiya edliyeyê.

Şenyaşar dê li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 2’yemîn bê darizandin. Lê 3 sal û 3 meh borîn, hêj der barê kujerên hevjîn û 2 kurên wê de doz nehatiye vekirin. Dozger ji Emîne Şenyaşar re heta 4 salan cezayê girtîgehê dixwaze. 200 parêzer xwe amade dikin ku di roja 200’emîn a çalakiyê de piştgiriyê bidin Emîne Şenyaşar.

Di 9’ê îlonê de, bi angaşta ku di roja 86’emîn a nobetê de ‘heqaret’ li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Di 10’ê îlonê de jî bi angaşta ku di heman rojê de ‘heqaret’ li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî kiriye Emîne Şenyaşar îfade da. Parêzerê dosyayê Gokhan Dayik jî bi Emîne Şenyaşar çû midûriyeta polîsan. Emîne Şenyaşar, di îfadeya xwe de da zanîn ku heqaret li Soylû nekiriye. Piştî îfadeyê careke din vegeriya qada nobetê. Parêzer Gokhan Dayik jî diyar kir ku armanca doza ku li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin û vexwendina wê ya îfadeyê tepisandina malbatê ye û wiha got: “Muwekîla min ‘heqaret’ li Soylû nekiriye. Beriya çend rojan bi angaşta ku ‘heqaret’ li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî kiriye doz lê hatibû vekirin. Piştre vexwendin îfadeyê. Binçavkirin û vekirina dozan ji bo tepisandina malbatê ye. Em ê li cem malbatê bin û doza wan bişopînin. Divê herkese xwedî wijdan di vê pêvajoyê de malbatê tenê nehêlin. Divê bibin dengê wan. Mîna her kesê daxwaza malbatê jî edalet e.”

Piştgiriya ji bo Şenyaşar didome

Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Şirnexê di roja 184’an de serdana Malbata Şenyaşar kirin. Malbatê şande bi dowîzên ‘Bila edalet were, zilm bi dawî bibe’ û ‘Em edaletê dixwazin’ pêşwazî kirin. Jinan serpêhatiyên Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin guhdar kirin.
Piştî ku çalakiya Malbata Şenyaşar li Tirkiyeyê deng veda ji gelek bajarên Tirkiyeyê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşeyî û parazvanên mafên mirovan hatin ber Edliyeya Rihayê û piştevaniya Malbata Şenyaşar kirin.