spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan xwest tecrîd bi dawî bibe

Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyeke li dar xist û diyar kir pêvajoya asayîkirinê ya pandemiyê li girtîgehan dest pê nekiriye û zextên li ser girtiyan zêde bûye  û daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê dawîkirin.

Der barê rewşa girtiyan, girtîgehan ya dawî Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyek li dar xist. Însiyatîfê diyar kir ku li girtîgehan pêvajoya asayîkirinê ya pandemiyê dest pê nekiriye. Her wiha hat ragihandin ku li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêdetir bûye.

Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bên bidawîkirin li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyek pêk anî. Însiyatîfê xwest ku li pêşberî girtîgehê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Berî daxuyaniyê dirûşmên mîna ‘Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bila girtiyên nexweş bê berdan’ hatin berzkirin û pankarta ‘Qedexeyên hevdîtin, ragihandin û weşanê bi dawî bikin’ hat vekirin. Her wiha parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Rûbirûmayîna bi mirinê re

Di destpêkê de parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum axivî û diyar kir ku girtîgeh bûne malên mirinê û wiha axivî: “Polîtîkayên dijminane ku ji aliyê desthilatê ve li ser herkesî tên meşandin li girtîgehê berdewam dikin. Girtîgehê şertên giran hene û mirin li girtîgehan tê ferzkirin. Êdî girtî nêzî mirinê bûne lê rexmî vê jî nayên berdan. Bi raporên tipa edlî û hiqûqa dijminatiyê, bêyî ku xatir ji malbatên xwe bixwazin girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Li girtîgehan li dijî xespkirina mafan dengek bilind dibe. Rêveberiyên girtîgehan û desthilat li şûna bihîstina vî dengî bi lêpirsînan re meşqûl in. Li girtîgehan tecrîd tê pêkanîn. Tecrîda li ser birêz Ocalan li dijî rêya aştiyê ya welat e. Îro kesên ku li cem polîtîkayên şer cih digirin û dijminatiya gelê kurd dikin pêşeroja vî welatî reş dikin. Bila êdî tecrîd bi dawî bibe. Bi hiqûqa dijminane mirov nagihîje tu derî.”

Pêvajoya asayî ji bo girtîgehan dest pê nake

Metna ji bo daxuyaniyê hatibû amadekirin ji aliyê Fatma Yildirim ve hat xwendin. Yildirim bal kişand ser zextên girtîgehan û ev got: “Desthilat ji bo xwe bigihînin armancên xwe bi rêya girtîgehan serî li hin qedexe û sînordarkirinan didin. Destpêkê qedexeya ragihandinê tê. Qedexekirina mafên mirovî yên girtîgehan li dijî mirovahiyê ye. Tê gotin ku wê ji 1’ê tîrmehê şûn ve qedexe bên rakirin û pêvajoya asayî dest pê bike. Lê ji bo girtîgehan tu daxuyanî nayê dayîn. Diyar e ku tê xwestin qedexeyên bi hinceta pandemiyê ketin meriyetê mayînde bibin. Destpêkê qedexeya ragihandinê divê hemû qedexe bi dawî bibin. Em malbat û xizmên girtiyên dê rê nedin berdewamkirina van qedexeyan. Em ê bibin dengê girtiyên şoreşger.”