20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gaboxeyê cixirandî yê bihêrs; Zagros

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Heke meriv vî rêzeçiyayî nola qumaşekî qermiçandî  ûtî bike û li erdê raxîne, ka xwedê dizane bê ew ê nexşeya çend dewletan binuxumîne; hingê ew ê gelek dewletên tirtire di binê xwe de vegewixîne û bibe nola zarokekî gevçilandî ku di binê sakoyê bapîrê xwe de mabe bêhnfetiskî.

Silsileya kibêsên (kütle) çiyayê Zagrosê, nola xwediyên xwe yên kurd, serê xwe bilind kirine. Ew jî bi qasî xwediyê xwe rûspî û serbilind in.

Çiyayê Zagrosê, wekî rûspiyekî zanamend di navbera her çar deryayan de çarmêrkî rûniştiye. Hemû razên xwe yên xwedayî, wekî gilkevaleke çermînî di bêrîkên xwe de, ango di şarge û şikeftên xwe de veşartiye. Gava Zagrosê dêw bixwaze, lingekî xwe radimedîne dixîne li nava ava kendava Basrayê, lingekî xwe yê din jî radimedîne dixîne nava derya xezarê. Destê xwe dirêj dike, kulmek av ji Deryareş tîne. Destê xwe yê din jî dirêj dike, kulmek av ji Deryasipî jî tîne davêje ser çavê xwe û ji xilmaşiya hezarên salan hişyar dibe.

Zagros bûye dergûş

Çiyayê Zagrosê, hembêza xwe ji bavê me Adem û diya me Hewa re  jî vekiriye û ew di dergûşa xwe de hejandine; di guhê wan de lorîkên nola pîşo nermik, lorandiye. Paşê ji keştiya Hz Nûh re bûye rawestgeh. Ji ajalan re ku di keştiyê de bûn bûye mêrgên fireh û çêregehên bêserûber.

Xwedê dizane keyê Gûtiyan yê yekemîn gava bi mezinahiya Zagrosan dihese zax tê wî; xwe qure dike. Paşê dirame ku ew jî bi qasî Zagrosan mezin e. Lema navê xwe datîne Kamasî/Gamasî. Ev nav, tê wateya ‘gayê mezin’.

Keya Gamasî yê gewre B.Z di sala 2600’î de, hozên kurdan yên li çiyayê Zagrosan dijiyan gihand hev û dewleta Kurdan/Gûtî/Kur-tiyan ava kiriye.

Ev çiya, seraping ango seranser, bi razên xwedayî nuxumandî ye. Gelek lehengên cîhana dêrîn yên efsanewî, navên xwe li ser lat û zinarên Zagrosan kolandine, her wiha rolyefên xwe lê qewartine.

Destpêka mirovahiyê li vir zîl daye    

Ji roja benîademiyan çavên xwe buşkuvandiye û vir ve, şopên mirovahiyê yên herî kûr li Zagrosan û derdora wê hatine dîtin. Di kevalên kîl de jî û di kitêbên pîroz de jî, eyan beyan qala destpêka mirovahiyê dikin ku tovên şaristaniyê li derdora çemên ji Zagrosê herikîne, zîl daye. Bêguman her du çavkaniyên dîrokî, ango hem kevalên kîl yên bi nivîsên mîxî hatine nivîsîn û hem jî kitêbên pîroz yên olî hemfikir in ku çiyayê Zagrosê û derdora wê, mahtika mirovahiyê ye.

Çiqas şan û şerefeke mezin e ku bavê me Adem û diya me Hewa çavên xwe li ser erdê dê û bavê me bişkuvandine.

Paşê zarokên wan çêbûne û li hev zêde bûne. Her ku tovên benîademiyan li hev zêde dibin, nerindî û xerabiyê bi serê hevûdu de tînin. Habîl û Qabîl cara ewil li vê derê xwîna hevûdu dirijînin. Werengî dibin kujerê xwîşk û birayê xwe, ji erdê Zagrosan tên sergum û afarozkirin.

Ev ehlên xerabiyê bi ku de diçin, dikevin li  dû talana dewlemendiya li ser rûyê dinyayê. Ev newal yê min, ew gelî yê te! Diçin heta bi Çîn-Maçînê re jî derdikevin.

Carnan li jor carnan li jêr

Benîademî yên pêşiyên me, mirovên herî henûn, şîrhelal û bi wefa bûne; ew her û her li ser erdê kal pîrên xwe mane. Çiyayê Zagrosan tim û daîm stargeh û meskenên wan bûn. Carnan jî zivistanan daketine jêr, çûne germiyanan. Carnan jî dîsa li zozanê Zagrosê vegeriyane, derketine havîngehan.

Ew benîademiyên ji vê hêlînê bi firê ketin, çûn li devereke vê dinyalikê bi cih bûn. Her hinek ji wan, li gorî ax, av û hewaya erdnîgariya li ser dijiyan, şekil wergirtin û ketin kirasên wî welatî. Yên li Afrîkayê reşik, yên li Amerîkayê paxirî, yên li Skandînavyayê bozik, yên li çolên Erebistana qemer, yên li devereke din sor…

Hin ji wan çavşîn û porzer, hin ji wan çavhinguvîn û porkurîşkî, hin ji wan çavreş û porşurtalî. Hasilî kelam reng û dirûvên wan ji hev cuda bin jî, hemû ji yek dê û bavî bûn.

Li gorî vê rewşê, bê dudilî meriv dikare bibêje kurd, xwîşk û birayê mirovahiyê yên herî mezin û herî wefakar in.

Di navbera deryayan de

Heke dadgeheke adil pêk were (çi li gorî edaleta xwedayî, çi jî ya beşerî) erdê di navbera her çar deryayan de (Xezar, Basra, Deryaya Sipî û Deryaya Reş) milkê pêşiyên me ye. Ev erdê hanê yê min ew destnîşan kiriye, li me helal, nola çirrê şîrê diya me ye.

Ne ku ez ji ber xwe ve dibêjim. Hemû belgeyên dîrokî van gotinên min piştrast dikin. Hemû kevalên kîl yên heta niha hatine dîtin (ew keval, pênc-şeş hezar sal berê bi destê benîademiyan hatiye nivîsîn) tevdekên wan qala çiyayên me, qala çem û rûbarên me dikin. Her wiha kitêbên pîroz yên wekî ‘wehî’ ji hêla xwedê ve ji benîademiya re hatiye şandin jî qala heman tiştî dikin.

Tîpa ‘d’ ketiye şûna ‘t’

Di kevalên kîl de, şeş hezar sal berê jî navê me kur-tî bûye. Niha jî navê me kurd e. Zimanê me kur-dî ye. Ji şeş hezar sal û vir ve tenê tîpek guherî ye. Tîpa ‘d’ ketiye şûna ‘t’ yê. Ev her du tîp, jixwe gelekî nêzî hev in û gelek caran cihên xwe bi hev diguherînin. Li gel vê yekê, ew erdnîgariya kal pîrên me tim û daîm lê bi cih bûne, hatiye destnîşankirin.

Lewma jî li ser rûyê dinyayê, wanî ti nimûneyeke din nayê dîtin ku miletek di nava demajoya şeş hezar salî de, heman navî bi kar bîne.

Beriya Zayînê çar hezar sal berê hozek ji Zagrosê, ji kur-tî’yan vediqetin û dadikevin xwe berdidin derdora cihê çemê Dîcle û Ferat lê digihêjin hev. Ji vê hozê re digotin Somer/Sumer/Sîmer/Sîmêr. Ev hoza ji kur-tî’yan veqetiya di nava demeke kurt de, bûn mûcîd û dahênerên gelek ilmên zanistî. Ji rojhilatê Zagrosan (parêzgeha Hurmuzganê, Kîrman, Yezd, Zahîdan, Xurasan, Gorgan û Raştê bigire heta jora Erzerom ango Deryaya Reş û ji wir jî bigire heta Sêwaz Çemê Halîsê, her wiha ji Çemê Halîsê bigire heta Deryaya Spî devera niha bajarê Antalya, ango qismekî çiyayên Torasan) tenê qewmên Kur-tî lê dijîyan. Di kevalên Someran de hingê ev herêma li jorê hatiye destnîşankirin û gelê li vê herêmê dijiya jî wekî “kur-tî” hatiye pênasekirin.

Qurrebûna me ji koka me tê

De min li jor jî gotibû; çi kevalên kîl yên Someran, çi kitêbên pîroz yên baweriyên yekxwedayî, çi jî cihwarên arkeolojiyê, van tesbîtên li jorê hemûyan piştrast dikin. Rastiya vê yekê, nola xeleka zincîrê wanî yek bi yekê ve gierêdayî ye. Çawa roj tê zanîn, çawa şev tê zanîn; ev rastî jî wanî tê zanîn. Lewma jî em çiqasî serê xwe bilind bikin, em çiqasî xwe bi esaleta xwe qurre bikin, em mafdar in. Lewra qurrebûna me, ji koka me ya qayîm tê.

Heke em vegerin li serê sedê, ango em li vê nivîsê vegerin û çend hevokên destpêkê di ber çavan re derbas bikin, ew ê zirr-mirovek mexrûr were li ber çavê me; mirovek di kirasê silsileya çiyayan de wanî çarmêrkî, ji xwe re di navbera çar heb deryayan de rûniştî.

Xwînerên ezîz. Werin em hêdîka destê xwe têxin bêrîka sakoyê vî zir-dêwê razemend; şarge û şkeftên wî bipelînin. Ka em  lê binêrin bê vî zanamendî, di bêrîkên xwe de tîtikên çawa ji neviyên xwe re veşartiye û heta roja me ya niha hilaniye.

Gava meriv ji bajarê Silêmaniyê wekî balindeyekî, 10 km ber bi başûrrojava ve hinekî bilind bifire, merivê biçe xwe li ser lateke bilind dayne. Ev lata bilind, li ser çiyayê Berananewe ye. Li binê vê latê, şikefteke dêwasa tê dîtin. Ji şikeftê wêdetir, dişibe bêrîka çiyê. Li rast û çepê vê şkeftê, çend şikeftên din jî tên dîtin. Navê vê şikeftê, şikefta Hezar Mêrd e. Navê xwe tê wateya “hezar mêr” ango hezar mêr têhiltê.

Ger bi seriyê vesiyayî, ango bi bêhna fireh li şarge û şikeftên Zagrosan lêkolînên berfireh werin kirin, ew ê hîn gelek tiştên meriv matmayî bihêle werin dîtin. Di rojeke nîşan de, aha vaye min li vê derê nivîsand!

Têbinî 2: Agahiyên der barê nexşeya Gûtî/Kur-tî yan de, ji pirtûka Ako Mihemed Mîrzadeyî hatiye girtin. Her wiha çend têbinî jî ji pirtûka Ethem Xemgîn a bi navê Dîroka Kurdistanê hatiye girtin.

Têbinî 2: Li sînorê vê nexşeyê hêla rojava, min bi çavên serê xwe hinek nîşanên şênber dîtine. Di dema pêş de, ez ê di vê mijarê de binivîsim.