20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên êzidî yên li Gurcistanê

Burhan Korkmaz

Ez gelekî kelecanî bûm ku diçûm Gurcistanê, ji zarokbûnê heya niha di nava xeyalên min de dîtina Batûm û Tiflîsê hebû, êdî digihîştim mirazê xwe.
Min pasaporta xwe dirêjî polîsa gurcî kir û li bendê mam ku min derbas bike, çend pirsên wekî “Tu ji bo çi diçî Gurcistanê”, “Gelo cara yekem e?” hwd. ji min pirsîn. Min jî bersiv dan û di deriyê sînorê Gurcistanê re derbas bûm û ketim hundirê Gurcistanê.
Çend rojan li Batûmê mam û paşê min berê xwe da Tiflîsê. Min dixwest xeyaleke xwe ya din jî pêk bînim. Ez bi otostopê digeriyam, pereyên min zêde tune bûn û otostop jî bê pere bû, ji ber wê yekê otostopê ez xilas kirim. Carina demeke dirêj li ser rêyan disekinîm. Lê dîsa jî digihîştim mirazê xwe. Û naxwazim vî ji bîr bikim, min bihistîbû ku gelek kurdên êzidî li Gurcistanê dijîn. Heger tiştekî wisa hebe jixwe dê alîkariya min bikirana, ji aliyê ziman ve, ji aliyê ger û seyranê ve. Wê mêvanperweriyê kêfa min xweş dikir.
Piştî çend saetên din siwareyek bi rengê zer hat li ba min sekinî, xortek di nav de bû. Ez jî zû bi zû siwareyê siwar bûm û min silava xwe da û rûniştim. Em bi hev re bi zimanê îngilîzî axivîn. Bi rastî ne îngilîziya wî û ne jî ya min perfect bû, hema bi tenê me hevûdu serwext dikir û ew qas.

Ji min pirsî û got “Tu ji ku yî ?” Min jî bersiv da û got “Ez kurd im û ji Kurdistanê me” çavên xorto vebûn û li min dinêrî, serê xwe hejand û got “Çi!” min jî dîsa dubare kir û dîsa got “Ez kurd im û ji Kurdistanê me”. Xorto dîsa tiştekî ji min fêm nekir. Bawer im min deh car zêdetir jê re got “Ez kurd im” lê mixabin dîsa jî fêm nekir ku ez behsa çi dikim. Ez jî şaş mam. Min di dilê xwe de got “ma ew henekan li min dike?”
Paşê hat bîra min ku ez bêjim “êzidî” û dema min got êzidî, wî jî got “haaaaaa êzidîîî!” min jî got “erê”. Çi tiştekê ecêb bû, xorto kurdan nas nake lê dema min got êzidî fêm kir. Ji ber çi?

Ez gihîştibûm Tiflîsê, çend roj li vir jî geriyam û rojekê dîsa li kolanekê digeriyam. Yekî wêneyên xêzkirî difirot û gelek jî bala min kişand. Çûm balê û min fiyet pirsî. Paşê ji min pirs kir û got: “Tu ji ku yî”, min jî bersiv da: “Kurd im û ji bakurê Kurdistanê me” dema min wisa got xalo dest pê kir û bi kurdî bi min re axivî. Yekem kesê êzidî ku min nas kir ew xalo bû. Bi rastî kurdiya wî ji ya min çêtir bû, em hinekî li ser piyan axivîn û ez gelek tiştan jê hîn bûm. Sedsalek berê êzidî hatibûn vir. Nifûsa wan berê nêzî 70-80 hezar bûn. Lê niha maye 20-30 hezar. Ji ber ku piraniya wan koçî Ewropa, Rûsya û çend welatên din kirin. Gelek êzidî li Ermenistanê jî hebûn, xalo agahiyên wisa dan min.

Li ser medyaya dijîtalê min Memo nas kir. Me hevûdu dît û em bûn hevalên hev. Êzidî bû. Rojekê got were mala me û bibe mêvanê me. Ez jî gelek kêfxweş bûm û çûm. Min malbata Memo nas kir û ew qas mêvanperwer bûn ku bi peyvan nikarim bînim ziman. Wêneyên Beyta Laleşê li dîwaran hebûn û yên Melekê Tawis, heya wê demê min wateya Melekê Tawis nizanibû. Lê bi saya Memo ez fêr bûm. Bi saya Memo min gelek êzidî nas kirin û her roj dibûm mêvanê malbatekê.

Ji vodkayê hez dikirin. Êvaran li ser şîvê li ser sihetê, li ser pêşeroja xwe û ji bo miriyên xwe qedeh bilind dikirin. Piranî xwarinên gurciyan çêdikirin, lê xwarinên kurdan jî çê dikirin. Tiştê ku ez pê şa dibûm zimanê xwe ji bîr nekiribûn, Her kesî dizanibû bi kurdî biaxive û di nav xwe de jî bi kurdî diaxivîn. Paşê rojekê min ji Memo pirsî û got: “Gelo çima li Gurcistanê êzidiyên li vir, bi navê êzidî tên nasîn û çima bi navê kurd nayên nasîn?”
Memo got: “Ji ber ku hinek êzidî bawer dikin ku peyva êzidîtî ji pêşiya kurd hebûye û hemû kurdên li ser rûyê cîhanê pêşî êzidî bûn. Hinek kes an dînên din qebûl kirin û ji êzidîtiyê derketin. Yanî bawer dikin ku dema kurd bûn misilman û xirîstiyan û yên din, êdî ew dîsa nikarin bibin êzidî. Dîroka dînê(baweriya) êzidîtî digihêje pêşiya çar hezar salan. Ya îslamê jî hezar û nîv e. Ji ber vê yekê li ser rûyê erdê dînê herî kevnar a baweriyê bi yek xwedayî dike, êzidîtî ye. Ji ber wê jî hin êzidî vê fikirê diparêzin”

Min dîsa pirsa “Gelo li gorî baweriya êzidiyan û kesên êzidî, ew zimanê hûn diaxivin çi ye?” pirsî.
Wî got: “Heval, ew kesên ku parastina vê fikirê dikin û dibêjin êzidî ne kurd in di hezaran da yek in. Em gelemperî êzidî kurdbûna xwe qebûl dikin û bi vê jî serbilind in. Em hemû jî Kurdistanî ne, Em hemû jî kurd in û yek xwîn in. Zimanê me yek e, çand a me yek e, belê gelek dîn û bawerî di nav me de heye lê em hemû jî yek laş in. Çend caran ferman li ser me êzidiyan rakirin, xwestin ku me biqelînin, xwestin ku me talan bikin, ji ber ku baweriya me yanî êzidîtî baweriyeke xirab e û baweriya agir û nizanim çi dike. Yên ku me nas nakin nizanin êzidîtî jî dînekî Xwedê ye û dînekê qedîm û pîroz e.”
“Ji kerema xwe ji min re hinek behsa baweriya êzidîtiyê bike”
“Di baweriya me de Êzda (Xweda) bi tenê avakerê cîhanê ye û karên ku mayî ji destên Melekê Tawis û çend melekên din hatine qedandin. Du mirov hebûne û heştê zarokên wan. Ev her du mirov ruhên xwe dixêrin di nav kavanozekî de û lê dinêrin ku ji ya mêr de xortekî çeleng derkeve û ji ya jin de jî heywanên ne baş derkevin. Paşê bavê zarokan zêde ji vî xortî hez dike û wextê xwe bi wî re derbas dike. Dayika zarokan jî ji vê rewşê aciz dibe û hesûdiyan dike. Dixwaze vî xortî bikuje, lîstikekê amade dike û parolayekê datîne ser û diçe ba zarokên xwe ku behsa vê lîstike bike. Lê tiştekî ji bîr kiriye, haya Melekê Tawis ji vê lîstikê hebû, Melekê Tawîs diçe pif dike devê wan hemû zarokan û her heştê zarok jî êdî zimanekî din diaxive û dema dayika wan tê ku parolayê qise bike lê dinêre ku kes tiştek jê fêm nake û ew jî tiştek ji zarokên xwe fêm nake. Paşê her kes tê li ser rûyê dinyayê, heştê zarok belavê her derê dibin û bingeha wan netewên aniha ku li ser rûyê erdê amade dikin. Paşê jî ew xortê çeleng bi melekekê re tê zewicandin û zarokên wan jî em in yanî êzidî, bingeha me jî ji vir tê. Belê Melekê Tawis ji bo me gelek girîng e lê em diayên xwe ji Xweda re dikin. Di baweriya me de melekê xirab tune ye û tu çi bikî tu pê îradeya xwe dikî, yanî tu tiştekê xêr jî bikî bi îradeya te ye an tiştek xirab jî bikî bi îradeya te ye. Em jî baweriyê bi Xwedê tînin û îbadeta xwe jê re dikin. Navê pirtûka me ya pîroz “Mishefa Reş” e, her tişt tê de bi kurdî ye, em bi zimanê xwe Xweda ra diayan dikin.
Kerem ke em herin taxa Varketîliyê, li wir Qûba Siltan Êzîd heye. Em li wir kom dibin û piştî Lalêşa Nûranî cihê herî pîroz ew der e ji bo me, ez bawer im hewceyê dîtinê ye.”
Bawer im ku Memo heya sibê behsa Êzidîtiyê bikira ez jê têr ne dibûm. Ez Memo em bi hev re çûn cihê ziyareta Êzidiyan.