Çarşem, Gulan 19, 2021

1’ê Gulanê û piştgiriya dekolonyal

Li seranserê cîhanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ev 130 sal in, di astên neteweyî û navneteweyî de, ji hêla sazî, dezgeh û sendîkayên fermî yên dewletan bigire, heta yên li dijî pergala kapîtalîst û bi taybetî jî ji hêla rêxistinên ku keda kes û gelên bindest temsîl dikin ve, li kolanan tê pîrozkirin. Roja karker û kedkaran ku wek roja têkoşînê ya navneteweyî ya çîna karkeran dihat pênasekirin, êdî ji naveroka xwe ya destpêkê gelek berfirehtir tê şîrovekirin.

Yek ji peyvên bingehîn ku girêdayî vê rojê tê nasîn, ‘piştgiriya navneteweyî’ ye. Heta dirûşma ‘bilind bikin piştgiriya navneteweyî!’ li hemû çalakiyên 1’ê Gulanê û çalakiyên bi taybetî piştgiriyên ji bo gelên bindest tê berzkirin. Ev dirûşm jî bingeha xwe ji têkoşîna tevgera karkeran distîne. Li gorî vê yekê tê gotin ku pêvajoyên şoreşgerî û hevgirtina navneteweyî ne. Lewre têkoşîna çînî ya karkerên neteweyeke li ser karkerên li derveyî sînorên wî welatî bandoreke berbiçav dike.

Hevgirtina navneteweyî ji ber vê yekê di stratejiya şoreşa sosyalîst de pêkhateyek bingehîn e. Her wiha tê gotin, di qada navneteweyî de berjewendiyên karkeran ne li dijberî hev in, lê di hilweşandina çîna serdest a li her welatî de berjewendiyeke hevpar heye. Di bin sîwana piştgiriya navnetewî de xebatên siyasî, yên agahdariyê, xwepêşandanên dilsoziyê, arîkariya madî, komkirina drav an jî cilan û hwd. tên fêmkirin.

Tabî bi berfirehbûna têkoşîna gelên bindest a li dijî serdestî û zordariyê, naverok û wateya ‘piştgiriya navneteweyî’ jî guherî. Bi taybetî têkoşînên neteweyî yên ji bo rizgariya gelên bindest ên sosyalîst, ên xwecihî, ên reşik, ên jin û femînîst hizirandinên nû xistin nav nîqaşên navneteweyîbûn û piştgiriyê. Bi saya perspektîf û tecrûbeyên cuda yên van têkoşînan hat binxêzkirin ku gelek kategoriyên bindestbûnê yên newekhev di rewşa çîna karkeran de bi rolên girîng radibin. Wek mînak, tecrûbeyên bindestbûnê yên karkerekî mêr û spî, yê ji cîhana bakur ji tecrubeyên bindestbûnê yên karkerekî mêr û reş, ên ji cîhana başûr ji hev pir cuda ne. Dema ev karker jin be, an jî queer be rewş hîn dijwartir û tevlihevtir dibe. Ya din, ev rewş newekheviya navbera çîna karkeran jî bi awayekî zelal nîşan da. Ango bi analîza li ser esasa ‘du çîn’ û ‘du pol’ dê meseleya serdestbûn û newekheviyê safî nebûna û jixwe nebû jî.

Ji bilî hevkarî, tifaq û hevalbendiyên têkoşînên cîhana başûr, piştgiriyên ji hêla cîhana bakur ji bo rêxistinên cîhana başûr pir girîng û watedar e. Hem ji ber rola wan a serweriyê di pergala kapîtalîst û mêtînger de, hem wek navendên modernîte û kedxwariyê û taybetî jî ji ber girîngiya balkişandina raya giştî ya gelên ewropî û amerîkî, ji van deran piştgirî girtin gelek pêwîst e. Bêguman di piştgiriya navneteweyî de rola enternasyonalîstên ewropî gelek girîng e û hêjayî pezindanê ye. Ew hem bi deşîfrekirina rolên welatên xwe yên di şer û mêtingeriyên li ser welatên cîhana başûr de, hem agahdarkirina hemwelatiyên xwe de, hem bi rêxistinkirina piştgiriyên madî û manewî û hem jî bi tevlibûnên xwe yên şexsî û rêxistinî karekî şoreşgerî bi pêş dixînin û bi taybetî wekî ku me di Şoreşa Rojava de jî dît, bi sedan şoreşgerên rojavayî û ji bakurê cihanê bi dil û can jiyana xwe tev li têkoşîna azadiyê dikin.

Ligel vê hat dîtin ku mijara piştgiriyê bi alîkariyê ve sînordarkirin; di sazîbûn, avakirin û pêşxistina têkiliyên serdest û hiyerarşîk de xwe ji rexneyê dûrxistin, di pergala mêtinger de ji kîjan cîhanê dibe bila bibe, mêtingeriya navxweyî nekuştin, dihêle ku ‘piştgirî’ bibe xulamê serdestiyê. Pirsa ‘kî piştgiriyê dide kê, bi çi awayî û di kîjan astê de?’ divê her yek ji xwe bipirse. Her tim tê gotin ku em hemû di nav heman keştiyê de ne, lê me dît ku bi taybetî di rewşa pandemiyê de, dibe ku em hemû di heman keştiyê de bin, lê rewşa me hemûyan ne wekhev e. Her kesek ne wekhev dimire, ne jî wekhev dijî! Lê di asta wekhev de têkoşîn dayîn tercîhek e û gengaz e. Ev jî bi rêya xwe ji mêtingeriyê rizgarkirinê mimkun e.

Lewma ye ku niha têkoşîna cîhana başûr bi perspektîfên xwe yên dekolonyal li dijî pergala kapîtalîst eniya pêşeng temsîl dikin. Ya ku newekhevî û mêtingeriya bi her awayî dê ji holê rabike, têkoşîneke hevpar e ku li ser esasên rêzgirtin, wekhevî û empatiyê bi pêş bikeve.

Bijî 1’ê Gulanê!