Monday, September 20, 2021

1’ê Îlonê roja aştiya cîhanê ye?

M. Alî Ertaş

Her sal 1’ê îlonê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Di 1’ê îlona sala 1939’an de artêşa alman di bin fermandariya Adolf Hîtler de Polonya dagir kir û Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Ev şer bû sedema mirina 50 mîlyon mirovan. Piştî vê yekê ev roj, li hemû cîhanê weke ‘Roja Aştîyê ya Cîhanê’ hat îlankirin. Li gel ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye jî dîsa li dijî Şengal, rojava û başûrê Kurdistanê êrîş hene. Li Afganîstanê şer heye. Her roj bi dehan mirov têne kuştin û bi hezaran mirov têne koçkirin.

Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran şer çêbûne. Gelek şer nebûne malên dîrokê. Neketine rûpelên dîrokê. Lê hin şer hene hem ji ber ku gelek mirov hatine kuştin, hem jî ji ber teknîk, taktîk û rêbazên xwe di rûpelên dîrokê de cihên xwe girtine. Bi piraniya şerên di navbera du aliyan de pêş ketine, aliyekî êrîş kiriye, aliyê din jî li dijî êrîşan parastina xwe kiriye. Ji ber vê yekê li ser rûyê cîhanê gelek keleh, sûr û birc hatine avakirin. Bilindbûn û heybetiya van keleh û bircên hatine avakirin, nîşan didin ku bi şer û êrîşên çiqas mezin re rû bi rû mane. Berê tenê şerê bejayî hebû. Pişt re kelek û keştî çêkirin û bi rêya deryayê dest bi seferên êrîşan kirin. Niha jî şerê li bejayî, derya û li ezman bi hev re pêş dikevin. Li aliyê din alav û amûrên şer jî her ku diçe pêş dikevin. Êdî tenê bi tifing, tang, top, fuze, balafir û teqemeniyan şer nakin. Şerê avê, şerê çekên kimyewî, şerê bi vîrûsê û şere kedê pêş dixin. Hemû şer ji bo aliyek axa aliyê din dagir bike. Ji bo çavkaniyên dewlemendiyê yên ser erd û bin erd têxin bin kontrola xwe. Ji bo keda erzan û hilberîna belaş pêş bixin. Ji bo mirovên wî welatî wekî kole di kontrola xwe de bidin xebatindin şer pêş dixin.

Di dîrokê de gelek şerên mezin pêş ketin. Di şerê nava dewletan û şerê global de bi sed milyonan mirov hatin kuştin. Di van şeran de gelek cûreyên çekan hatin bikaranîn. Li gel ku ew qas xwîn rijiya û bi milyonan mirov hatin kuştin jî dîsa hêzên navdewletî di şer de israr dikin. Li gel ku peyman û quralên şer di nava dewletan de hatin îmzekirin û qebûlkirin jî dîsa peyman û quralan binpê dikin. Dîsa her rojê bi sedan mirov li ser rûyê cîhanê di şer de tên kuştin. Di dîroka mirovahiyê de heta niha 10 şerên mezin ên ketine qeydan hene. Di van şeran de bi milyonan mirov hatin kuştin. Ev şerên mezin ên ketine qeydan wiha ne;

Şerê mezin ê yekemîn:

Şerê Maraton, yek ji şerê herî mezin ê cîhanê ye. Beriya Zayînê di 490’î de pêş ket. Di navbera atînayiyên Yewnanî û artêşa Ahamînîş a di fermana General Datis ê Persî de pêş ket. Şer li Deşta Maratonê pêş ket. Di şer de her çend persî zêde bûn û çekên wan hebûn jî, atinayî bi ser ketin. Piştî serkeftina şerê 2’yemîn ê Maratonê li bajarê Yewnanê carek din êrîş pêş neket û demek dirêj aramî serwer bû. Li vir xebatên zanistî, çandî pêş ketin. Ji ber vê yekê çanda Yewnan a Antîk pêş ket.

Şerê mezin ê duyemîn:

Duyemîn şerê mezin ê cîhanê di navbera musliman û Kureyşiyên Mekkeyî de pêş ket. Musilman piştî di vî şerî de bi ser ketin, baweriya xwe li gelek welatan belav kirin.

Şerê mezin ê sêyemîn:

Şerê mezin ê sêyemîn serhildana AN Lushan e. Di navbera salên 755 û 769’an de pêş ketiye. Serhildana An Lushan li Çînê pêş ketiye. Di serhildanê de 40 mîlyon mirov hatin kuştin.

Şerê mezin ê çaremîn:

Şerê mezin ê çaremîn jî Seferên Xaçliyan e. Seferên Xaçliyan di navbera salên 1096-1270’an de pêş ket. Şer bêtir di navbera xiristiyan û musilmanan de pêş ket. Seferên Xaçliyan, bi axaftina Papayê duyemîn Urbanus ê di sala 1095’an de li Clermont Konsîlî kiribû dest pê kir. Armanc kirin ku axa xwe ji destê musilmanan xelas bikin. Lê şer pêş ket û di şer de bi milyonan mirov hatin kuştin.

Şerê mezin ê pêncemîn:

Şerê mezin ê pêncemîn jî Şerê Stenbolê ye. Di sala 1453’an de di navbera Osmanî û Bizansiyan de pêş ket. Di şer de Stenbol ket destê Osmaniyan.

Şerê mezin ê şeşemîn:

Şerê mezin ê şeşemîn jî şerê Waterloo ye. Şerê Waterlo di 18’ê hezîrana 1815’an de li Waterlo pêk hatiye. Şerê Napolyon ê herî dawî ye. Artêşa fransiyan li dijî îtîfaqa Îngiliz – Prusyaşê şerê dijber pêş xistiye. Piştî vê yekê Napolyon şandine Girava Elbayê.

Şerê mezin ê heftemnîn:

Şerê mezin ê heftemîn jî şerê navxweyî yê Amerikayê ye. Di navbera salên 1861 û 1865’an de berdewam kiriye.

Şerê mezin ê heyştemîn:

Şerê mezin ê heştemîn, Şerê Cîhanê yê Yekemîn e. Wekî şerê navdewletî jî tê zanîn. Ji ber vê yekê Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê pênasekirin. Di navbera salên 1914 û 1918’an de pêş ket. Bi vî şerê cîhanê yê yekemîn DYA bû hêza yekem a cîhanê. Hevsengiya dewletên Ewropa û Asyayê xera bûn. Piştî vî şerî împaratoriyên Osmanî, Avusturya-Macar û Rusya bi dawî bûn.

Şerê mezin ê nehemîn:

Şerê mezin ê nehemîn wekî şerê cîhanê yê duyemîn tê pênasekirin. Di navbera salên 1939 û 1945’an de pêş ket. Piştî vî şerî Partiya Nasyonal Sosyalist a Almanyayê wekî Partiya Naziyan hat guhertin. Adolf Hitler kirin serokê vê partiye. Adolf Hitler qeyrana aborî kir sedem û li ser cihûyan komkujî pêk anî. Peymana Versay ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatibû îmzekirin binpê kir. Leşker şandin herêma Renê û Polonyayê dagir kir. Bi vê yekê Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Artêşa alman di demsala zivistanê de li dijî Rûsyayê şer îlan kir û têk çû. Di sala 1945’an de Rûsyaya Sovyetê ket Berlînê û Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû.

Şerê mezin ê dehemîn:

Şerê Tirkiyeyê yê di navbera salên 1919 û 1922’an de li dijî yewmaniyan daye destpêkirin e. Peymana Agirbestê ya Mondrosê têkçûna Osmanî îlan kir. Tirkiyeyê bi piştgiriya kurdan di şerê Şerê Rizgariyê de bajarê Çanakkaleyê bi dest xist.

Lê ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêş bikeve her tim hevdîtinên dîplomatîk û diyalog jî pêş ketiye. Qasid ketine navberan û xwestine bi rêya diyalog û peymanan dawî li şerên bi xwîn bînin. Lê gelek caran ev hewldan bi ser neketine. Gelek zanyar, civaknas, dîroknas, serok û rêberan li ser vê yekê lêkolîn kirin û ketin lêgerîna çareseriyê.

Li ser çareserî û aştiya mayinde fîlozofên navdar Habermas û Kant jî bal dikişînin aliyê polîtîk û sincî û destnîşan dikin ku pêwist e sinc û polîtîka bibe yek û hev temam bikin. Kant diyar dike ku ji bo aştî pêş bikeve pêwist e têkiliyên ku sinc û polîtikayê bi hev girê dide hebin. Habermas jî destnîşan dike ku ji bo aştiyê pêwist e polîtîka li gorî pîvanên sinc teşe bigire û pêş bikeve.

Kant di nivîsa ‘Aştiya Bêdawî’ ya ji bo Peymana Aştiyê ya di 5 nisana 1795’an de di navbera Prusya û Fransayê de li Baselê pêk hat de, hevî dike ku bi rêya hiqûqê aştiya navbera dewletan de pêş bikeve. Lê peymana di navbera Prusya û Fransayê de hate mohrkirin, wekî ku Kant îdealîze dikir nebû. Nebû peyama aştiya cîhanê. Dijberî vê yekê bû civîna lihevkirinê. Kant bawer dikir ku aştî bi zagonan pêş bikeve. Piştî van peymanan dîsa şer dest pê kir. Şerê cîhanê yên mezin pêş ketin. Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn pêş ketin. Bi milyonan mirov hatin kuştin. Di 20 salên dawî de li ser axa Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêş ketiye. Navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Herî zêde li ser Pergala Modernîteya Demokratîk ku kurd dixwazin ava bikin ev şer tê meşandin. Ev şer bi dehan salan e bi şerê TSK’ê yê li dijî PKK’ê û li Kurdistanê şênber dibe. Ji bo çareseriya demokratîk bi dehan caran Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga diyalog û aştiyê li hikûmetên Tirkiyeyê kir. Ji ber ku her TSK’ê şer berdewam kir û gund şewitandin, bêtir gelê kurd xwe bi rêxistin kir û jin û xort tev li PKK’ê bûn. Her ku şervanên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan, hêjmara PKK’yiyan ji sedan derket hezaran, ji hezaran derket deh hezaran. Lê ji ber ku bi rêya şer pirsgirêk çareser nebû, herî dawî Ocalan li girtîgehê peyamek şand û peyama wî di pîrozbahiya Newrozê de li hemberî milyonan hat xwendin.

Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya çareseriya demokratîk û aştiyane û wiha gotibû: “Ev medeniyeta mezin û civakên bira, bi zextên siyasî, bi mudaxaleyên derve, berjewendiyên komikan xwestine berdin hev, hatiye xwestin ku nîzamên ku hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin werin avakirin.

Serdema ferasetên mîjoker bi dawî bûye

Emperyalîzma rojavayî, di vî du sed salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxeleyên xwe yên derve, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya dewleta netewe pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên herêmî yên ereb, fars, tirk û kurdan bikin qirika hevdu.

Serdema ferasetên mijokdar, redkar û çewsîner bi dawî bû ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn şiyar dibin. Ji şer û pevçûnên kor û yên bera hevdu didin re dibêjin ‘bes’ e.

Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî xwişk û biratiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin. Şerê me li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cure zextan bû.

Îro serdemeke nû dest pê dike

Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve.

Me ji bo vî gelî bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Yek ji van fedakarî û têkoşînan vala neçû. Kurdan rastiya xwe, eslê xwe û nasnameya xwe ji nû ve bi dest xistin. Em hatin xala ‘Êdî bila çek bêdeng bibin, fikir û siyaset biaxife.’ Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarûmar bû. Xwîna ku diherike bê ku tirk, kurd, laz û çerkezan binihêre ji însan, ji dilê vê erdnîgariyê diherike.

Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin re dibêjim ku; êdî pêvajoyeke nû dest pê dike. Ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.

Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin. Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.”

Ocalan ji bo bi rêya polîtîk û sincî pirsgirêkê çareser bike bang li raya giştî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn kir. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê li şûna guh bide bangê û diyalogê pêş bixe, derî li Îmraliyê girtin û li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerekî dijwar pêş xist.

Beriya wê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 17’ê adara 1993’an de daxuyanî da çapemeniyê û banga agirbestê li Tirkiyeyê kir. Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal jî bi rêya Cengîz Çandar, Hatip Dîcle û Celal Talabanî gotibû ‘Ev bang ji bo me pir bi qîmet e’ û xwestibû agirbesta mehekê bikin bêdem.  Lê piştî vê yekê Ozal bi awayekî biguman mir.

Herî dawî Ocalan xwest di protokola Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an dawî li çekan bîne û bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike. Lê Serokomar Erdogan mase xera kir û dawî li pêvajoyê anî.

Şerê li ser parvekirina çavkaniyên enerjiyê

Nûnerên KCK’ê di analizek xwe de wiha balê dikişîne ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn: “Piraniya şer li ser axa Rojhilata Navîn tê kirin. Herî zêde li ser axa Rojhilata Navîn xwîna mirovan rijiyaye. Têrê nake ku mirov Rojhilata Navîn tenê ji aliyê jeostratejîk ve binirxînin. Erdnîgariyeke ku xwedî taybetmendiyeke jeostratejîk e. Di siyaseta cîhanê de jî bi giranî ev vî alî derdixînin pêş û li ser vê bingehê tê nîqaşkirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bi giranî bi vî alî tê şîrovekirin. Yek ji sedemên bingehîn ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn parvekirina çavkaniyên enerjiyê ye. Hewl tê dayin ku li ser çavkaniyên ava paqij ên li ber çikandinê ye, serwer bibin. Bêguman ev jî yek ji sedemên girîng ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e.

Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku mirovahiyê xwe lê kiriye civat. Rojhilata Navîn navenda şaristaniyê ye. Bi vî rengî xwedî roleke navendîbûnê ye. Li gel cihê civakîbûna mirovahiyê di heman demê de Rojhilata Navîn ew navend e ku dijberiya civakê jî lê afiriye. Ji xwe eger di vê serdemê de qala nakokiyeke gerdûnî bê kirin, ev nakokî jî civakîbûn û dijcivakî bûne. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vê yekê weke nakokiya navbera şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletê ya çînî pênase dike. Nakokiya bingehîn a ku di asta gerdûnî de divê bê nirxandin ev e. Cihê ku ev nakokiya bi hezaran salan dewam dike bi dawî bibe yan jî çareser bibe, Rojhilata Navîn e. Dema ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bê nirxandin, divê pêwendiya xwe ya yekser a bi vê yekê re bê dîtin. Bala xwe bidinê, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên statukoparêz û hêzên sermayedar ên navneteweyî li ber hev rabûn. Hin hêzên li nava sermayeya navneteweyî jî li ber hev rabûn. Van hêzan ji aliyekî ve hewl dan bi rêya vî şerî nakokiya navbera xwe çareser bikin, di heman demê de li dijî hêzên şaristaniya demokratîk bi hev re tevdigerin. Êrişên li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li dijî PKK’ê li dijî gelê Kurdistanê, li dijî Abdullah Ocalan vê rastiyê nîşan didin. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ku di nava xwe de xwedî nakokiyan e û li hemberî hev têdikoşin, dema ku mijar dibe gelê Kurdistanê, PKK û Ocalan bi hev re tevdigerin. Lewma Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ne tenê şerê navxweyî yê hêzên sermayeya navneteweyî ye. Di heman demê de şerê navbera hêzên modernîteya demokratîk û hêzên şaristaniya dewletperest, çînperest e.