Sunday, September 19, 2021

Evîndar û pîrê doza Kurdistanê: Aram Tîgran

Hinek bîranîn û gotinên mamoste Aram Tîgran…
Mamoste Aram di 15’ê meha yekem a sala 1934’an de li Qamişloyê hate dinyayê. 8’ê tebaxa sala 2009’an de jî li Atînayê wefat kir. 75 salî bû û bi 55 salên ji temenê xwe ve, di xizmeta huner, ziman û doza Kurdistanê de bû. Roja 18.11.1997’an li Akademiya Kurdî min hevpeyvîneke dûrûdirêj pê re çêkir. Hingî wesiyeteke wiha li cem min kir: “Vayê ji te ra dibêjim: Eger ez rojekê mirim min bibin û li kêleka mamoste Cigerxwîn, li Qamişloyê veşêrin.” Lê piştî ku di sala 2009’an de çû Amedê û ew germahiya xelkê bakurê Kurdistanê dît telefonî min kir û got “Kakşar li bîra te tê, di hevpeyvîna 1997’an de min ji te daxwazek kiribû? Min wesiyet li te kiribû û te jî di pirtûkê da wesiyeta min bi cî kiriye. Min ji te ra gotibû ku ez mirim min li Qamişlo veşêrin, lê ez niha jî dibêjim eger ez mirim min li Amedê veşêrin. Ji ber ku ew germahiya ku gelê kurd li bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li Amedê nîşanî min da ez pir hestiyar kirime. Min di emrê xwe da ewqas qedirnasî nedîtiye.”
Mamosta Aram salên dawiya jiyanê carna hinek gotin beyan dikirin ku mirov neçarî ponijîneke kûr dikir. Di xema doza kurd û paşeroja jiyanê ya li hemû cihanê de bû. Sala 2007‘an dema hatibû cem min li malê, li min nêrî û wiha got:”Kakşar, çi dibe bi dinê? Lawê min ez tiştekî difikirim. Salên dirêj in ku em li benda rojên xweştir in. Lê ez nizanim çima ew rojên derbasbûyî ji rojên niha xweştir bûn!!?. Nizanim mesele çi ye. Xuya ye ez ê bi dilekî tije êş biçim bin axê.” Min digot “Mamoste tu çima wisa dibêjî.” Digot “Dinya tevlihev bûye. Qîmeta însanan nemaye. Teknolojîyê çi qîmeta vî erdê ku em li ser dijîn, vê hewa û vê xwezayê nehîştiye. Ez ew tehma berê di jiyanê de nabînim.” Îca digot “Erê em li Kurdistanê bûn, li Rojava bûn, çûn Ermenistanê û va dîsa, li vira, di nava kurdan de ne. Hejmara wan kêm bin jî me hinek rojên xweşî dîtin lê wê çi ji nifşên pêşerojê bibe? Torin û zarokên me wê çawa bibin?!.”

Aram ji rojavayê Kurdistanê heya Êrîvanê û pişt re bi hatina nava kurdên Ewropayê re rûpelekî zindî yê dîroka me ya devkî bû. Sîngê wî bi bîranînên xweş û nexweş tije bû, bi sedan kurdên pispor, hunermend, mezin û giregirên kurd re bû.
Xweşsuhbetiya mamosta Aram tim ez dixistim nava rûpelên dîroka me ya nenivîsandî. Anku dîroka şifahî an jî devkî pêwîst e di navendeke lêkolînên zanistî de xwedî cihekî taybetî û giranbuha be. Ez yek ji evîndarên wê para ragihandinê me ku hevpeyvînên min yên bi kesayetiyên wekî Aram Tîgran û sedan kesên din re dikarin ji gelek kesên îro û siberoja welatê me re bibine serekanî bo lêkolîn û nivîsandina romanên nenivîsandî li ser jiyana xizmetkarên doza kurdîtiyê.

Aramê wefadar û rêwiyê hunerê

Dîwana wî tim germ bû û tevî axaftina li ser jiyan û serbihuriya xwe, wesiyeta bavê xwe yê emeknas Tîgran Melîkyan jî bi bîra kesên amade dianî. Wesiyeta bavê xwe ji bîr nekiribû. Bavê wî Tîgran Melikyan jê ra gotibû:”Binêre kurê min, eger hûn îro li rûyê dinyayê ne bi xêra wî axayê kurd e ku ez ji qetlîamê xelas kirim û xwedî kirim. Dema agirê qetlîamê piçekî kêm bû ez şandim binxetê. Ez hatim vir û li vira zewicîm. Bûm xwediyê zarokan û tu jî yek ji wan zarokan î. Her kîjan ji we di kîjan warî de bibine xwedî kîjan pisporiyê ked û emeka miletê kurd ya li ser we ji bîr nekin.” Dema li Qamişloyê bû kurê Haco Axa û kurdên Rojava hevalbendên wî yên salên ciwaniyê bûn. Dema çû Ermenistanê dîsa xwe di nava kurdên êzidî de dît û hunera xwe pêşkêş kir. Dema hate Ewropayê jî alîgirên doza Kurdistanê û bi taybetî jî PKK’ê bi germî pêşwazî lêkirin. Aram Tîgran bi xwe jî gelek caran behsa vê mijarê dikir. Ew bi devê xwe dibêje “Li Qamişlokê mala min ya duduyê li kêleka mezinên malbata Haco Axa bû. Dema di 1966’an de ji Rojavayê Kurdistanê çûm Êrîvanê, ez çûm radyoya Ermenistanê. Min ji wan xwest ku di radyoyê de kar bikim. Wisa bersiva min dan ‘Yek, devoka axaftina te ne ya ermenkiya me ye. Du, dîplomaya te ya hunerî tune ye.’ Dîsa jî min stranek ji wan re got. Min kilamek kurdî got, lê wan zêde ji stranên min hez nekirin. Piştre ji min re gotin: ‘Em qebûl nakin. Divê tu pêşî biçî xwendingehê û dîplomayê wergirî. Piştre were vir û kilamên xwe car din bêje. Ewçax em ê binêrin ka em ê te qebûl bikin an na.’ Lê cihê radyoya beşa kurdî nîşanê min dan û gotin: ‘Here serî li wan jî bide. Belkî ew te qebûl bikin.’ Ez çûm min li deriyê wan da, Cemîla Celîl derî vekir. Ew çax Cemîla berpirsiyara beşa hunerê bû. Wê û berpirsiyarên din yên radyoyê jî xêrhatina min kirin. Di serî de zêde rû nedan min. Lê wexta min behsa xwe kir û strana ‘Şev Çû’ got devê wan vekirî ma. Hemû hatin li dora min kom bûn. Min 5-6 stran gotin. Piştre bi rûxweşî ji min ra gotin:” ‘Were li cem me bixebite, tu yê gelek bi kêrî para kurdî ya radyoyê werî, ser çavan re hatî Aramcan…’ Min jî got ‘Dîplomeya min tune ye.’ Gotin:”Dîploma mîploma ne lazim e. Ew saza di destê te de doktoraya te ye.”
Mamoste Aram digot: “Dîsa kurd li wira jî li min xwedî derketin. Dema ez hatim Ewropayê jî eleqeya hevalên PKK’yî çêbû. Bi germî pêrgî min hatin. Serok Ocalan li ser strana ‘Hey Lo Lo Delal’ nirxandinek kir. Meraq kiribû û gotibû ‘Ev stran ya kê ye? Divê ev deng bêhtir bê bihîstin û guhdarkirin. Dema min ew stran guhdar kir ewçax eşqa kurdîtiyê bêtir ket nav dilê min.”

Evîndarê zimanê Kurdî bû

Hinek derdên mamoste Aram yên giran hebûn. Yek ji wan derdan zimanê kurdî bû. Tim digot:” Ez ditirsim ev zimanê melodîk ji holê rabe. Kurdî zimanê hunerê ye. Dema kurdên bakur li cem min bi tirkî diaxivin, êşeke giran berê xwe dide dil û mejiyê min. Ez fam nakim vana çima wiha ji zimanê wan kesan hez dikin ku hebûna kurd û Kurdistanê înkar dikin?! Têhniyên xwîna şervan û serokên doza wan in? Ev çi hikmet û sirr e, bi rastî çiqas dikim nikarim ji vê mentiqê fam bikim…”
Ya din mesela kurdan ya li çar parçeyan tim di bala mamoste Aram de bû. Xwe weke berpirsekî çareserkirina pirsa kurd didît. Ya sêyem jî rewşa demokrasiya Kurdistanê û cîhanê bûn. Yanî kesekî dûrbîn bû. Mamoste Aram evîndarê doza Kurdistanê bû. Dema ku wî PKK nas kir û gelek caran bi rêzdar Ocalan re bi têlefonê axivî û piştre çû cem, wî ji nêzîk ve dît, fehm kir ku ev tevger rêz û qîmetê dide huner, ziman û çandê. Ji xeynî wê jî wî zanî ku doza Kurdistanê dozeke demokratîk e ku qedirê hemû gelan dizane û mafên wan li ber çav digire.

Ji ber ku Aram Tîgran bi xwe ermen bû pêdiviya demokrasiyê ji dil û can hîs dikir û dît ku vê tevgerê, demokrasiyê weke erk ji xwe ra pejirandiye. Doza PKK’ê doza kurdan bû. Lê dema ku vê tevgerê nas kir dît ku di vê dozê da êş û zehmetiyeke mezin hatiye dîtin. Mamoste Aram vê kedê bi çavê xwe dît. Îca kesên bixwazin wan dîmenên hevdîtina wan temaşe bikin wê zanibin ku ez çi dibêjim. Wî li ser serok Ocalan wiha digot:” Hunera min ji hêza gel tê, lê dema min serok Ocalan ji nêz ve dît û li ser hunera min nirxandinên hûrgilî beyan kirin, hêza min ji doza netewî zêdetir bû. Min bêtir qîmeta hunera xwe zanî. Ew qîmetdayîn ji min re bû teşwîqeke mezin ku şev û rojan li ser afirandina berhemên nûtir kar û xebatê bikim. Ji malê dinê tiştekî min tune lê hunera min hemû malê dinê tîne. Heft nifşên piştî min yê bi nav û hunera min serbilind bin, ev besî min e.”

MED TV mala wî ya duyem bû

Piştî ku MED TV di Newroza sala 1995’an de vebû studyoya me ji xwe ra kir cihekî razanê. Mala wî ya duyemîn ew der bû. Di ekranên wê TVyê de me stranên wî: Bilbilo, Hey Lo Lo Delal, Rabin Ser Xwe, Çiyayê Gebarê, Ay Dîlberê, Lo Gerîla, Kurdistanê û sedan newa û peyvên wî bi dengekî germ gihîştin her derê Kurdistan û derên ku kurd lê ne.
Pîrê hunerê Aramê dengzelal li ser biratiya kurdan gelek stran gotine. Bawer nakim ji xeynî mamoste Şivan Perwer kesî bi qasî wî di vê mijarê de bi qasî wî stran gotibin. Di stranên xwe da gel teşwîqê tekoşînê dikir.
Huner û stran ji hestên dilê wî dûr neketin. Huner di zatê xwe de evîn, aştî, dostî û dilovaniyê tîne, ji ber wê jî wî dizanî ku tim li ser wateya aştiyê bistire. Hingê dûrbûn bibû sedem ku nikaribû dengê xwe baş bigihîne xelkê û peyamên xwe belav bike. Lê piştî ku Med TV vebû cihekî wî yê razanê li studyoya TV‘yê hebû û mala duyê jî li cem zarokên xwe bû. Hêvîya wî ya herî mezin ew bû ku kurd bikaribin bi rêya hunerê dengê xwe bigehînin her derê cihanê. Dema şev û nîvê şevê digot, min hîs dikir ku eşqeke wî hebûye ku pir pê şikestiye.

100 sal in li ser kurdan ferman heye

Êşeke giran tim di tona dengê wî de hebû, çimkî babê wî pirî caran behsa bayê reş ê fermana ermenan dikir.
Ji ber ku di nava kurdan de mezin bûbû, erdnîgariya Kurdistanê zanibû, êca êş û elemên kurdan jî baş fehm kiribûn. Her tim digot “Ji wê fermana ku bi serê ermanan de hatiye zêdetir bi serê kurdan hatiye. Du-sê salan ermen kuştin lê ev sed sal in tirko kurdan dikuje. Ji Geliyê Zîlan û Dêrsimê bigire heya roja îro, hêşta jî ew xwînmij têr nebûne…” Min dipirsî “Mamoste tu van tiştan ji ku dizanî?” Digot:”Ez dibînim. Ermenan bi qetlîaman ji erdnîgariya wan derxistin. Niha jî hewldana wan ew e ku bi heman şêweyî kurdan jî derbixin û asîmile bikin. Bi milyonan kurd li bakurê Kurdistanê hene. Tirkiye perwerdeyeke wisa daye ku gava yek navê kurd û Kurdistanê tîne ziman rastî êrîşan tê. Li Ewropayê jî li derekê gava ez qala kurd û Kurdistanê dikim û tirkek li wir hebe ger jê were dixwaze min bikuje.”
Xwendevanên hêja gotin û bîranîn li cem mamoste Aram pir in, gotarek têr nake mirov behsa hemû aliyên jiyana kesekî bike ku 55 salan tim li kêleka miletekî bindest bû. Ger pirtûka min:”Dengê Azadiyê, Sembola Biratiyê: ARAM TÎGRAN” bi destê we bikeve, hûn baştir û berfirehtir herin nava rûpelên jiyana wî pîrê huner û doza kurd û Kurdistanê.