19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 DAIŞ’iyên payebilind û teqemenî hatin desteserkirin

Hêzên Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 28’ê adarê bi navê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” li kampa Holê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Operasyona di roja 4’emîn de didome. Li ser agahiyekê, Yekîneyên Antîteror (YAT) ên girêdayî Hêzên Hundirîn li kampa Holê operasyoneke taybet kir û vê sibehê 2 endamên DAIŞ’ê yên payebilind hatin girtin. 

​​Her wiha hat ragihandin ku di operasyonê de pergaleke teqemeniya mayînan, cilên leşkerî û hin alavên din ên leşkerî hatin desteserkirin.

Bi operayona ku ev 4 roj in didome, heya niha alavên cuda yên leşkerî hatibûn desteserkirin û bêhtirî 70 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin. Îro jî di nav kampê de hin alavên mîna pergala teqemeniya mayînan, cil û berg û çenteyên leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin.