spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir

2’emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn bi dirûşma “Bi yekîtiya jinê em ê şoreşa demokratîk pêk bînin” li paytext Beyrûdê dest pê kir. Konferansê bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyên ji bajarên cuda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kir. Konferans dê 2 rojan dewam bike û rewşa heyî ya Rojhilata Navîn bê nirxandin, danheviya têkoşîna jinan a li herêmê bê parvekirin.

Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn ku cara ewilî sala 2013’an li Amedê pêk hat. Bi navê Komîteya Amadekar Hanan Osman û Koordînasyona KJK’ê, Yekîtiya Jinanî Kurdistan ku rêxistina jinan a YNK’ê ye, ji Şengalê Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidxanê (TAJÊ) û bi navê girtiyên siyasî yên li zindanên Tirk jî Leyla Guven peyam şandin.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê û rola jinan hatin nîqaşkirin. Ji Yemenê Anjela Al Mumary rûniştina destpêkê bi rê ve bir û ji Lubnanê ji Saziya Jinê ya Jîn Buşra Alî, ji Îranê Meryem Zolfagharîanalîabad, ji Fasê Hatîce Riyadî û ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Lîna Bereket axivîn.

Buşra Alî bi sernavê “Şer-nakokiyên 10 salên dawî û rola me” axivî û bal kişand ser 3’emin şerê cîhanê ku di navbera hêzên kapîtalîst ê global û dewletên herêmê yên statukoparêz de diqewime. Alî diyar kir ku aloziya salên dawî parçeyek ji vê rewşa 10 salên dawî ye û destnîşan kir ku li gel van aktoran weke dînamîka sêyemîn jî bi pêşengiya jinê têkoşîna civakî tê meşandin. Buşra Alî destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê ya li herêmê bi qasî ku pêşengî ji têkoşîna azadiya civakî re kir wê bi ser bikeve.

Parêzvana Mafên Mirovan a li Îranê Meryem Zolfagharia jî bi mijara “Li herêmê netewe-dewlet û rastiya desthilatdariyê” axivî û bi taybetî bal kişand ser bandora zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê. Zolfagharia di vê çarçoveyê de rewşa li Îranê nirxand û anî ziman ku li Îranê temenê zewacê weke 13 hatiye diyarkirin, lewma zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye. Meryem Zolfagharia anî ziman ku zextên giran li aktîvîstên jin tê kirin û rewşa girtiya siyasî Zeynep Celaliyan bi bîr xist. Zolfagharia her wiha destnîşan kir ku niha li Îranê hewldanên jinan ên ji bo rêxistinbûnê zêde ye.

 Ji sedî 40’ê penaberan jin in

Ji Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Lîna Bereket jî bal kişand ser bandora şer li jinan. Bereket diyar kir ku bi taybetî tundiya li dijî jinê zêde bûye û destavêtin jî weke amûreke zext û êşkenceyê tê bikaranîn. Bereket diyar kir ku ji bo fûhûşê jî argumanên olî tê bikaranîn. Her wiha têkildarî bûyerên tundiya li jinê li Sûriyeyê hin dane parve kir. Li gorî vê yekê ji sedî 40 ê penaberên Sûriyeyî jin e. Yek ji çar parên jin ên penaber jî bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dikin. Di encama vê yekê de jî zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye.

2’emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn bi rûniştina bi sernavê “Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê danheviyên têkoşînê yên jinê” dewam dike. Rûniştin ji aliyê rojnamevana Misrî Noûr El Hoda Zakî ve tê birêvebirin û ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Parlamentera HDP’ê Gulistan Koçyîgît, ji Lubnanê Heyat Mîrşad, ji Urdunê Îman el Huseyîn û ji Iraqê jî Şamîran Odesho tevlî bûne.