spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 nûçegîhanên Rojnewsê ji duh ve winda ne

Nûçegihanên Ajansa ROJNEWS’ê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku çalakiyên xwendekarên zanîngehê li Silêmaniyê dişopandin ji duh ve winda nin û tu agahî ji wan nayê girtin. Duh polîsan li Silêmaniyê êrîşî xwendekarên zanîngehê kiribûn û gelek xwendekar binçavkiribûn. Nûçegihan Latîf û Eshed duh agahî ji wan qut bû. Li gorî çend şahidên bûyerê, hêzên ewlehiyê nûçegîhan binçavkirine. Duh rayedarên asayişa Silêmaniyê diyar kiribûn ku kesên wisa li cem wan tune. Îro dîsa nûneren Ajansa Rojnewsê dîsa li Asayişa Silêmaniyê geriyan. Vê carê rayedarên asayişê agahiya “Em ê lêkolîn bikin û li we vegerin” dan nûnerên Rojnewsê.

Duh jî li ber Malbenda Rêxistina YNK’ê ya Silêmaniyê kamara û nasnameya rojnamegerî ya Birwa Eshed jê hatibû standin. Lê piştre, bi hewla Şaxê Sendîkaya Rojnamegerî ya Silêmaniyê kamare hate standin, lê hîn amûrên wî yên din nehatûn wergirtin.

Nûnerên Ajansa Rojnewsê serî li Navenda Metro û Şaxê Sendîka Rojnamegerî ya Silêmaniyê dabûn û ew ji windabûna nûçegihanên xwe agahdar kiribûn.