18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 welatî li Kastamonuyê di lehiyê de winda bûn

Li Kastamonuyê ji ber barana zêde lehî rabû. Li navçeyên Azdavay, Bozkurt, Cide, Şenpazar, Daday, Kure, Aglı û Îneboluyê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiyê rê xerabûn, welatî di malên xwe de asê man.  Li navçeya Bozkurtê piştî lehî rabû deriyên çavê HES’ê vekirin û hin çavên bendavê teqiyan. Lê walîtiya bajêr diyar kir ku tiştekî wisa ne rast e. Parlementerê CHP’ê yê Kastamonuyê Hasan Baltaci diyar kir ku li navçeyê bi sedan kes di malên xwe de asê mane û alîkarî xwest. Li navçeya Îneboluyê zaroka 13 salî Rabîa Aydemîr a ber bi avê ket, winda bû. Ji bo dîtina Rabîa lêgerîn didome. Li Bartinê pîra 80 salî jî bi avê re çû û winda bû.