24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2021 dê bibe sala rizgarkirina herêman

Navenda Nûçeyan

Sala 2020’î li hemû cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn bi qeyranên siyasî, aborî, civakî û hwd. derbas bû. Li aliyekî belavbûna şewba koronayê, li aliyê din jî qeyranên aborî cîhan xist bin bandora xwe. Rastiya qeyranên civakî û siyasî li Rojhilata Navîn bi hinceta şewbê hatin perdekirin û nakokiyên heyî her çû zêdetir bûn.

Di Sala 2020’î de leystikên herî qirêj li ser deskeftiyên kurdan bi destê DYA, Îran, Rûsya, rejîma Sûriye û Tirkiyeyê hatin leyistin. Em dikarin bibêjin ku ji bo kurd li tu deverê bi ser nekevin çi ji destê Tirkiyeyê hat kir; ji Bakur, Başûr heta Rojava geh bi aşkera geh bi veşarî êrîşî kurdan kir û hê jî dike. Bi taybetî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9’ê cotmeha 2019’an ve bênavber didomin. Beriya ku Serokwezîrê hilbijartî Joe Bîden were ser kar Tirkiyeyê lez da êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsayê.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û bi giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di 2020’î de axivî.  Xelîl diyar kir ku dê sala 2021’î bibe sala rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Aloziyên li Rojhilata Navîn

Aldar Xelîl diyar kir ku sala 2020’î ji bo hemû gelên Sûriyeyê dijwar derbas bûye û wiha got: “Jixwe ev 10 sal in di nava Sûriyeyê de aloziyeke mezin heye, ji ber wê gelê herêmê salek e pir giran derbas kir. Li Lubnan, Iraq, li parçeyên Kurdistanê,Yemen, Tûnis, Lîbya, Deryaya Spî, Ermenistan û Azerbeycanê alozî mezin bûn. Bi giştî herêm di nava aloziyan de bû, lê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hinek taybetmendiyên wê yên cuda hebûn. Ev herêm beşeke ji Sûriyeyê ye û alozî demdirêj e dewam dike. Di sala 2020`î de çareserî bi pêş neket û tu nîşaneyên ku çareserî dê bi pêş bikeve jî diyar nebûn. Her wiha hebûna komên çekdar û rewşa dagirkeriyê alozî girantir kir. Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2020`î bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir, beriya wê jî bi du salan Efrîn hat dagirkirin. Ev tê wateya ku hîna alozî mezintir bibe.”

Xelîl di axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên li ser Rojava pêk hatî li tu deverên din pêk nehatine û wiha pêde çû: “Niha yekser dewleta tirk êrîş dike. Beriya wê DAIŞ, Cebhet El-Nusra, komên çeteyan bûn. Beriya wê jî rejîm desthilatdar bû. Her çiqas ku êrîş hebin li dijî van êrîşan berxwedan û avakirin jîheye. Li herêmên din ên Sûriyeyê rewş ne wiha ye. Jixwe rastiya rejîmê diyar e. Lê li Rojava Sîstema Xweseriya Demokratîk heye. Ev sîstema demokratîk jî dihêle ku ev herêm tevî hemû êrîşan jî bikaribe van zehmetiyan derbas bike.”

Komên çeteyan

Di berdewamê de Aldar Xelîl bal kişand ser helwest û projeyên hin opozisyonên ku ji bo pirsgirêkên çareseriya Sûriyeyê derketin holê û ev tişt anî ziman: “Di sala 2020’î de hemû cîhanê dît ku ev kom çet ne. Berê di ragihandinê de navekî wilo li xwe dikirin, digotin em nûnerê şoreşa gelê Sûriyeyê ne. Lê derket holê ku hin aliyan, mîna Tirkiye û Qeterê pere dane wan da ku bibêjin em şoreşger in û erk dane wan. Di sala 2012`an de êrîşî herêmên me jî kirin, lê ji ber berxwedanê nekarîn bigihêjin armancên xwe. Di salên 2018, 2019 û 2020`î de bi dewleta tirk re dîsa êrîş kirin. Ên qaşo digotin em li dijî rejîmê ne, berê xwe dan herêmên me. Ji ber ev komên çeteyan girêdayî Tirkiyeyê bûn li gorî xwestekên wan tevdigeriyan. Dema li ser daxwaza Tirkiyeyê berê xwe dan Lîbya û Qerebaxê û deverên din, êdî her kesî dît ku ew çete ne, bi pereyan kar dikin, ne wekî xwe diyar dikin ku xwediyê şoreşekê ne û dixwazin guhertineke demokratîk di welatê xwe de çêkin.”

Projeya yekitiya neteweyî

Xelîl der barê mijara yekitiya hêzên kurdî de diyar kir ku wan xwestiye di sala 2020’î de bigihêjin lihevhatinek û wıha got: “ENKS heta niha li derveyî Rojava dima, bûbû endama koalîsyonê ku cihê xwe di dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de girtibûn. Bi rastî em naxwazin partiyên kurd di nava wê eniyê de cih bigirin. Hevdîtin çend mehan dirêj kir, hinek gav hatin avêtin. Lê hinek xalên bi pirsgirêk man. Wan dixwest nîvê rêveberiyê bibe para wan. Wekî din dixwestin peymana civakî bê guhertin. Jixwe di nava peymana civakî de pir xalên ku dihatin gotûbêjkirin hebûn, mîna mijara  perwerdeyê, jinan û Sîstema Hevserokatiyê, şêweyê sîstem û erka xweparastinê. Gotûbêjên der barê van mijaran de gihaştibûn astekê. Piştre nûnerê Amerîkayê yê li Rojava ji ber hilbijartina li Amerîkayê çû Washingtonê. Ji ber wê hevdîtin hat rawestandin, em nizanin ka dê dîsa kengî dest pê bike. Lê em dikarin bibêjin ku sala 2020’î bû sala hewldana pêşxistina yekitiya di navbera partiyên kurd e.”

‘2021 dê bibe sala rizgarkirinê’

Her wiha endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku dê sala 2021’î bibe sala rizgarkirina herêmên hatine dagirkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêviyên me ew in ku sala 2021’an bibe sala azadî û rizgariyê, bi taybet ji bo herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Pêwîst e ev herêmên dagirkirî bên rizgarkirin, rizgarkirin pir dereng ma, gelê me pir diêşe, koçber bûye, di kampan de dijîn. Banga min ji bo hemû gelê me, em dest bidin hev, xebata xwe kûr û mezin bikin ji bo ku em van herêman rizgar bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê