spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2021 Newroza azadiyê ye

Beriya mîladê di sala 612’an de bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq hat vêxistin. Ew agir tu carî venemirî û ev 2 hezar û 633 sal in her geş û gur dibe.

Gel û civakên qedîm ên vê axê wateyên cuda li Newrozê dikin. Lê ji bo qewmê çiyê ji bo kurdan Newroz vejîn e, raperîn e, serhildan û berxwedan e.

Gelê kurd par ji ber pandemiyê nekarî weke salên borî meydanên Newrozê tijî bike. Lê îsal heyfa par jî hilandin û li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerandin. Salên borî Newroz çawa hatibû pîrozkirin ka em bi hev re hafizaya xwe teze bikin.

Gelê kurd ji salên 90’î heya niha tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşeke mezin Newrozê pîroz dike. Newrozên ku ji salên 90’î heya niha hatine pîrozkirin, bi coş û rengîniya xwe di bîra mirovan de mane.

Cara ewil di sala 1991’ê de Newroz bi awayekî girseyî li Nisêbîn, Cizîr, Amed, Stenbol, Edene, Bismil, Kerboran, Pirsûs, Pasûr û Hênê hat pîrozkirin.

Bi hezaran kesên ku paxav bi qedexeyên dewletê nekirin, derabeyên dikanên xwe danîn û dibistan boykot kirin û daketin qadan. Wê demê dewletê êrişî Newroza Nisêbînê kir û 31 kes qetil kirin.

Newroza 92’yan li gel astengên OHAL’ê jî bi girseyî hat pîrozkirin. Di êrişên tîmên taybet de, li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Êlihê û bajarên din 96 kesan jiyana xwe ji dest da.

Newrozê ber bi dawiya salên 90’î ve ji aliyê partiyên siyasî yên demokratîk ve hatin organîzekirin. Li qadan bi coş hat pîrozkirin. Di serî de li Amedê, li temamiya bakurê Kurdistanê qadên Newrozê bûn qadên berxwedana li dijî faşîzmê.
Di sala 1999’an de piştî rêberê PKK’ê bi komployê teslîmê Tirkiyeyê hat kirin, Newroz ji aliyê dewletê ve dîsa hat qedexerkirin. Lê gel wê salê ji bo hêrsa xwe ya li dijî komployê nîşan bide bi hêrseke mezin daket qadan.

Di sala 2000’î de ku PKK’ê agirbest ragihandibû, li bajarên bakurê welêt bi sedhezaran meydan tijî kirin. 2002’yan bi milyonan kes li qadên Newrozê azadiya Oclan qîriyan û ji bo çareseriyê bang kirin.

2004’an gelê kurd li qadên Newrozê li dijî netewe-dewletê îşaret bi Konfederalîzma Demokratîk kir. 2007’an êrişa fizîkî ya li dijî birêz Ocalan bi dirûşma tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye hat rûreşkirin. Dirûşma sala 2008’an li dijî înkar û îmhayê pêngava Êdî bes e bû.

2010’an gelê kurd li qadên Newrozê deklere kir ku muxatabê çareserî û şer Ocalan e. 2011’an dirûşm û şiara gel an ‘azadî an azadî’ bû. 2012’an gel hemû bendên hikûmeta tirk derbas kirin, herikîn qadên Newrozê û israra xwe ya di azadiyê de nîşan da. Sala 2013’an Kurdistan bûbû Amed, çavê dinyayê hemû lê bû. Li wir Manîfestoya azadiyê ya rêberê PKK’ê Ocalan hat xwendin.

Newroza 2016’an di atmosfereke wisa de hat pîrozkirin ku hikûmeta tirk dest bi şerekî topyekûn kir û digot wê kurd danekevin qadan, lê kurd bi çalakiyên xwe hesabên wan xera kirin. Sala 2018’an êrişên li dijî Efrînê hêrsa kurdan zêdetir herikand meydanan.

Newroza 2019’an bi şîara ‘em ê teqez bi serkevin û tecrîdê bişkînin’ hat pîrozkirin. Sala 2020’an ji ber pandemiyê milyon daneketin qadan lê dîsa jî agirî Newrozê li gelek deveran bi coş hat vêxistin. Newroz îsal bi ruhê serketina Garê hat pîrozkirin û kurd wê bi yekdengî azadiyê biqîrin.