25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên PYD’ê 39 roj in di destê PDK’ê de ne

Di 10`ê hezîranê de hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn balafirgeha Hewlêrê, revandin. Ji wê demê heta niha hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên PYD’ê û sedema revandina wan aşkere nekiriye. Nûnerê Rêveberiya Xweser Cemîl Rehmano têkildarî revandina nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz, ji rojnameya me re axivî.

Çarenûsa wan ne diyar e

Cemîl Rehmano ewilî qala girtina nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamên pêwendiyên PYD’ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz kir û wiha got: “Ew her sê nûnerên me ku hatine girtin yek jê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê ye. Dudu jê jî endamên pêwendiyên PYD’ê ne. Cîhad Hesen nûnerê Rêveberiya Xweser e, Mûstafa Ezîz û Mûstafa Xelîl jî pêwendiyên PYD’ê ne. Li Hewlêrê dimînin. Hinek mêvanên ji komên aştiyê û demokrasiyê ji Ewropayê hatibûn. Nûnerên me xwestin ku biçin mêvanên xwe pêşwazî bikin. Li ser pêşwaziya mêvanan li balafirgehê ew binçav kiribûn û biribûn cihekî nediyar. Ev nêzî 35 rojan e çarenûsa wan ne diyar e. Tu agahiyên wisa fermî ji me re nehatiye dayîn. Ka li ku derê ne, çi dikin, lêpirsîna wan li ser çi esasî ye, ji bo çi girtine. Bes daxuyaniyek dabûn û gotibûn ew kesên ku me wan girtiye komek xwecihî ye. Xwestine alikariya grubeke biyanî bikin. Yanî li ser vî esasî hatine girtin. Weke ku me got heta niha çarenûsa wan ne diyar e.”

‘Bersivên PDK’ê bi guman in’

Cemîl Rehmano da zanîn ku wan der barê girtina nûneran de bi PDK’ê re danûstandinan kirine û wiha got: “Têkildarê girtina nûneran fermî jî û ne fermî jî me hinek danûstandin bi PDK’ê re kirin. Dibêjine ku em wan weke nûner nas nakin û qebûl nakin. Li gel me girtî ne, wê asayîş li ser wan lêkolînan bike û li gor wê bên berdan neyên berdan diyar bibe. Lê heta niha jî negotine li ku derê ne, kîjan cihî ne û li kîjan girtîgehê ne. Malbatên nûneran çûne wê derê. Ji malbatê re jî gotine hûn dikarin mesrefekî pere ji wan re deynin yanî hinek pere ji bo wan deynin û gotine hûn nikarin wan bibînin. Li ser vî esasî hinek gumanên me çêbûn. Ji ber ku ji aliyê PDK’ê ve bersivên wisa neyinî tên dayîn.”

Nêzikatiyên PDK’ê pir xetere ne

Cemîl Rehmano bal kişand ser armanca girtina nûneran û wiha axivî: “Girtina nûneran dikeve wê çarçoveya hemleya dewleta tirk a dawiyê ya li ser Herêma Parastina Medyayê. Nêzikbûna PDK’ê bi taybetî jî li dijî Rojava rewşek pir xetere ye. Niha rewşa li Herêma Federal a Kurdistanê jî di xetereyek mezin de ye. Ev nêzikatî û girtina nûneran derveyî qanûnê tê kirin. Bi vê yekê dixwazin her kesî çavtirsandî bikin. Weke ku tê zanin girseyeke mezin a Rojava li wir heye. Bi girtina nûnerên wan wisa dixwazin tirseke giştî çêbikin. Çawa li bakurê Kurdistanê Tirkiye vê yekê dike diwxazin heman tiştî li başûrê Kurdistanê jî bi taybetî li herêma Behdînan, Hewlêr û Dihokê çêbikin. Girtina nûnerên Reveberiya Xweser û PYD’ê jî dikeve vê çarçoveyê.”

Danûstandinan asteng dikin

Cemîl Rehmano herî dawî bal kişand ser hewldanên ji bo astengkirina xebat û danûstandinên kurdî-kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “PDK’ê li herêma Behdînanê gelek çalakvan girtine û hikmên giran dane wan. Her wiha ev bûyerên dawî yên ku li herêma Behdînanê tên kirin û revandina nûnertiyên Rêveberiya Xweser û du endamên pêwendiyên PYD’ê di vir de gumanan çêdike ku rolên tarî yanî hinek dest di van bûyeran de hene. Dixwazin rewşa li herêmê aloztir bikin û darbeyek mezin li danûstandinên kurdî-kurdî bi taybetî jî ev xebat û danûstandinên ku li Rojava dest pê kiribû bixin. Li ser vî esasî em bawer dikin ku hinek destên tarî di vê meselê de hene, dixwazin aloziyê kûrtir bikin û şêwaza girtina nûnerên me û yên pêwendiyên PYD’ê li ser vî esasî tê kirin.