spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şehbayê berxwedana jinên Efrînê

Leyla Lorîn

Têkoşîna tevgera jinên kurd û berxwedana ji bo azadiya jinan, li dijî desthilatiya mêrê kujer, her diçe mezin dibe. Hêviyên lêgerînên azadiya jinan her ku diçe li seranserê cîhanê ji jinan re dibe îlhama têkoşînê. Jinên kurd ên ku xwe bi fikrên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hûnandin û di xwebûnê xwe de israr dikin, her kêlî ji bo wan berxwedan e.
Jinên Efrînê ku koçberî Şehbayê bûne, parçeyeke vê berxwedana bêhempa ne. Ji bo jinên Efrînê her kêliya jiyanê bi berxwedanê derbas dibe. Dîsa her kêliya jiyanê, ji bo xwebûna xwe ya azadiyê di berxwedanê de israr dikin. Ji bo jinên Şehbayê li dijî çete û rejîma Baasê her kêlî têkoşîn e.

Têkoşîna jinan layîqî vegotinê ye

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa berxwedana jinên Efrînê ku di 2018’an de bi plangeriyeke navdewletî û bi destê hevalbendên dewleta tirk, di encama êrîşeke dijwar de ji warên xwe hatin koçberkirin û li Şehba û Til Rifatê bi cih bûn, bikim. Têkoşîna jinên Efrînê bi rastî jî layîqî vegotin û lêkolînê ye.
Piştî bêbextiyeke mezin bajarê azadiyê Efrîn hat dagirkirin. Gelê Efrînê koçberî Şehbayê bûn. Ev nêzî çar sal in di nava koçberiyeke zehmet û ambargoyê de dijîn. Bi van zehmetiyên jiyanê jinên Efrînê her kêlî ji bo jiyaneke azad û rûmet li ber xwe didin. Gelê Efrînê û jinên Efrînê mirovên welatperwer in. Di hafiza civaka jinên Efrînê de, hafizeyeke xurt a axê û çandê heye. Di keda jiyanê de gelek afirîner in. Bi van taybetmendiyên xwe dikarin li her derê jiyanek nû biafirînin.

Ber konên xwe xemilandin

Yek ji taybetmendiyên jinên Efrînê, çawa ku xwedî zarokên xwe derdikevin û diparêzin, bi heman awayî wisa nêzî darên zeytûnan û hemû nebatên keskahiyê dibin. Jinên Efrînê ku koçberî Şehbayê bûne, bi darên zeytûnan bi darên fêkî, gul û kulîlkan li ber her konên xwe çandine, konên xwe xemilandine. Weke ku tê zanîn herêma Şehbayê, berî sê salan bi şerekî dijwar ên çeteyên DAIŞ’ê derbas bû û heta niha jî rojane di bin topbarana çeteyan de dijîn lê bi keda jinên Efrînê carek din li vê heremê jiyanê diafirînin. Lê jinên me yên berxwedêr ji bo nêzî erdnîgariya Efrînê bijîn, di bin van êrîşên çeteyan de jiyaneke zehmet li Şehbayê dijîn. Tevî van hemû êrîş û zehmetiyên jiyanê jî bi dest û keda jinan, Şehba bûye herêmeke keskahî û li ber her konek a berxwedanê baxçeyeke ji gul û kulîlkan hatiye çêkirin. Jinên Efrînê xwedî çandeke resen û xwezayî ne.

Xwe bi rêxistin kirin

Her kêliya jiyanê ji bo jinên Efrînê, di nava koçberiyê de zehmet û bi êş derbas bibe jî ew xwedî vîneke bihêz in û bi vîna berxwedana jinên kurd, serî li hemberî zor û zehmetiyan natewînin. Berî ku Efrîn bê dagirkirin, Efrîn bi hêza jinên azad, pêkhateyên; kurd, ereb, êzidî, sûryan, elewî bi hev re dijiyan. Piştî dagirkeriya Efrînê, şêniyên Efrînê derbasî Şehbayê bûn, tevî zext û zehmetiyan xwe zû komî ser hev kirin, rêxistina xwe carek din bi pergala hevserokatiyê, xebatên xweser, komîn û meclisên jinan, hêza cewherî rêxistin kirin. Jinên Efrînê bi fikrên Ocalan, xwe di bin sîwana Pergala Neteweya Demokratîk de, bi vîn û nêrîna jinên azad, ji bo guherandina civakê û azadiya jinan jî pêşengtiyê dikin.

Çîrokên jinên Efrînê

Bi van mijarên ku me girtin dest, piştî dagirkeriya Efrînê çîrokên jinan ên gelek biêş jî hene. Di nava her malbatekê de dayik û jin xwedî çîrok û serpêhatiyên biêş in. Şerê dagirkeriya Efrînê û berxwedana 58 rojan êşeke mezin ji bo jin û dayikên Efrînê hişt. Hîn jî şerê dagirkeriyê li welatê wan xilas nebûye û metirsiyên mezin li ser jiyana şêniyên Efrînê û jinan heye. Bi hezaran dayikên efrînî di berxwedana 58 rojan de xortên xwe û keçên xwe winda kirin. Gelek serpêhatiyên jin ên ku hevjînên xwe di berxwedana Efrînê de winda kirin, hene. Dîsa gelek dayik û jin hene zarokên wan bûne gazî, yên ku destê wan qut bûne, çavê wan çûne, lingê wan çûne, di nava van çîrok û serpêhatiyên jinên Efrînê de li benda nivîsandinê ne. Lewra hêja ye ku hemû cihan vî dengê berxwedana jinên Efrînê bibihîse. Her çiqas çîrok û serpêhatiyan ku dilê jinan û dayikan bi êşê koçberiyê disote jî lê jinên Efrîna berxwedêr dibêjin ‘Heta rizgariyê em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin.’

Weke rayagiştî ya cîhanê jî dizane jinên kurd û jinên şervan ên Rojava ji bo cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û mirovatî û jinan ji metirsiyên çeteyên hov ên DAIŞ’ê rizgar kirin. Hemû jinên cîhanê û gelê cîhanê deyndarê jinên kurd û şervanên jin ên kurd in. Divê civaka navneteweyî ji bo azadî û mafê gelê Efrînê berpisyariyên xwe bi cih bînin. Tenê daxwazeke jinên Efrînê heye, di nav azadiyê de carek din vegerin ser axa xwe, vegerin welat û cih û warên xwe. Bi vê wesîleyê jinên Efrînê bi biryar in dê dijî hemû ferasetên komê çeteyan ku jinan di nav Efrînê de dixe kole, li ber xwe bide û têbikoşe.