18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

21 sal berê hatin binçavkirin hêj winda ne

Serokê HADEP’ê yê Serdar Taniş û rêvebir Ebubekîr Denîz yên navçeya Sîlopiya ku di 25’ê çilêya 2001’ê de di bin çavan de windakirin, 21 sal in hêj winda nin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Silopiyaya Şirnexê, ji bo bîranîna Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Malbatên Taniş û Denîz, rêveber û parlamenterên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê di daxuyaniyê de wêneyên her du siyasetmedaran hildan û pankarta “Di 25’ê Çileya 2001’an de hatin binçavkirin, hîn jî winda ne, em şopdarê rêya we ne” vekirin.

Bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş, diyar kir ku faîl diyar in û wiha axivî: “Ev 21 sal in me hestiyên wan nedîtine. Me serî li her derê dan. Lê mixabin me tu agahî negirtin. Ji bo ku em li faîlên Serdar û Ebubekîr bipirsin, em her sal rojek wek îro li vir kom dibin. Divê tu kes li hemberî zilmê xwe bêdeng neke û dengê xwe bilind bike. Em bang li dewletê dikin kujeran derxin holê. Ne tenê faîlen Serdar û Ebubekîr, bila hemû bûyerên kiryar nediyar û kujerên wan werin eşkerekirin. Bila kujer werin cezakirin. Daxwaziya me edelet e.”

Birayê Serdar Taniş û Hevserokê HDP’ê yê Silopiyayê Yakup Taniş daxuyanî da û anî ziman ku heta kujer bêne dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî bi lêv kir ku niha bi hezaran kes li pey rêça Taniş û Denîz têdikoşin û wiha got: “Îro bi mîlyonan kurd cihê wan girtî ye û ala wan rakirine. 17 hezar û 500 mirovên me qetil kirin. Lê îro ew kesên ku ew qetlîam kirine weke mişk û maran di kunên xwe de xwe vedişêrin.”

Piştî axaftinan bername bi dawî bû.