25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

22 rêxistinên civaka sivîl PDK hişyar kirin

22 rêxistinên civaka sivîl li Qamişlo kom bûn û êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla û Şengalê şermezar kirin. Nûnerên rêxistina civakî PDK hişyar kir û xwestin xizmeta dijmin neke. Rêxistinên civakî li pêşiya avahiya giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li Qamişlo daxuyanî dan. Endamê TEV-DEM`ê Ayd Îbrahîm daxuyanî xwend û wiha got: “Tevgera kurd di vê qonaxê de hewl dide yekitiya eniya kurdî pêk bîne, da ku armanc û hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne. Ji bona wê jî têdikoşe. Ji bo parastina ewlehiyê ji bo hemû gelên herêmê fedekariyan dide. Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Şengalê ji bo parastina êzidiyan bi sedan şehîd dan. Ruxmî hemû fedekariyên wê yên li hemberî DAIŞ`ê û ji bo rizgarkirina Şengalê dane jî, PDK bi desteka Tirkiye hewl dide êrişî Şengalê bike. Kiryarên PDK`ê di vê demê de li dijî doza kurdî ne. Tevî wê jî li Şengalê aramî heye û hêzeke wê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) heye ku gel ji komkujiyan diparêze. Şengaliyan bi xwe rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava kir. Em ji tevgerên PDK`ê yên li herêma Xelîfanê bi fikar in. PDK`ê bi kemînekê 5 hevalên me şehîd xistin.

Divê hêzên nîştimanî yên demokratîk û civakî yên Kurdistanê li gorî berpirsyariya exlaqî û nîştimanî li hemberî siyasetên PDK`ê û civaka kurdî bi giştî û ya êzidî bi taybet, tevbigerin.”