spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

22 rojnameger beraet kirin

Di meha tebaxa 2016’an de polîsan avêtibûn ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi îdiaya ku 22 rojnameger ‘li dijî polîsan derketine 5 salbû dihatin darizandin. Danişîna biryarê ya doza rojnamegeran li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Rojnameger beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan Ozcan Kiliç, Cemal Polat, Sercan Korkmaz û Oya Oznûr di danişînê de amade bûn.

Parêzeran di danişînê de parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin beraetkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran nirxand û bi hinceta ku delîlên rojnameger werin cezakirin têrê nakin û rojnamegeran sûc nekiriye, biryara beraetê da. Her wiha dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên rojnamegeran ku 5 sal in hatine desteserkirin li wan werin zivirandin.