20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîrokçeya çekên kîmyewî û kurd

Eylem Şoreş

Di dîrokê de gelek êrîşên hovane pêk hatin. Dema em îro çavekî li dîrokê bigerînin, ji wan êrîşên hovane em dikarin gelek mînakên bi çekên kîmyewî bibînin. Hin ceribandinên bi kîmyayê beriya mîladê dest pê kirin. Lê em bi yên di dema şerê yekemîn ên cîhanê dest pê bikin. Di vê demê de dîrok hate serûbinkirin. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hêzên Fransayê gaza Ksîlîl Bromur bi kar anîn. Lê di ceribandinên yekem de bandora hate xwestin çênebû. Hêzên Almanyayê jî di sala 1915’an de li dijî Rûsyayê zêdeyî 18 hezar bombeyên bi heman kîmyayê bi kar anîbûn. Lê li gorî qeydan ji ber berf û sermayê hema bibêje bandora wan çekan tune bû. Lê heman salê di 22’yê nîsanê de hêzên alman 150 ton gaza Klor bi kar anîn. Gaza Klorê dikare bibe sedema kuştinê û di vê şerê de jî bû sedema kuştina 5 hezar kesan û birîndariya 10 hezaran. 1917’an komkujiya bi çekên kimyewî li dijî hêzên Îtalyayê pêk anîn û li wir zêdeyî 5 hezar kes hatin qetilkirin. Di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de der dora 90 hezar kes mirin û milyonek û 200 hezar birîndar hebûn. Ev hejmar tenê yên malperên fermî ne. Li gorî ezmûnan gelek caran hejmarên rast tên veşartin. Her çiqasî kêmkirina hejmaran rastiya hovîtiya hêzên desthilatdar neguhere jî dîrokê li gorî xwe didin nivîsandin. Wekî tê zanîn Şerê Cîhanê yê Yekemîn şerekî dijwar bû ji bo ku desthilatdar xwe bi hêz bikin. Her aliyê şer li gorî berjewendiyên xwe êrîşî aliyê din ê şer kir. Piştî vî şerî erdnîgariya cîhanê guherî.
Di 24’ê Tîrmeha 1923’an de, li bajarê Swîsreyê Lozanê, konferanseke ku qedera kurd û Kurdistanê guhert çêbû. Îsmet Înonû, nûnertiya tirkan kir û bi îdiayên bêbingeh kurd kir alîgirên xwe û peyman bi wan da mohrkirin. Paxav bi kuştina kurdan a bi destê Komara Tirkiyeyê nehat kirin. Ya ku Lozanê, yan jî siyaseta Ewropayê danî ber kurdan tenê qirkirin bû. Gelên li Rojhilata Navîn kirin dijminên hev.

Eleqeya wê ya bi êrîşên çekên kimyewî çi ye? Em dewam bikin…

Li Kurdistanê li dijî parçekirin û qirkirin, komkujî û asîmîlasyonê serhildanên mezin hebûn. Di komkujiya yekem a li Kurdistanê de pêşengê berxwedana gel Şêx Mehmûd Berzencî jî di nav de nêzî 5-10 hezar kurd, hatin qetilkirin. Ev komkujî bi destê Îngilîstanê bi gaza kîmyewî hate kirin. Yek ji êşên herî giran ji bo kurdan jî komkujiya Dêrsimê bû. Di vê komkujiyê de jî dagirkeran li dijî gelê kurd gazên jehrî bi kar anîn. Îhsan Sabri Çaglayangil der barê bikaranîna jehrê de got: “Artêşê gaza bijehr bi kar anî. Ji deriyê şikeftan ve wan weke mişkan jehrî kirin. Ji 7’an heta 70’ê salî hemû kurdên Dêrsimê ser jê kirin. Ev bû operasyonek bixwîn. Doza Dêrsimê jî bi dawî bû. Îro dikarin bi rehetî bikevin Dêrsimê. Cenderme jî dikarin têkevin hûn jî.”

Ji bo hovîtiya qirkerên kurdan bînim ber çavan ez li vê derê van gotinan dubare dikim. Ger ne wisa bûna îro gelên cîhanê weke komkujiyên li kampên komkirinê yên Hîtler û Hîroşîma û Nagazakî, komkujiyên Dêrsim, Helebçe, Cizîrê, Efrîn, Serêkanî û niha jî êrişên bi çekên kimyewî ên li Herêmên Parastinê ên Medyayê jî dîtibûna.
Di komkujiya Helebçeyê ya 16’yê Adara 1988’an de Sadam Huseyîn 85 hezar kurd qetil kirin û bi hezaran sirgûn bûn. Di navbera 7 û 10 hezaran kesî de jî birîndar bûn û hê jî bandora wê îro tê dîtin.
Lê li gorî çavkaniyên fermî hejmara qurbaniyan ‘tenê’ 3-5 hezar in. Wehşeta li jêrzemînên Cizîra Botanê ya sala 2016’an, kî dikare ji bîr bike? 177 can di van jêrzemînan de bi hovane hatin qetilkirin. Kujerên wan jî hikûmeta tirk e. Dîsa dewleta tirk çekên xwe yên kîmyewî li dijî gelên li Bakur, Rojhilatê Sûriye jî bi kar tîne. Êrîşên bi çekên kimyewî ên dewleta tirk li ser Efrînê derbasî qeydên Neteweyên Yekbûyî jî bûn. Lê salekê piştî vê hikûmeta tirk û komên girêdayî wê gazên jehrî li dijî gelên li Serêkanî û Girê Spîyê jî bi kar anîn. Heya îro jî rayedarên dewletê û kujer bi serokêkomarê xwe ve nehatin darizandin. Çima? Ji ber ku li gorî vê pergalê tenê dewletek dikare dewleteke din darizîne. Belê trajediya ku weke çerx dizivire… Ger gel nikare dîktatorekî darizîne vê demê divê rêbazên din ên darazê bên afirandin.

Ji ber ku ev dagirker nehatin darizandin îro jî li dijî gerîlayên azadiyê û xwezaya Kurdistanê êrîşên bi çekên xwe yên dermirovî didomînin. Lê xuya ye ku ew êrîş bi ser nakevin û zêdetir dikevin tengasiyê.

Lê ji bo ku berpirsiyar hesabê bidin divê hin guhertinên bingehîn çêbibin. Mesela bifikirin, li her dera cîhanê bi pêşengtiya jinan çeperên serhildanê ji bo mafên jiyana azad, li dijî desthilatdaran hatine vekirin. Wekî ku cîhan biheje û ev êrîşên hovanê dawiya xwe bibînin. Herî kêm ev yek dikare wekî destpêka pergaleke bi rêveberiya gel derbasî dîrokê bibe. Piştî vê bi rêxistinkirinê û parastina destkeftiyan gel li her derê dikare tenê ji bo berjewendiyên civakê, ne ji bo yên şexsan jiyanek hevpar ava bike. Dibe ku dawiya wan berdêlên giran ên di dîrokê de hatin dayîn bi vî awayî be.