Sunday, September 19, 2021

Hêvî û bêriya bêrîvanên bêzozan

Lezgîn Akdenîz / Bîlal Gezer

Li gundê Mêlêsiyê yê navçeya Elkê ya Şirnexê bi sedan sal in bêrîvan bi hilhatina rojê re berê xwe didin zozanan. Lê di çend salên dawî de ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan. Bêrîvan tevî hemû astengî û qedexeyan dîsa jî dest ji bêriya xwe bernadin û pezê xwe li bilindahiya gundê xwe didoşin.

Dengê bêrîvanan jî çiyayî ye. Stran wekî stara wan e. Dengê wan wek aveke zelal diherike. Weke ku bi stranên xwe gazî pezên xwe dikin.
Bêriya wan hevpar e. Bi hev re keriyên pez didin bêrî. Bi hevre didoşin. Her yek ji wan çawa pezê xwe nas dikin pezê wan jî wan wisa nas dikin. Di navbera wan de hevaltiyeke jidilûcan heye.

Bêrîvan, piştî roj diçe ava xatirê xwe ji pezê xwe dixwazin û bi bêrîkirina ku rojekê biçin zozanên xwe berê xwe didin gund û dikevin rêya gund. Her bi vê hêvî û baweriyê diçin û tên.