spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li navçeya Çermûgê parçeyek ji bihuştê: Şirava Şêxan

Serdar Altan

Xwezaya Kurdistanê dîsa bang dike. Mirovahiyê ber bi xwe ve dikişîne. Ev welatê ku bi xweza û dîroka xwe di dilê Mezopotamyayê de dijî ji destpêka mirovahiyê heya niha ji gelek şaristaniyan re wargehî kiriye. Bi serborî û xwezaya xwe ya dewlemend bûye dergûşa çandê. Kurdistan bi taybet ji hêla xwezayê ve xweş e. Hûn berê xwe bidin kijan alî dê xweşikbûneke xwezayî derbikeve pêşberî we. Her yekê wan ji hevdu xweşiktir ji hevdu taybetir in…

Yek ji navçeyên xweş û xwedî xwezayek dewlemend a Amedê navçeya Çêrmûgê ye. Ev navçe ji gelek aliyan ve reng û rûyê xwezayê bi mirov re parve dike.
Lê dema mirov behsa navçeya Çêrmûgê dike di serî de şiravên wê yên xwezayî tên bîra mirov. Werin em yek ji van şiravan, Şirava Şêxan nas bikin.
Şirav ango şelaleya Şêxan li Çêrmûgê ye ku bi germavên xwe navdar e. Ev cihê parçeyek ji bihuştê, yek ji wan şiravên herî xweş a vê navçeyê ye.
Ji ber ku li cihek asê, di nav kendal û zinaran de ye, zêde kes pê nizane. Lê belê van salên dawî piştî xweşiya wê hate keşifkirin, hêdî hêdî şêniyên navçeyê û kesên ji derve tên herêmê diçin ziyareta vê şiravê.
Ji ber ku navçeya Çêrmûgê cih û warê germavan e, her sal bi hezaran turîst diçin vê herêmê.

Mirov dikare bêje turîstên diçin navçeyê, dixwazin vê xwezaya bedew jî bibînin.
Şirava Şêxan di nav teht û zinaran de rê li xwe vekiriye û ber bi golavekê ve xwe berdide xwarê. Aveke spî û gur, bi dengekî ku mirov ji xwe dibe diherike û dîmenên gelek xweş derdixe holê.
Derdora şiravê; hem teht û zinar in, hem dar û ber û hêşinahi ye. Darên li derdora vê ava zelal darên kevnar û mezin in. Siya daran li ser golavê wek çadirek xwe kubandiye. Tîrêjên rojê di nav şaxên daran re rûyê xwe nîşanê ava heyatê dide.
Ava ku diherike, bi nazdarî û bi aheng xwe li rûyê tehtan dide û ber bi jêr ve xwe berdide. Dema herikîna wê, hênkayiya avê li rûyê mirov dide, xweşiyek cuda dixe nav dil û hinavên mirov.

Ger tu ji jor de lê binêrî, şirav wek kaniya ji bihuştê xuya dike. Golava ku ji ber herikîna avê çêbûye wek hewza xwedawenda ye. Mirov dikare bi saetan li vê xweşiyê temaşe bike. Dema mirov bi bêdengiyek kûr lê temaşe dike, dengê avê dikeve gohê mirov. Ew deng diçe heta nava dilan û mirov pê mest dibe. Ew deng dibe weke helbestekê… Helbestek ku nû hatiye bihîstin.
Dem payîz e… Êdî dar hêdî hêdî pelên xwe diweşînin. Lê belê xweşiya vê şiravê hêj wenda nebûye. Hê jî wek biharê bi dilxweşî diherike, hê jî weke hênkahiya biharê rengîn e xwezaya vê erdnîgariyê.
Ava ku ji şirava Şêxan û ji şiravên din diherikin her wiha jînê didin derdora xwe. Xwezaya herêmê bi vê avê geş dibe, dewlemend dibe. Dar û ber, kulîlk û nebat bi hebûna vê avê şîn dibin.

Her wiha jiyana mirovan jî xweş dike ava şiravê. Bi hezaran şêniyên herêmê wek çavkaniya ava vexwarinê jî avê ji şiravê digirin. Em dikarin bêjin ku ev ava pîroz nebe, tevahî zindiyên vê xwezayê wê bê av bimînin. Ev yek jî pîrozî û girîngiya vê avê careke din radixe ber çavan. Hem xweza hem jî zindiyên di nav xwezayê de şikirdarê vê ava pîroz in.
Ev demek e ji bo ev devara xweş were parastin hewldan hene. Tê gotin ku herêma ku şirav lê ye ji bo bibe parqa xwezayî li ser xezînê hatiye tescîlkirin. Her wiha ji bo çêkirina parqa xwezayî projeyek jî hatiya amadekirin.
Niha ev xwezaya bedew li benda keşifkirinê ye. Pêwist e bêtir kes vê devera parçeyek ji bihûştê nas bike û were vî diyarê xweş bibîne. Ji bo vê jî lazim e ku ekolojîst û rayedarên herêmê xebatên li ser danasîna vî cihê pîroz xurtir bikin.
Çendîn mirov ber bi xwezayê ve diçe, xweza jî rengîniya xwe pêşkêşî mirovahiyê dike. Xweza bi hebûna xwe xweşiyê diafirîne. Ev şirava li navçeya Çêrmûgê jî rengek cuda yê vê xwezayê ye. Ger derfeta we hebe, pêwist e hûn werin û vê bedewiya şirava Şêxan bibînin û rojek xweş lê derbas bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê