spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Morî mircanên sebr û şahiyê

Felat Qoserî

Tizbî ango kevirên sebrê… Kevirên sebrê ji aliyê hostayên bisebr, bi kedeke mezin têne amadekirin.

Di nava kurdan de çanda tizbiyê zêde pêş ketiye. Di civatekê de ango li kolanekê di destê her kalemêrekî an jî pîrejinekê de tizbiyek tê dîtin. Di civaka me kurdan de tizbî, an wekî amûra sebrê; an wekî amûra kêf û şahiyê, an jî wekî amûra selawatan tê kişandin.
Dema ku mirovan dest bi neçîrvaniyê kir, hestiyên nêçîra xwe bi dar ve dikirin û ji bo di neçîreke din de bextê wan vekirî be, bi xwe ve girê didan. Piştî demekê ji bo xwe ji xerabî û nexweşiyan biparêzin di şer de jî ev hestiyên bi dar ve dikirin, bi xwe de dikirin. Rêzkirin û darvekirina morî, mircan, hestî, kevir û daran a li ser ta, bi qasî dîroka mirovahiyê dirêj û dûr e. Navê tizbiyê ji erebî koka “subha” hatiye. Di nava civakê de kesên ku tizbî nexistibe destê xwe û heb bi heb di nava tiliyên xwe re derbas nekiribe pir kêm in. Li gorî hin rîwayet û çîrokan, cara yekem ji aliyê brahmanan ve hatiye dîtin û kişandin. Hin rîwayet jî didin zanîn ku di sedsala 11’an de, di medreseyan de wekî amûra duakirinê hatiye emilandin
Mircanên darvekirî, cara ewil li Hindistanê di baweriya hindûyan de ji bo xwendina duayan hatine kişandin. Çanda tizbiyê di destpêkê de ji Hindistanê ber bi rojhilat, ji rojhilat ber bi Rojhilata Navîn, ji rojhilata navîn jî ber bi Ewropayê belav bû.
Di hemû civak û dînan de armanca bikaranîna tizbiyê nêzî hev in. Li gorî xirîstiyanî, hindûîzmê, bûdîzmê û mislimantiyê armanca bikaranîna tizbiyê rêzkirin û jimartina duayan e. Di gelek civakên bawermend de an ji bo piştî nimêjê li hemberî xwedê xwe duayan bike, an ji bo karê hesabgiriyê bikin hatine kişandin.
Di alema îslâmê de şekl û teşeyê tizbiyê nêzî hev in. Bi piranî tizbiyê alema îslamê 33 û 99 hebin. Li gorî 99 navên Xwedê Teala hatine rêzkirin. Her hebeke tizbiyê navekî xwedê zikir dike. Di tizbiya 99 hebî de her ji 33 heban nîşaneyek heye.
Tizbî di cîhan û alema îslamê de cihekî taybet digire. Her wiha di Quranê de jî derbas dibe. Di hin ayetên Quranê de wiha tê gotin: “Hemû tiştê li erd û ezman Xwedê zikir dike, 7 esman, erd û tiştên di hundirê wan de Xwedê zikir dike. Tu tiştê ku ji Xwedê re zikir neke tune ye.”

Hin çîrokên din jî li ser tizbiyê hatine gotin. Li gorî riwayetekê tê gotin ku Veysel Qaranî diçe Yemenê Hz. Muhamed bibîne. Lê dema ku wî nabîne pir xemgîn dibe. Di vegerê de diranê pêxember yê di şerê Ûhudê de şikestî bi xwe re tîne. Piştre 32 diranên xwe jî dikişîne û bi ta vedike. Tê gotin ku tizbî cara yekem wisa çêbûye.
Di çêkirina tizbiyê de madenê wekî heqîq, zêr, cam, almast, firûze, zîv, arpeşk, katalîn, lapis lazulî, kevirê lûle, malekit, necef, kevirên oltû, kevirên yaqût, zebercet, zumrut û hwd. An jî hestî û laşê heywanan yên wekî hestiyê deveyê, diranên fîl, qoçê gergedan, qoçê ga, mircan, neynûk û hwd. Ango nebatiyên wekî abanoz, dara gulê, dara guzê, kehrîbar, kenêr, nebik, dendika zeytûnê û hwd hatine darvekirin (bikaranîn).
Tizbî li gorî teşe û şeklên xwe; tizbiyên feqîran, tizbiyên zengînan, tizbiyên paşayan, tizbiyê keyayan û hwd. hatine polînkirin.
Demekê hin tizbiyên bi qasî 500 an jî hezar hebî hebûn û di TIP’ê de dihatin bikaranîn. Hebên wan qasî findiq an jî gûzan mezin bûn. Di hundurê van tizbiyan re kesên nexweş derbas dikirin.
Hin teşeyên tizbiyan li gorî hebên xwe tên senifandin: Tizbiyên gilover, tizbiyên pahn û tizbiyên dirêj.
Tizbî, niha li Amed, Mêrdîn, Erzirom, Îznîk, Eskîşehîr, Stenbol, Silemaniyê û çend bajarên din têne çêkirin.
Çêkirina tizbiyê qasî dîroka xwe kedeke mezin dixwaze.
Ji bo çêkirina tizbiyekê tenê keda destan û sebir ne bes e. Her wiha ji bo çêkirina tizbiyekê, ta, derzî, bader û pense amûrên sereke ne. Tiştê ku nirxê tizbiyê zêde dike û bi qîmet dike, li gel kevir û madeyê wê; ked û hostetiya wê ye jî. Ji bo her hebeke wê an jî hûnandina tayê wê hunereke cuda û estetîkeke cuda pêwîst e. Her wiha tizbî bi îmame, gulik û biskula xwe rengekî taybet digire. Li aliyê din nexşe û xemla li ser hebên tizbiyê tizbiyê hîn bêtir bedewtir û xweşik dike. Lê tizbiyên ku hebên wan bê nexş û sade jî pir kubar û delal in. Tizbiyên ji bo îbadetê zêdetir 99 hebî ne û hebên wan ne zêde mezin in. Her wiha ji her 33 heban carekê nîşaneyek heye.

Tizbiyê ji bo sebrê û kêfê hîn zêdetir bi hunereke mezin û sebreke mezin têne amadekirin û hûnandin. Her çiqas ji bo amadekirina hebên tizbiyê kedek hebe jî di amadekirina îmame, gulik û biskula tizbiyê de serêşandin, sebr û kedeke taybet heye.
Tizbiyên ku taybet têne çêkirin gulik, biskul û îmameyên wan li gorî daxwaza xwediyê xwe tên çêkirin. Hin kes gulikên rengîn, hin kes gulikên zîv û zêr, hin kes gulikên ta dixwazin.
Tizbiyên ku di nava çanda civakê de cihekî berfireh girtine û li her malê tên dîtin di 10-15 salên dawî de wekî berê eleqeyekê nabînin û ev hunerê bi sedan salan hêdî hêdî amadekariya koça xwe dike.