25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê jinan rûyê jiyanê ye

Eylem Şoreş

Hûn keda jinan di jiyana xwe de dibînin gelo? Dengê wan dibihîsin? Belê jinên kurd êdî li her dera lê dijîn; li dijî zilm, îşkence, kuştin, dagirkerî, li dijî binpêkirina mafan û binpêkirina kedê dengê xwe bilind dikin. Cihê ku hûn dikarin vî dengî bi awayê herî xurt bibihîsin jî kanala televîzyonê ya jinan JinTV ye. JinTV dê di 4’ê cotmehê dest bi weşana nû bike. Em dikarin bi hev re, xwe ji bo demeke rengîn, bi jinan re amade bikin. Kedkarên JinTV’yê ji bo nûnertî û berdevkiya jinên têkoşer, berxwedêr û azadîxwaz bikin hefteyê 7 rojan 24 saetan di nava hewldanan de ne.

Bi bernameyên xwe yên her qada civakê; ji çand û hunerê bigire heta werzîşê, ji siyasetê heta wêjeyê û tendirustiyê bi rojeveke tijî wê JinTV li ser ekranên we be. Nebe weke reklamekê lê ev 3 sal in di weşanên kanala jinan de bernameyên gelek têr û tijî hene. Di van bernameyan de jî dengê jinan olan dide. Ev dengê li her qada jiyanê demeke dirêj bû her dihat tepisandin. Bû wek çûkekê ku xwe bi alîkariya hevalên xwe ji qefesê rizgar kir. Jin bi yekitî û hevkariyeke xurt xwedî li hevdu derdikevin. Tenê diviya bû ev dengê jinan ji ser platformekê hatiba berzkirin û JinTV ji bo hemû jinan bû ev platform.

Belasebeb nayê gotin di sedsala 21’emîn de çeka herî mezin medya ye. Ji bo yên heya niha nebihîstine, em cardin bibêjin: Sedsala 21’emîn di heman demê de bibe sedsala jinan. Nexwe em dikarin bibêjin çeka jinan a herî mezin ji bo vê sedsalê bikin sedsala jinan, medya ye. Ango JinTV yek ji çekên herî mezin ên jinan e. JinTV dê di weşana xwe ya nû de jî ekranên xwe bi deng û rengê jinan bixemilîne. Kanala jinan weşana xwe bi xebatkarên xwe yên li çar aliyên welêt û Ewropayê rengîn dike. Ev reng jî weke tabloyeke xemilî derdikeve holê. Li wir heftê 7 rojan agahî, nûçe û bûyerên aktuel bi nêrîn û perspêktîfa jinan ji navenda nûçeyan dikarin bên şopandin. Li paytexta Kurdistanê jî kedkarên JinTV’yê rojeva bakurê Kurdistanê dişopînin û bi temaşevanên xwe re parve dikin. Li qada şoreşê ji Kobanê, Cizîrê, Şehba û Reqayê wê bernameyên siyaset, zarok, huner, werzîş û ciwanan ji bo jinan bên amadekirin û hefteyê 7 rojan wê nûçeyên bi zimanê erebî li wir bên amadekirin. Wê di dema weşana nû ya îsal de temaşevan bikaribin ji bo guherînên dewlemend ên ji Şengalê û ji çiyayên Kurdistanê jî bername bên amadekirin. JinTV wê li Şehbayê bibe dengê jinên pêşeng û ji çiyayên azad jî berxwedana gerîlayên azadiyê yên ji bo gelê xwe û ji bo axa xwe di nava berxwedaneke bêhempa de ne ragihîne.
Dê JinTV mercekê jî li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê bigerîne û jiyana jin û zarokên wargehê bibe nêzî temaşevanên xwe.

Yek ji mijarên ku di weşana JinTV’yê de xwedî cihekî girîng e jî zanista jinan, “jineolojî” ye. Ji ber ku xwedî cihekî girîng e jî dê di weşana nû de bernameyên jineolojiyê li ser ekranan kêm nebin.

Li başûrê Kurdistanê jî ji bo bibin dengê jinên li dijî dagirkerî û qirkeriyê di nava tevgerê de ne, xebatên JinTV’yê bi lezgînî didomin û bêguman li wir jî ji her qada jiyanê dê jin dengê xwe bilind bikin û yên ku di rêzên pêşî de li pey vî dengî bin jî wê kedkarên JinTV’yê bin.
Ger em li gorî salên çûyî binirxînin dê JinTV ji Stenbolê di vê dema weşana nû de jî bi surprîzên nû derkeve pêşberî jinan. Belê wekî min got ev ne reklam e ev nirxandin hemû ji çavderiyên ezmûnên salên borî tê. Ger hûn bawer nakin bi xwe bişopînin! Divê her kes ezmûnên xwe bi xwe bijî. Belkî piştî we şopand hûn jî nêrînên xwe parve bikin. Ma ne navnîşana we diyar e; ger hûn bixwazin dengê xwe bigihînin bişopînin û ragihînin! Ji ber ku jin bi yekitiya xwe û bi hevgirtineke xurt dê sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan û ji bo vê jî di dawî de dibêjim ‘Dengê jinan, rûyê jiyanê ye’.