spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên Iraqê

Di 10’ê cotmeha 2021’ê de li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêk tên. Ji sala 2005’an vir ve dê ev bibe hilbijartinên pêncemîn. Di encama xwepêşandanên mezin ên sala 2019’an de û li ser daxwaza gel dawî li hikûmeta serokwezîr Adil Abdulmehdî hat û li şûna wî Mustafa Kazimî bû serokwezîr.
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re germahî û kelecana hêzên siyasî yên ku serkêşiya xwepêşandanan dikirin kêm bû û hêviya wan a guhertinê jî pê re kêm bû, heta hin aliyan banga boykotkirina hilbijartinan kir.
Li gorî daxuyaniya saziyên fermî yên dewletê rêjeya tevlibûna di hilbijartinên 2018’an de gihabû ji sedî 40’î lê li gorî çavdêrên siyasî ew hejmar ne rast e û rêjeya rast a tevlêbûnê negihabû ji sedî 20’î. Her wiha li gorî çavdêrên siyasî dibe ku rêjeya tevlibûna hilbijartinan vê carê kêmtir be jî.

Hêjayî gotinê ye ku di encama xwepêşandanên 2019’an de derdora 600 kesî hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn û gelek kes hatin girtin û binçavkirin û hinek çalakger jî reviyan başûrê Kurdistanê an jî derveyî welat.
Gelek hêzên sivîl û lîberal bi taybetî yên ciwanên ku roleke mezin di xwepêşandanan de lîstibûn û dikaribûn dawî li hikûmeta Adil Abdulmehdî bînin, van hilbijartinan boykot dikin.
Yek ji wan hêzên berbiçav partiya ‘Mala Neteweyî’ ye. Serokê vê partiyê Hisên Xezalî di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha dibêje: “Em banga xwepêşandan û tevgerên tundiyê nakin di dema pêkanîna hilbijartinan de ji ber ku em  zarokên demokrasiyê ne. Tu ewlekariya van hilbijartinan tune ye ji ber ku ew di rewşeke wiha de pêk tên ku çalakvanên siyasî tên koçberkirin û di bin siya çekan de pêk tên.”

Her wiha serokê partiya Komonîst a Iraqê Raîd Fehmî jî der barê hilbijartinan de wiha got: “ Ev hilbijartinên pêşwext li ser daxwaza xwepêşandêran pêk hat, ji ber ku wan daxwaza guhertinê dikir lê rewşa ku ev hilbijartin dê tê de pêk werin tu hêviyên guhertinê nade û tu krîzên heyî çareser nake.”
Wiha tê texmînkirin ku hikûmeteke li gorî lihevkirinên aliyên siyasî were avakirin ku ji heman aliyên siyasî ên berê pêk tê û ew yek nabe bersiv ji bo daxwazên guhertinê yên xwepêşandêrên iraqî ku bi milyonan daketibûn kolanan.