Tuesday, October 26, 2021

Gelê kurd hêza herî mezin a bêdewlet e

Dîroka dîplomasiyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevnar e. Dîplomaasî wekî rê û rêbazeke çareserkirina kêşe û gelemşeyan peyda bûye. Di hemû serdeman de rewşa heyî bi rêya dîplomasiya navneteweyî hatiye dabînkirin. Rewşa îro ya cîhanê jî yekser bi dîplomasiyê re girêdayî ye û meşandina dîplomasiya îro ya navneteweyî û navdewletî teşe dide cîhanê. Me der barê, dîrok û rewşa dîplomasiya cîhanî, ya Rojhilata Navîn û nexasim ya kurdan de bi parlamenterê HDP’ê Doçent Dr. Ahmet Yildirim re hevpeyvîn kir. Ka em bi hev re guh bidêrin, çi heye çi tune ye.

Gelo dîplomasî ji bo gelên bindest tê çi wateyê? Û dîplomasî li cem wan çawa teşe digire?

Helbet çawa ku dewletbûyîn di gelek qadan de derfetên berfireh ji bo mirov peyda dike di qada dîplomasiyê de jî heman derfetan dide dabînkirin. Lê belê rêbaza meşandina dîplomasiyê û dezgeha wê ne tenê dewlet e. Li gorî min ji bo gelên bindest yên bêdewlet du rêyên girîng yên meşandina dîplomasiyê hene. Rêya ewil ev e: Divê hûn mafdarbûna xwe baş bihûnin û xwe baş derbirin. Rêya duduyan jî divê tu xwedî hêz û şiyaneke birêxistinkirî bî. Di pêvajoyên dîplomatîk de mafdarbûn û mezlûmbûna we û dubarekirina vê rewşê tenê têrê nake. Ev yek dikare bibe sedem ku hêzên hûn pê re hevdîtinan dikin tenê dilê xwe bi we bişewitîne. Ev jî bi awayekî dîplomatîk tu destkeftinan nade we. Heke hûn mafdar bin û digel vê hêzeke we ya birêxistinkirî hebe helwesta ku dê ji bo we bê nîşandan dê ne dilşewitandin lê rêzgirtin be.

Di pergala kapîtalîzmê de dîplomasî şûna çareserkirina şeran û dabînkirina aştiyê bêhtir rê li ber pirsgirêkên din vedike. Gelo dîplomasiya ku îro tê meşandin xizmeta çi dike?

Tu hêzeke emperyal bêyî ku berjewendiya xwe jê werbigire bi gelên niştecih û herêmî re bi tu awayî têkiliyên li ser esasê aştî, maf, azadî û demokrasiyê danayne, dîplomasiyê nameşîne û pirsgirêkan çareser nake. Hemû zirhêzên cîhanî têgehên wekî aştî, demokrasî, azadiyê li cihên cuda yên cîhanê mîna amûreke polîtîkayên xwe yên berbelavbûnê bi kar tînin. Lê belê dîsa heman zirhêz dikarin bi gelên ku gihîştine asta hêzeke birêxistinbûyî û vê hêza xwe derxistine holê re dîplomasiyê bimeşînin û li ser hin xalên hevpar li hev bikin.
Ser meseleyê di sala 2014’an de dema DAIŞ mîna vîrûsekê bi awayekî bêdawî li Rojhilata Navîn belav bû hêzên navdewletî mudaxeleyê wê nekirin.

Lê belê di Cotmeha 2014’an de DAIŞ hat ber derê Kobanê û bajêr dorpêç kir. Dema cara ewil kurd li 4 parçeyên Kurdistanê û li cîhanê li dijî vê dorpêçê rabûn ser pêyan û wan yekitiya xwe ya neteweyî û hêza xwe ya cewherî ya birêxistinkirî nîşanê cîhanê dan, ew zirhêzên cîhanê neçar man ku di bin navê hêzên koalîsyonê de bicivin û ji hewayî ve mudaxeleyî şer bikin. Ango mudaxeleya hêzên koalîsyonê ya di Cotmeha 2014’an de ne lutfek bû ne jî ji bo bejn û bal û timtêla kurdan bû. Ew jixweber tevnegeriyan, ji ber ku kurdan li seranserî cîhanê hêza xwe ya birêxistinkirî û yekitiya xwe nîşan da, hêzên koalîsyonê neçar man tevbigerin.

Dîplomasiya gelê kurd a ku di navbera çar netewedewletan de parçe bûye bi awayekî çawa tê meşandin? Mirov têkiliyên di navbera dewletên dagirker û siyaseta kurd de dikare çawa binirxîne?

Ya rastî mirov nikare bibêje ku di demajoya dîrokî de dema kurdan dîplomasiya xwe bi pêş xistine miqateyî temamiya berjewendiyên gelê kurd bûne. Berjewendiyên gel tim bûye goriyê polîtîkayên dostanî, aştî û biratiya gelan û heta roja me jî wisa bûye. Îro jî kurd êşa vê yekê bi awayekî giran dikşînin.
Wekî di gelek qadan de jî dixuyê ji ber ku kurdan yekitiya xwe ya neteweyî pêk neanîne û ji ber ku berjewendiyên partîgerî, herêmî û hozwarî (eşîretwarî) derketine pêş di warê dîplomasiyê de gelek lawaz mane. Lê belê heke li ser bingeheke rast û rêgezî bê nirxandin 4 parçebûn ne ji bo yekitiya neteweyî ne jî di arenaya navneteweyî de ji bo bipêşxistina dîplomasiyê nabe astengî û divê nebe jî.

Di eslê xwe de dîroka 100 salên dawî ya kurdan ji aliyekî ve jî dîroka xapandina li ser maseyê ye. Di têkoşîna lêgerîna mafên xwe de gelê kurd ji têkçûna şer wêdetir ji ber niyeta xwe ya pak li ser maseyan hatiye xapandin û bi vî awayî jî ji mafên xwe yên neteweyî bêpar maye.

Digel ku di van salên dawî de dîplomasiya kurdan pêş dikeve jî dewleta Tirkiye û Îranê hewl didin rê li ber vê yekê bigirin û ji bo vê yekê jî gelek dîplomatên kurd kirin hedefa xwe. Gelo armanc ji vê hedefgirtinê çi ye?

Her çar dewletên serdest ên ku gelê kurd parçe kirine, ji bo berjewendiyên xwe, nakokiyên navxweyî yên kurdan û parçebûna wan pir baş bi kar anîne. Di van salên dawî de digel ku gelê kurd hêza xwe ya herêmî û cîhanî zêde dike jî ji aliyekî din ve ji ber sedemên pûç yekitiya xwe ya neteweyî nikare dabîn bike û her ku diçe jê dûr dikeve. Gelekî ku nikaribe yekitiya xwe ya neteweyî û tifaqa xwe pêk bîne dê nikaribe li hemberî tehdîdên derveyî xurt û qewîn raweste û ev yek dê ji bo wî zehmet be. Lê gelên ku yekitiyên xwe yên neteweyî pêk anîne û di pêvajoyên dîplomatîk de bûne yek, dê li hemberî hêzên birêxistinkirî û hemû hêzên herêmî û cîhanî rastî helwestên girambar bên.

Piştî şerê li Sûriyeyê û avakirina Rêveberiya Xweser a li Rojava danûstandinên dîplomatîk ên li cem kurdên Rojava pêş ketin. Lê belê di vê mijarê de dîplomasiya navbeynkar a hêzên din net nîne. Gelo astengiyên li pêşiya naskirina statuya Rojava çi ne?

Statu û hêza dîplomatîk a ku li Rojava hat bidestxistin destkeftina hevpar ya hemû kurdên li cîhanê ye û ev pir bi nirx e. Lê belê statuya îro ji aliyê siberojê ve tu tiştî nikare garantî bike. Pêwîst e ev destkeftin bên berfirehkirin, bên sazûmankirin û bên mayîndekirin. Rêya vê yekê jî ev e: Divê hemû kurdên li cîhanê yekitiya xwe ya neteweyî û tifaqa xwe pêk bînin, xurt bikin û vê hêza xwe jî bi awayekî efektîf bi dîplomasiyê re biguncînin. Dema ev yek pêk hat hemû zirhêzên ku dest li Rojhilata Navîn werdane dê neçar bimînin ku ajandayên xwe yên xumam yên li hemberî Rojava û gelê kurd net bikin.

Di van demên dawî de trafîka dîplomatîk a li Rojhilata Navîn û herêmên ku şer û krîz lê hene zêde bûye. Li gorî te armanca van serdanan çi ye? Gelo rewş û pêvajoyeke nû li pêşberî me ye?

Ya rast wekî serokên dewletên mezin, armanca serdanên pêşengên dînî û ruhanî yên di bin navê nirxên şaristaniyê û gerdûnî de li Rojhilata Navîn pêk tên ev e: Ew dixwazin vê bêaramiya li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dagirin. Xêncî wê ne tu tişt e. Hekena karê ewil yê her hêza ku dixwaze li Rojhilata Navîn aramî, aştî û nirxên gerdûnî bi cih bike ew e ku divê ji bo bidestxistina mafê winda yê 100 salên dawî yê dîroka kurdan rêzê bigirin û pêwîst e di vê rêyê de bikevin nav hewldanên nû.

Li gorî te kêmasiyên dîplomasiya kurdî çi ne?

Qadên potansiyel ên diyar ên di dîplomasiyê de bi awayekî serkeftî nayên bikaranîn û ev kêmasiyeke cidî ye. Ferq û valahiyên mezin di navbera hêza girseyî ya diyasporaya kurd a li Ewropayê de û bikaranîna vê hêzê di dîplomasiya Ewropayê de heye. Lewra diyasporaya kurdan a li Ewropayê xwedî derfetên wisa ne ku di destê tu neteweyeke bindest a dîtir de tune ye.
Her wiha piştî 2014’an berxwedanên li Rojava û destkeftinên wan bû sedem ku gelê kurd di arenaya navneteweyî de bê nasîn û rêz li wan bê girtin. Lê belê mirov nikare bibêje ku ev yek bi awayekî serkeftî û kartêker hatiye bikaranîn. Li gorî min kêmasiyeke dîtir jî ev e: Wekî kirdeyê siyaseta legal/demokratîk derfetên HDP’yê bi awayekî têrker nayên bikaranîn. Digel vê di dîplomasiyê de sazûmanbûn û domdariyek jî tune ye û ev yek li cem kurdan dibe sedemê kêmasiyan.
Belê rast e, gelê kurd li gorî rabirdûya xwe ya dîrokî îro di pêşxistina dîplomasiyê de di asteke baştir de ye. Lê belê dijwar e ku mirov bibêje ev ast li gorî dil e. Di navbera têkoşîna bi dehsalan ya ku tê dayîn, berxwedan û berdêlên ku tên dayîn û destkeftinên di qada dîplomasiyê de hatine bidestxistin cudahiyeke mezin heye.

Li başûrê Kurdistanê jî rojev û pêvajoyeke germ heye. Dîplomasiya başûr çima nikare di nav xwe de hevgirtî û yekgirtî be û rê li ber pêşdeçûna dagirkeriyê bigire?

Di sala 2003’an de ji îlankirina Dewleta Federe ya Kurdistanê û vir ve rêveberî hem bi hêzên cîhanî hem jî bi hêzên herêmî ve hat girêdan û ev yek kêşeyeke bingehîn ya dîplomasiya kurdan e. Bêguman bi Enqere, Bexda, Tehran û Şamê re û bi cîranên dûr re têkiliyên nêz dikarin bên danîn û divên bên danîn jî. Lê belê divê awayê vê têkiliyê li ser rajêrî û pêvegirêdanê nebe, divê li gorî dîplomasiyeke birêgez be. Gava we dîplomasiyê bi kompleks û pelçiqîbûna yên mezin/biçûk, xurt/lawaz ve dorpêç kir jixwe hûn dê nikaribin qezenc bikin. Li gorî min nexweşiya Başûr a herî mezin ev e. Lê jeopolîtîka Kurdistanê dike ku hêzên herêmî û cîhanî muhtacî kurdan bibin. Dema em ji vir bigirin dest jî em dê çak bibînin ku di dîplomasiya kurdan de destê gelê kurd ewqas jî lawaz nîne heta pir xurt e.

Herî dawî li Bexdayê lûtkeyek çêbû û ji bo meseleyên li Iraq û Sûriyeyê guftûgoyek hat pêşxistin. Di heman hefteyê de heyete DYAyê serdana Rojava kir û bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk re hevdîtin kir û heyetên MSD’yê jî hevdîtinên dîplomatîk kirin. Hûn van yekan çawa dinirxînin?

Di lûtkeyên bi vî rengî de divê beşdarbûna kurdan bi jixwebaweriyeke mezin çêbibe. Dewletbûyîn bi bandor e lê di dîplomasiyê de tekane krîter ne ev e. Divê kurd di hemû platforman de jixwebaweriya hêza xwe ya jeopolîtîk û rêxistinkirî bidin xuyakirin. Li aliyekî gelê kurd gelheya herî mezin a bêdewlet temsîl dike lê divê neyê jibîrkirin ku li aliyê din jî gelê kurd hêza herî mezin a cîhanî ya bêdewlet e. Ev rewş qadeke tevger û bizavê ya bêhempa bexşî kurdan dike. Divê di ferqa vê yekê de bin û bi vî awayî dîplomasiya xwe pêş bixin.

Li cem kurdan û di siyaseta wan de rojeva sereke tecrîda li Îmraliyê ye. Gelo siyaset û dîplomasiya kurdan a li bakurê Kurdistanê di mijara tecrîdê de gavên çawa diavêje, kêmasiyên wê çi ne û divê çi bê kirin?

Li gorî min sedema bingehîn ya tecrîda li Îmraliyê ev e ku birêz Ocalan xwedî bandoreke civakî ya xurt e û der barê pirsgirêkên herêmî yên Rojhilata Navîn de perspektîfên çareseriyê dikare pêşkêş bike; ev kapasîteya wî heye. Di hevdîtineke bi çend saetan ya ku îro bê kirin de jî der barê kurdan, polîtîkayên herêmî û xitimînên ku tên jiyîn de dê rêyên çareseriyê bibîne û pêşniyazên xwe pêş bixe. Lê dê li aliyê aştî, diyalog û çareseriyê be ku ew dê bi van yekan xitimîna herêmî ji holê rake, dê bikaribe ji wê tengava cengî bibuhire. Ji ber vê yekê sedema tecrîdê tenê bi Tirkiyeyê ve sînordarkirî nîne, para hemû hêzên ku li Rojhilata Navîn alîgiriya şer, kaos û cudabûna civakî dikin di vê tecrîdê de heye.