19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

25 sal berê tankên Sedam, îro jî tankên Tirkiyeyê

Di 31’e tebaxa 1996’an de bi daxwaza Serokê PDK’ê Mesût Barzanî tankên Sedam Huseyîn Hewlêr dagir kir. Malbata Barzanî ku beriya 25 salan  li tankên Sedam siwar bûn û Hewlêr dagir kirin, îro jî pêşmergeyên Barzanî li tankên Tirkiyeyê siwar dibin û axa başûrê Kurdistanê dagir dikin. Beriya 25 salan rojek mîna îro ango di 31’ê tebaxa 1996’an de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku malbata Barzanî pêşengiya wê dikir, bi tankên Sedam Huseyîn Hewlêr dagir kirin. Wê demê Sedam Huseyîn 182 hezar kurd qetil kirin. Sedam Huseyin di 31’ê tebaxa 1996’an de bi tank û topan ket Hewlêrê. Gelê başûrê Kurdistanê ev yek wekî ‘Xiyaneta 31’ê Tebaxê’ pênase kirin. PDK’ê parlamentoya başûr ku bi têkoşîna 50 salî ava kiribû, kir biryargeha Sedam.

Heta niha Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi destûra PDK’ê bi dehan baregehên leşkerî ava kirin. Herî dawî li herêma Metîna, Amediyê, Zaxo zêdeyî sed gund vala kirin û li şûna wan komên çekdar ên Artêşa Sûriyeyê ya Nijadî (MSO) bi cih kirin.

Di sala 2007’an de Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê Yaşar Buyukanit û Serokwezîrê Tirkiyeyê çûn DYA’yê. Yaşar Buyukanit bi Alîkarê Serokê Amerîkayê Dîck Cheney û rayedarên din ên Qesra Spî re hevdîtin kirin. Buyukanit di 17’ê sibata 2007’an de li Washîngtonê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ‘Operasyona Dersînor’ ji DYA’yê piştgirî stendiye. Piştî Buyukanit di 5’ê mijdara 2007’an de Erdogan çû Qesra Spî. Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê DYA’yê George Bush re kir, li dijî PKK’ê soza alîkariyê ji Bush stend. Wê demê DYA’yê ji parvekirina îstixbarî heta desteka teknolojîk hemû derfet dan Tirkiyeyê. Dema Erdogan li DYA’yê bû Mesût Barzanî jî çû li Qesra Spî hevdîtin kirin.

Beriya ku Sedam têkeve Hewlerê, di navbera PDK û YNK’ê de şer hebû. Ji bo şer bi dawî bibe bi navbênkariya DYA’yê di sala 1995’an de li paytexta Îrlanda li Dublînê hevdîtin hatin kirin. Serokê YNK’ê Celal Talabanî diyar dikir ku dê piştgiriyê bide hilweşîna rejîma Sedam. Planên Talabanî hebûn ku hêzên xwe di ser Hewlêrê û Çemçemalê re bişîne û Kerkuk û Musulê bi dest bixe.  Piştî vê yekê Serokê PDK’ê Mesût Barzanî di 22’ê tebaxê de nameyek ji Sedam Huseyîn re şand û Sedam vexwend ku Hewlêrê dagir bike. Çend roj şûnde Barzanî çû Bexdayê û bi Sedam Huseyîn re peymanek çêkir. Li ser peymana Barzanî-Sedam nêzî 30 hezar leşkerên Sedam bi 150 tankan ketin Hewlêrê.