25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Hesab ji dewleta Tirk bixwazin

Saziyên sivîl û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên SÎHA ya Tirkiyeyê ku li dijî Kobanê pêk anîn û 2 sivîl qetil kirin û 3 sivîl jî birîndar kirin, şermezar kir. Nûnerên saziyan bang li hêzên navdewletî kirin û xwestin hesab ji Tirkiyeyê bixwazin.

Minbic

Li Minbicê Kombûna Jinên Zenûbiya, êrîşa Tirkiye ya li dijî Kobanê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Kombûna Jinên Zenûbiya, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlan wekî sûc pênase kir û xwest hesab ji Tirkiyeyê bê xwestin. Kombûna Jinan li pêşiya Mala Jinan a bajarê Minbicê daxuyanî dan. Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Nesrîn El-Elî, daxuyanî da û wiha got: “Dewleta tirk her tiştên girêdayî mirovahiyê winda kiriye.“

Qamişlo

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî bi heman armancê daxuyanî da. Meclîsê destnîşan kir ku hedefgirtina Tirkiyeyê ya saziyên sivîl sûcê şer e. Meclîsê daxuyanî li pêşiya Meclîsa Edaleta Civakî ya kantona Qamişlo da. Hevserokê Meclisê Refîq Ceîl û Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm daxuyanî dan û wiha gotin: “Tirkiye bi vê yekê sûcê şer dike. Divê li gorî pîvan û qanûnên nanveteweyî hesab ji Tirkiyeyê bê xwestin.”

Şehba

Meclisa Edaleta Civakî ya Efrînê jî bêdengiya herêmî û navneteweyî ya li hember sûcên hikumeta AKP’ê ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya meclisê li gundê Til Sûsin a Şehbayê dan. Gelek parêzer, dadwer û hiqûqnasan beşdar bûn. Endama Meclisa Edaleta Civakî Evîn Hac Hemo daxuyanî xwend û bang li hikumeta Sûriyê kir ku li gorî qanûnên navneteweyî erka xwe pêk bînin.

Tebqa

Dîwana Edaleta Civakî li Tebqayê jî daxuyanî da. Hevserokê Edaleta Civakî Mûtez El-Sûdan daxuyanî da û wiha got: “Ev êrîş hemwextî salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat. Ev êrîş li ser lîsteya binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tînê, zêde dibe. Her wiha ev êriş hemwextî pîrozbahiyên gelê me yên salvegera çaremîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ye.”

Reqqa

Meclisa Edaleta Civakî li Reqayê jî daxuyanî da. Berdevkê Meclîsê Mûsa El-Îbrahîm daxuyanî da û wiha got: “Doza me dozeke edaletê ye, parastina axa me erkê me ye. Çawa ku me di azadkirina axa xwe û welatê xwe ji destê terorên DAÎŞ`ê de bi serketin, em ê di azadkirina axa xwe ji destê dagirkerên Osmanî û desthilata wê ya nû ku ji dîrokê ders negirtin, bi ser bikevin. Divê desthilata tirk bê cezakirin.”

Heleb

Dîwana Edaleta Civakî li Helebê bi heman armancê daxuyanî da. Dîwana Edaleta Civakî li li taxa Şêx Meqsûd daxuyanî da. Hevserokê Yekitiya Parêzeran parêzer Mihemed Emîn daxuyanî da. Bi dehan hiqûqnas, parêzer û endamên Meclisa Lihevanîna Civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Mihemed Emîn wiha got: “Em Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê ji parastina sivîlan berpirsyar dibînin û em bang li wan dikin ku berpirsyarî û erkên xwe yên li hemberî dewletên endamên civaka navneteweyî bi cih bînin. Her wiha bang li dezgehên çapameniyê yên herêmî û navneteweyî dikin ku sûcên rejîma tirk ên li dijî sivîlan û herêmên ewle ragihînin.”