19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengal 6 sal in xwe diparêze

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi ser Şengalê de girt û komkujî pêk anî. Ji ber pêşmergeyên PDK’ê parastina Şengalê nekirin û ji Şengalê reviyan, DAIŞ’ê komkujî kir û Şengal vala kir. Bi hezaran Şengalî qetil kirin û dîl girtin. Çeteyên DAIŞ’ê di êrişê de tecawiz, zor, tundî û îşkence li mirovan kir. Jin ber çavên zarok û hevjînên wan kuştin. Jin li bazaran wekî amûran li welat û bajaran hatin gerandin û firotin. Di her kêliyê de îşkenceya fizîkî û derûnî li wan hat kirin.

Piştî DAIŞ’ê êrîşi Şengalê kir û dagir kir, rêveberiya PKK-KCKê demildest ji raya giştî re ragihand ku biryar dane gerîla bişînin hawara civaka êzidî. Di heman şevê de tabûrên gerîla ber bi herêmê ve ketin rê. Her çend Şengal ji çiyê dûr bû jî 12 gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê tevî hemû zor û zahmetiyan berê xwe dan Şengalê. Navenda Parastina Gel (NPG) ewil 12 gerîla şand hawarê. Ji 12 gerîlayan 3’ê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin û 9 gerîla gihîştin qadê. Van gerîlayan li qadê demildest plansaziya xwe çêkirin. Plan kirin ku dê her yek ji wan deriyekî çiyê bigire, hem şengaliyên ku berê xwe dane çiyê biparêzin, hem jî bergiriya DAIŞ’iyan bike ku nekaribin bikevin çiyê û qirkirinên mezintir pêk bînin. Gerîla, beşek ciwanên êzidî bi rêxistin kirin û li dora xwe kom kirin. Bi lez û bez dest bi parastinê kirin.

Korîdora mirovî

Li aliyê din hêzên YPG-YPJ’ê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin, bêdeng neman û wan jî mudaxaleyî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Piştî hêzên gerîla gihîştin qadê şervanên YPG-YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û axa Til Koçer, Cezaa û Rebîa ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Sînorên Sûriye-Iraqê derbas kirin. Xwe gîhandin hawariya civaka êzidî. YPG-YPJ’ê di 5’ê tebaxê de sînor derbas kirin û ketin navçeya Rebîa ya li pêşberî Til Koçerê û DAIŞ li Rebîayê têk birin. Ji rêzê ve gundên Tawis, Qaîle û Mehmûdiye ku 15 km dûrî Rebîa ne ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Gav bi gav pêş de çûn û xwe gihandin çiyayê Şengalê. Korîdoreke mirovî vekirin û êzidiyên ji ber hovîtiya DAIŞ’ê xwe spartî çiyê, di korîdorê re derbasî rojavayê Kurdistanê kirin.
Piştî şervanên YPG’ê gihîştin çiyê gerîlayên HPG-YJA STAR’ê jî xwe gîhandin çiyayê Şengalê.

Şervanan mil dan hevûdu

Şervanên HPG’ê di 5’ê tebaxê de yekîneyên xweparastinê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi rêxistin kirin. Bi hezaran keç û xortên êzidî mil dan milê şervanên HPG’ê û li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Hêzên YPG-YPJ û HPG’ê di 2 rojan de di korîdarê de 120 hezar kes ji çiyayê Şengalê derbasî Rojava kirin. Rêveberiya Xweser a Rojava ew pêşwazî û hembêz kirin. Şervanên HPG-YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê di meha kanûnê de derbên giran li DAIŞ’ê xistin. Gundên Ramalla, Qedaa, Kenho yên li Başûrê Cezaa ku li ser xeta korîdora Şengal-Rojava, dîsa gundên weke Remmo, Recm Abed, Xazuga û Naiyyem ên li aliyê Iraqê diman, ji çeteyan rizgar kirin.

Gaveke dîrokî

Di 29’ê cotmeha 2015’an de hemû hêzên parastina êzidxanê gaveke dîrokî avêtin. Bi daxuyaniyeke hevbeş, bi dirûşmeya “Fermandariya Êzidîxan a Ji Bo Rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevpar ragihandin. Di 21 û 22’yê kanûna 2014’an de dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirin. Lê ji ber nakokiyan nîvco ma. Fermandariya Şengalê 12’ê Mijdara 2015’an careke dîtir mizgînî da civaka Êzidî û tevahiya gelê kurd ku ‘Operasyona Rizgarkirina Şengalê’ dane destpêkirin. Operasyon bi pêşengiya gerîla, hêzên parastina Êzidxanê, xelkê êzidî yên li çiyayê Şengalê li ba şervanan mayî, di dorhêla xweparastinê de tevli operasyonê bûn. Roja ku operasyonê dest pê kir, hêzên kurd ketin nava tevgerê û gihiştin navenda bajarê Şengalê. Di roja duyemîn de hêzên YBŞ-YJŞ û HPG-YJA Starê beşeke girîng a navenda bajêr rizgar kirin. Piştî pêvajoyeke berxwedanê ya 11 mehan a HPG û YBŞ’ê bajarê Şengalê rizgar kirin. Koordînasyona Şengalê di 14’ê mijdara 2015’an de li navenda Şengalê daxuyanî da û mizgîniya rizgariya Şengalê da. Li hêzên HPG-YJA Star, YBŞ, YPJ-Şengal, HPŞ û Pêşmergeyan ku di nava şer de cih girtibûn pîroz kir. Piştî vê pêvajoyê di meha cotmehê de bi armanca ku êdî YBŞ li herêmê rêkûpêkî û yekrêziya xwe çêbike bi pêşengiya fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan (Ednan Silêman) ku 24’ê çileya 2015’an de di êrîşeke DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de Meclîseke Leşkerî ya Şengalê hat avakirin. Di 5’ê hezîrana 2015’an de komeke jinên êdzidî bi civînekê Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ ava kirin.
Di 20’ê kanûna 2014’an di dorhêla duyemîn pêngava rizgarkirina gundewarên Şengalê de komalgehên weke Dihola, Sinûnê, Dugur, Xanesor bi pêngaveke berfireh hatin rizgarkirin. Pişt re di 20’ê sibata 2015’an de pêngava rizgarkirina gundewarên derdorê li herêmên Xanesor, Barê, Çiyayê Kolîk, hatin destpêkirin. Di vê pêngavê de gundên Serhedok, Faw Zeko, Hesawî hatin rizgarkirin.

Pirsgirêk li meclisê çareser dibin

Piştî YBŞ û YJŞ hat avakirin li Şengalê ewlehî û aramî pêş ket û Şengal jî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Hêzên parastinê di bin banê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de hatin komkirin. MXDŞ di çarçoveya xebatên civakî de navenda bajarê Şengalê jî tê de li her komalgeh û gundên wê meclis û komunên gel ava kir. Di van meclisan de civak bi rêkûpêkî li hev dicive û pirsgirêkên xwe guftugo dike û jê re li gorî derfetan li çareseriyê digere. Tevahiya saziyên Şengalê bi şêwaza hevserokatiyê xwe rêxistin kiriye û bi rêve dibe.