spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

27 sal in Îhsan Haran winda ye

Kesên bi çek û endamên JÎTEM’ê, di 25’ê kanûna 1994’an de li ber Duderî yê Sûrên Amedê welatî Îhsan Haran revandin û winda kirin. 27 sal in agahî ji Haran nayê girtin. Îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan der barê revandina Haran de agahiyên girîng dabûn. Lê tevî şahidan û îtîrafên Ayhan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê girtin.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 650’an de çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD’ê û Xizmên Windayan vê hefteyê aqûbeta Îhsan Haran pirsîn. Endamê MYK’ê yê ÎHD’ê Sedat Gorduk çîroka windakirina Haran vegot. Gorduk, anî ziman ku Haran, di sala 1994’an de gundê Huseynîkê yê navçeya Lîceya Amedê dima û wiha got: “Piştî eskeran gundê wan şewitand, Haran mala xwe bar kir û hat Amedê. Di heman salê de kesên bêtêl û çek di destê wan de Haran li semda Duderî ya Sûra Amedê ew bi maşînê revandin û winda kirin. Malbatê bi rêya ÎHD’ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Dozgeriya Amedê di 21’ê çileya 1998’an de bi hinceta delîl tune biryara girtina dosyayê û bêşopandinê da. DMME’ê di 6’ê cotmeha 2005’an de Tirkiye bi dayîna tazmînatê mahkum kir. Haran li gel îtîrafê  Abdulkadir Aygan jî hêj nehatiye dîtin û aqûbeta wî nayê zanîn.”