Tuesday, September 28, 2021

27 sal in li ber xwe didin

Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êrîş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bi cih bûn. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, penaber bi gelek êrîşan re jî rû bi rû man. Di van êrîşan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etrûş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man. Lê penaberên ku ji zilma Tirkiyeyê reviyan 27 sal in bê navber li ber xwe didin. Li gel hemû êrîşên dijwar têkoşîna xwe bi biryar didomînin.

Di salên dawiyê de, bi êrîşên DAIŞ’ê û balafirên şer re rû b rû man. 7 sal beriya niha, çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Hewlêrê û heta navçe û wargeha Mexmûrê hatibûn. Gerîlayên HPG/YJA-STAR, li gel hêzên parastina wargehê berxwedanek mezin nîşan dabûn û cara yekem çete têk biribûn. Lê Mexmura ku Mesûd Barzanî li wir spasiya gerîlayan kir, niha di bin dorpêça PDK’ê û êrîşên Tirkiyeyê de ye. Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara Çiyayê Qereçox ê di nava sînorên navçeya Mexmûrê ya girêdayî Parêzgeha Musilê de ye. 75 kîlometre nêzî Musilê, 60 kîlometre jî nêzî Hewlêrê ye. Li wargehê zêdeyî 12 hezar welatiyên kurd ên di sala 1994’an de ji ber zilma Tirkiyeyê neçar man ji bakurê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bibin, li gorî paradigmaya rêveberiya xweseriya demokratîk dijîn.

NY’ê ew bi fermî qebûl kir

Koçberên Bakûr di encama van rêwitiyên zor û zehmet de, di sala 1998’an de li quntara Çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê bi cih bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dûpişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, gelê koçber li vir jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, belediye, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin. Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.

DAIŞ’ê piştî Şengalê êrîşî Mexmûrê kir

Wargeha Mexmûrê qasî serpêhatiya xwe ya biêş, bi berxwedana xwe ya dijî çeteyên DAIŞ’ê jî ket rojeva Kurdistan û cîhanê. Dema çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de, li Iraq û Suriyeyê gelek dever dagir kirin û komkujî pêk dianîn, tu hêzekê xwe li ber wan negirt. Lewre her herêmek xistibûn hedefa xwe. Çeteyan di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û derdora wê kirin, komkujî pêk anîn. Li hemberî hovîtiya çeteyan cara yekem gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê berxwedan nîşan dan û çete rawestandin. Piştî Şengalê bere xwe dan Mexmur û Hewlêrê.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî Şengalê vê carê berê xwe dan Hewlêrê û heta navçeya Mexmûrê hatin. Li ser hatina çeteyan artêşa Iraqê û hêzên girêdayî PDK’ê herêm vala kirin û paşve kişiyan. Neteweyên Yekbûyî (NY) nunertiya xwe ya li wargehê girt û herêm terikand. Bi vî rengî wargeh careke din bi tenê hat hiştin. Di wê demê de metirsiyek mezin li ser Hewlêrê jî çêbibû û bi hezaran kes ji bajar koç kiribûn.

Li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan

Di wê demê de, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrîşek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê tebaxê de jî çeteyan êrîşî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrîşa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tev li vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû.

Barzanî çû Mexmûrê û bi fermandarê HPG’ê re hevdîtin kir

Piştî rizgarkirina wargehê û navçeya Mexmûrê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê yê wê demê Mesut Barzanî, çû serdana wargehê û bi fermandarên gerîlayên HPG’ê re hevdîtin kir. Barzanî spasiya gerîlayan kir û bal kişand ser pêwendiya di navbera gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan de. Wergeha penaberan û herêma derdora wê ji çeteyan hatibû rizgarkirin û gel vegeriya bû malên xwe, lê vê carê belayek din bi ser wan de hat. Tirkiyeya ku bûbû sedema koçberbûna 15 hezar mirovan. Welatiyên Mexmûrê ji ber êrîşên Tirkiyeyê li 7 wargehan bi cih bûn. Penaberên Mexmûrê careke din bi êrîşên Tirkiyeyê re rû bi rû man. Herî dawî di 3’ê îlonê de balafirek bêmirov a tirk navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bombebaran kir. Di encama vê êrişê de dayîkek û zarokek 4 salî bi sivikî birîndar bûn.

Di 6’ê Kanûna 2017’an de balafirên şer ên artêşa tirk Mexmûr bombebaran kir. Di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar hatin kuştin.

Di 17’ê Tîrmeha 2018’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan. Rojek piştî bûyerê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

Di 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer ên tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî hatin kuştin.

PDK’ê piştî çalakiya Hoqabazê Mexmûr dorpêç kir

Li aliyê din rêveberiya PDK’ê jî, di 17’ê tîrmehê de ambargo danî ser warehgê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber ambargo û girtina rê ku hîn jî didome, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nikarin biçin Hewlêrê, lewma 8 dayikan zarokên xwe winda kirin. 2 hezar kes bêkar mane û gelek pirsgirêkên tenduristî û aborî derketine. Di nava kampê de hezar û 200 kes nexweşiyên demdirêj bi wan re heye. 2 hezar û 500 karker jî bêkar man.

Di vê pêvajoyê de:

31’ê Tebaxa 2019’an: Rêxistina Çand û Hunera Başûr ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar kir û ragihand ku ev ambargo beşek ji dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê ye.

16’ê Îlona 2019’an: Parlementera Nifşê Nû û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê Yusra Receb dorpêça li ser wargehapenaberan a Mexmûrê xist rojeva parlemena Iraqê û daxwaz kir ku ev mijar were lêkolînkirin.

15’ê Sibata 2020’î: Partî û saziyên Kurdistanê, li dijî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê nameyek ji hikumeta başûrê Kurdistanê re nivîsîn. Di nameyê de bang li rêveberiya başûrê Kurdistanê hat kirin daku di demek zû de ambargoyê rakin, ji ber ku rewşa 12 hezar kurdistaniyan ne baş e.

19’ê Sibata 2020’î: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi nameyekê bang li serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin da ku ambargoya li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê rake. Hevserokan diyar kirin ku bi derketine vîrûsa Koronayê re metirsiyek mezin li ser xelkê Mexmûrê çêbûye, ji bo vê bang li Barzanî kirin da ku mafê jiyanî yê penaberên Mexmûrê were mîsogerkirin.

15’ê Nîsana 2020’î: Balefira bêpîlot a tirk bombe li şêniyên wargehê barandin û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

10’ê Gulana 2020’î: Bi banga Platforma Seebrucke Stûttgartê ji bo şermezarkirina ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê û rewşa kampên penaberan ên li Almanyayê, li bajarê Stûttgartê çalakiyek hat lidarxistin.Endamên komên Solîd, Dîe Lînke, Antî-Faşîst tevlî çalakiyê bûn. Hunermend Peter Grohmann û nunerê Seebrucke jî li qada çalakiyê amade bûn. Di çalakiyê de dowîz û pankartên bi nivîsa ‘Piştgiriya bi mirovên ji şer reviyane’, ‘Destûrê nede talankirina xwezayê’ hatin hildan.

15’ê Hezîrana 2020’an: Balefirên artêşa tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçoxê bi dijwarî bombebaran kir.

5’ê Hezîrana 2021’an:  Balefira keşfê ya bi çek a dewleta tirk wargehê bombebaran kir. Cihê ku êriş lê pêkhatî ber derê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîva wargehê  û derdora parqê dibistanên wargehê hene.

Siyasetmedarê kurd Pêncewînî nameyek ji Barzanî re şand

19’ê Tebaxa 2020’î: Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî li ser ambargoya Mexmûrê nameyek vekirî pêşkêşî Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî kir. Pêncewînî daxwaz dike ku demildest dawî li dorpêç û ambargoya li ser Penaberên Mexmûrê bînin.

Nameya Pêncewînî wiha ye: “Birêz Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanî, Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî rewş, ambargo û dorpêça li ser Kampa Mexmûrê me pêşwazî li şandeyeke Kampa Mexmûrê kir ku zêdetirî 11 meh in di bin dorpêç û ambargoyê de ye. Ji bo wê li ser navê mirovatiyê daxwaz ji we dikim ku dawî li ambargoyê bînin. Rê bidin ku nexweş li Hewlêrê bên dermankirin. Rê bidin ku karkerên penaber ji bo debara xwe bikin biçin Hewlêrê kar bikin. Li bendên kontrolê rê li jinan negirin ku zarokên wan bijîn. Birêzan ev bûn ku nehiştin DAIŞ bigihêje bajarê Hewlêrê.”

22’yê Tebaxa 2020’î: Şandeya Diplomasiya Meclisa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî û rêxistinan de, li Silêmaniyê serdana Polîtbûroya YNK’ê kir. Şande ji aliyê Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Sedî Pîre ve hat pêşwazîkirin.

17’ê Tîrmeha 2021’ê: Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina 2’emîn salvegera rêgirî û dorpêça li ser wargehê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên ‘Kesek nikare roja me tarî bike, Bijî Serok Apo, Bimre Îxanet’ qêriyan. Di meşê de al û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Tekoşîna Me Ya Hevbeş, Wê Îxanetkaran Têk Bibe, Kurdistan Ne Mala Barzan e, Warê Hemû Kurdan e’ berz kirin. Gel heta ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan, li vir daxuyanî dan.