24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

27 sal in Salîh Çalik û Sînan Fîdan li ku ne?

Her hefte roja şemiyê rêveberên ÎHD’yê  û Xizmên Windayan aqûbeta windayan dipirsin. Dixwazin winda bên ditin û kujer bêne daristandin. ÎHD’yê û Xizmên windayan di hefteya 654’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” dewam kirin. Şaxa ÎHD’yê ya Amedê û Xizmên Windayan vê hefteyê jî aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê hezîrana 1994’an de li gundê Şeqlatê yê navçeya Karazê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan çîroka Çalik û Fîdan vegot. Erdogan anî ziman ku piştî leşkeran gundê Şeqlat ê Karaza Amedê şewitand, Çalik koçî navenda Amedê kir û wiha got: “Salîh Çalik karker bû. Li gund dixebitî. Leşkeran di 6’ê hezîranê de bi ser gund de girt. Li ser gund gule barandin û 2 gundî kuştin. Salîh Çalik ji lingê xwe birîndar bû. Çalik bi birîndarî çû mala Suleyman Mûntaş. Leşkeran li vir bi ser malê de girt û xwediyê malê Suleyman Mûntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan binçav kirin. Mûntaş piştî 25 rojan serbest berdan. Lê Çalik û Fîdan di bin çavan de winda kirin. Malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu agahî ji wan nayê girtin:”