spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duyemîn tevgera Enfalê: Sirgûn û valakirina Başûr

Ev çend hefteye koçberên ji Başûr ên di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de di rojeva kurdan û cîhanê de ye. Rewş bi yek gotinê merhaleyek din a trajedî (komkujî) ya gelê kurd a bi sedan salan e. Çend pirsên girîng ên em balê bikişînin ser û hemû gelê kurd bibîne hene. Lê divê tu kurd tenê bi dîtina van rastiyan nemînin. Di heman demê de divê demildest bertek nîşanî wê bidin. Nexwe wekî me di sernavê de jî anî ziman, pêvajoyek qasî pêvajoya Enfalê heta zêdetir bi talûke ye.

Pirsa yekemîn, kurd ji kûderê tên (koçber) sirgûnkirin?

Ji parçeyê Rojhilat ê di bin dagirkeriya Îranê de koç nakin. Her çiqas gelek kurdên ji vî parçeyê welat ji ber nasnameya xwe ya siyasî neçarî koçberiyê bibin jî, koçberiyek wisa girseyî tune ye. Ruxmî zordariya dagirkeran jî li ser warê xwe ye.

Ji Rojavayê welat jî koçber nabin. Her çiqas ev deh sal in di nav şer de ye, Rusya, Suriye, Îran, Tirkiye, KDP amborgo danîbin ser jî koçberiyek girseyî ji vî perçeyê welat çênabe. Ligel rastiya şer û êrîşên rojane jî gelê kurd liberxwe dide.

Ji Bakur koçberiyek girseyî tune ye. Ligel ku dagirkeriya tirk ev 6 sal in bi hemû hêza xwe êrîş dike jî gelê kurd koç nake. Ji bilî hind rewşên awarte û cezayên siyasî gelê kurd israr e ku li ser axa xwe û li welatê xwe bimîne.

Cihê bi girseyî jê koç tê kirin, xwedêgiravê axa welat a azad e. Ji hêla kurdan ve tê rêvebirin. Ev 30 sal in zordarî û nîrê desthilatdar û dagirkeran ji ser hatiye birîn. Lê parçeyê herî zêde kurd ji koçber dibin e. Ev tiştek normal nîne. Divê her kurdek pirsa, “Çima gel ji Başûr koç dike?” ji xwe bike.

Ev tiştek nû jî nîne. Bi salane ciwanên me yên başûrî qafle qafle hewil didin birevin Ewropayê. Ev çend salên dawiyê ye jî malbat bi pîr, kal û zarok re komî xwe diavêjin peravên deryaya Egeyê û sînorên Ewropayê.

Pirsa duyemîn, kurd koç dikin an tên sirgûnkirin?

Dibe ev pirs ji gelek kesan re balkêş û bêwate bên lê ne wisa ye. Bersiva pirsa, “Çima kurd ji parçeyên di bin nîrê dagirkeran de bi girseyî koç nakin lê ji Başûr koç dikin?” di vir de ye. Ev ne tenê şîroveyek jî. Daneyên pir şênber û ber bi çav hene. Ji bo vê em dikarin pir bi zelalî bêjin ku kurdên Başûr koçber nabin, neçarî sirgûnê tên kirin.

Pirsa sêyemîn, kî kurdên Başûr neçarî sirgûnê dike û têkiliya wê bi tevgera Enfalê re çiye?

Wekî tê zanîn pêvajoya Enfalê bi armanca valakirina Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin. Armanc ew bû ku bi çekên kîmyewî kurdan qirbikin û yên mayîn jî bi zorê ji axa wan derxin. Tevgerek bi komkujiyê valakirina Başûr bû.

Armanca pêvajoya niha jî valakirina Başûr e. Dixwazin gelê Başûr bi ser av û hej bixin, ji axa wan veqetînin. Li cîhanê belav bikin û demografiya Kurdistanê biguherînin. Kiryarê tevgera yekemîn rejîma Baasê bû û yê niha jî dewleta tirk e. Ev tevger operasyon ji hêla dewleta tirk ve tê organîzekirin û meşandin. Ev bi belgeyan hatiye piştrastkirin. Tirkiye bi riya Riyên Hewayî yên Tirk (THY) bi mehane kurdên Başûr qafle qafle dibe Belarûsê.

Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen bi awayek sergirtî ev rastî anî ziman û bi aşkera Tirkiye hişyar kir. Parlementerê Ewropî jî balkişandin ser vê rastiyê.

https://tr.euronews.com/2021/11/09/turkiye-polonya-belarus-s-n-r-ndaki-multeci-krizinin-icine-cekiliyor-ab-ek-yapt-r-mlara-gi

Ewropa vala vala vê daxuyaniyê nade. Ev encamên daneyên rêxistina îstîxbaratê ya YE’yê ne.

Niha gelek koçberên Efgan, Ereb û yên ji welatên Efrîqa li Tirkiyeyê hene. Ku Tirkiyeyê bixwesta bi vê yekê YE’yê tehdît bike dikarî bi wan bike. Lê armanc ne ev e. Ji bo wê kurdan naîne Tirkiyeyê. Dîrek derbasî Belarûsê dike ku cardin şansê wan ê vegera Başûr û Kurdistanê nemîne.

Bi vê boneyê ev operasyonek taybet a dewleta tirk e. Armanca wê û ya Tevgera Enfalê heman e. Armanc valakirina Başûr e. Ev çar sale dewleta tirk bingeha vê yekê amade dike. Bombebarankirina gund, navçe, mal, bax û baxçeyên gelê me yê Başûr bi vê armancê ye.

Pirsa çaremîn, dewleta tirk vî karî çawa dike?

Wekî hincet jî hebûna PKK’ê nîşan dide. Hinek kurdên hevkar ji ber ku berjewendiyên malbatî û eşîrî difikirin piştgiriyê didin vê hincetê û hinek jî ji safîtiya xwe ji vê propgandaya dewleta tirk bawer dikin. Lê ji bo dewleta tirk kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat tune ye. Li kuderê kurd hebin dixwaze tune bike.

Li aliyekê navçe, gund û wargehên kurdan bi balefiran bombebaran dikin û li aliyê din jî bi destê MÎT’ê û şebekeyên hevkar ên ava kirîne, kurdan arasteyê koçberiyê dikin. Bi vî awayî plana sirgûnkirin û valakirina Başûr dimeşînin.

Şebekeyên girêdayî MÎT’a tirk li hemû Başûr belav bûne. Komên hevkar ên girêdayî xwe çê kirine. Ev komên hevkar propagandayê dikin û gel teşwîqî çûyîna Ewropayê dikin. Soza ku dê bi hêsanî derbasî Ewropayê bibin, didin. Çend qurişên di destê wan de jî digirin û bi awayek transît derbasî Sirbîstan û Polonyayê dikin.

Navenda xebatan van koman baregehên MÎT’a Tirk û baregehên leşkerî yên dewleta tirk in. Bi taybetî li Zaxo, Duhok û Ranyayê van xebatan bi rihetî dimeşînin. Bêyî rastî astengiyekê bên qefle bi qefle malbat tên Tirkiyeyê û ji wir jî bi seferên taybet ên THY’ê derbasî welatên Balkanan ên ne endamên YE’yê ne dikin.

Her wiha hedefek din a esasî jî Mexmûr e. Dewleta tirk ji bo vê jî xebatek taybet dimeşîne. Bi şebekeyên hevkar e heman soz û vaadan didin kesan û dixwazin wan sirgûn bikin. Ji bo zorê bidin gel jî bi êrîşên hewayî dixwazin gel biçewisînin.

Pirsa pêncemî, dewleta tirk çawa dikare wiha bi rihetî tevbigere?

Pirsa herî sereke û esasî jî ev e. Tu dewlet an jî hêz destûr nadin ku bi hêsanî dewlet an jî hêzeke din mûdahaleyî ax û serweriya wê ya siyasî, îdarî bike. Lê mixabin li Başûr rewş cuda ye. Hêza ku divê van pêkanînin dewleta tirk asteng bike, ketiye bin kontrola dewleta tirk.

Di kurdî ya wekî, “Dema diz û xanxwê bûn yek ga di kulekê re didizin” heye. Meseleya valakirina Başûr jî ev e. Tu metirsî û fikarek KDP ya neteweyî tune ye. Qapasîteya xwendina polîtîkayê yan qet nîne û an jî ev demek dirêj e winda kiriye. Temamî ketiye bin bandor û kontrola dewleta tirk.

Piştî pêvajoya Referandûma Serxwebûnê ev bi temamî pêk hat. Ji ber kêmfamiya xwe nîviya axa Başûr ku Kerkûk jî di nav de di şevekê de teslîm kirin. Ev jî operasyonek Tirkiye û Îranê bû. Lê tu ders ji vê negirt. Ji xwe bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta tirk hebûn. Piştî vê destûr da ku dehan baregeh li Başûr bê çêkirin.

Li hemû bajar, navçe û bajarokên Başûr baregehên MÎT’ê hatin ava kirin. Di asta herî jor de hemû deriyên Başûr ji MÎT’ê û leşkerên tirk re hate vekirin. Niha KDP ji ber du sedeman nikare xwe bizêve.

Yek, êdî kontrol ketiye destê dewleta tirk. Hêza leşkerî û îstîxbarî ya dewleta tirk ji a Pêşmerge zêdetir bûye. MÎT û leşkerê tirk organîzetir e. Gelek kêmû kurtiyên Malbata Barzanî û rêveberên KDP’ê dizanin. Ji bo wê çi dixwazin KDP wisa tevdigere. Başûr di aliyê çandî, aborî, îstîxbarî û leşkerî de bûye mêtingeha tirk.

Dudu, KDP hêzek nikare ji hişmendiya malbatî û eşîrî derbas bibe. Feraseta wê ya neteweyî an tune an jî gelek zeîf e. Hêzek îdeolojîk nîne û nikare siyasetê bixwîne û îcra bike. Rê û rêbazên rêxistinkirin, organîzekirin û rivebirina civakê nizane. Nikare xwe bi afirîne û ji ber vê yekê jî bi tirs û xof e. Hemû hêzên kurd ji xwe re wekî dijmin dibîne.

Têkiliya KDP’ê bi gel re tevahî qut bûye. Heta qirika xwe ketiye nav gendêlî, dizî, rişwet û bêrêtiyê. Qasî ji gel û berjewendiyên neteweyî dûr dikeve ew qas serî li rê û rêbazên zordariyê dide. Li aliyekê Pêşmerge, asayî û darazê wekî çekekê li hemberî gel bikar tîne û li aliyê din dewleta tirk wekî nîvekar dibîne û xwe bi wê ve girêdide.

Bûtçe û dahatûya axa Kurdistanê teva li ser malbat, entam û hevkarên xwe belav dike. Gel hindî diçe ji hilberînê qut dibe û xizan dibe. Dema mafek dixwaze jî rastî êrîşên çekdarên KDP’ê tên, tên binçavkirin û diavêjin zindanan. Tehamûla wan ji gelê Başûr re nema ye.

Gel jî hemû hêviya xwe ji rêveberiya Başûr biriye. Hilbijartinên 10’ê cotmehê ev rastî gelek zelal raxest ber çavan. Partiyên Başûr teva ji sedî heta sedî 90 deng winda kirin. Dengê KDP’ê ji hilbijartina din heta niha ji 800 hezarî daketin bin nêzîk 350 hezarî. Ji sedî 70 gel neçû ser sandoqan û rêveberiya Başûr protesto kir.

Sedema koçberkirin an jî bi gotinek din a rast sirgûnkirina gelê Başûr ji ber vê ye. Li aliyekî KDP zordariyê ligel dike, xizan dihêle û hêviya gel dikuje, li aliyê din bi hevkariya wê dewleta tirk bombebaran dike û bi destê îstîxbarat û şebekeyên girêdayî xwe gel neçarî sirgûnê dike.

Dewleta tirk bi sirgûnkirinê demografyaya Başûr û di heman wateyê de Kurdistanê diguhere, KDP jî bi vî awayî ji mûhalîfên xwe xilas dibe. Li daxuyaniyê gelê li ser sînorê Belarûs-Polonyayê binêrin, teva diyar dikin ku ji ber zilma KDP’ê reviyan e. Di encamê de jî gelê kurd û Kurdistan winda dike.

Pirsa şeşemîn, divê helwesta koçberan û gelê kurd çi be?

Divê em di serî de bêjin. Çil dagirker û çi reveberiyên kurdan çiqas zilm û zordariyê bikin bila bikin, divê gelê kurd axa xwe neterikîne. Mayîna li ser axa pîroza a Kurdistanê tekane riya azadî û rizgariyê ye. Koçberbûyîn nedestpêka jiyanek nû, destpêka pêvajoya tunebûna çandî, neteweyî û civakî ye.

Pêwist e hemû kurd, ji bilî kesên ji hêla dagirker û hevkaran ve cezayê zindanê li wan hatiye birîn, welatiyên ji Kurdistanê koç dikin, rexne bikin. Tu aliyek vê yê parastin tune ye. Suwarê xelkê her peya ye. Welatê xelkê jî nabe malê me. Divê em hewil bidin welatê xwe rizgar û jiyana xwe xweş bikin. Nexwe ev trajediya me tu carî naqede.

Her wiha divê her kurdek li hemberî van planên dagirkeran hişyar û baldar be. Xwedî helwest be û li hemberî vê yekê têbikoşe. Destpêka vê yekê jî ew e ku di serî de dagirkeriya tirk li dijî dagirkeriyê derkeve. Her wiha divê wekî îbadetê hevkariya KDP û hemû hevkariyên bi dagirkeran re jî bê şermezar kirin û li hemberî vê yekê têkoşîn bê meşandin.

Ku civakek bixwaze, ne destûr dide ku dagirker li ser wê lîstikan bilîzin, ne jî destûr dide malbat û eşîrek bûyî hevkarê dagirkeran zilm û zorê li wan bike. Bi vê boneyê îro roja helwest girtin û têkoşîna li hemberî dagirkeriya tirk û hevkariya KDP’ê ye. Di heman demê de roja rexnekirina hemû kurdên ji Kurdistanê koç dikine jî.

Ev vê helwestê û vê têkoşînê nedin, zarokên me dê di deryaya Egeyê de bi avê, li ser sînorê Belarûsê bi sermayê bikevin axê.