19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

28 roj in endamên PYD’ê winda ne

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê hatibûn binçavkirin.

Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên xwe û sedema revandina wan diyar nekiriye. Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn de ji bo binçavkirina nûneran daxuyaniyek da û ev tişt hatibû gotin: “Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokator ên ku dewleta tirk ên derxstina şerê navxweyî.” Her wiha daîreyê banga aşkerakirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.