spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakî mezin dibin

Çalakiyên Nobeda Edaletê ya ku malbatan ji bo girtiyên nexweş bêne berdan, kujer bên darizandin û cenazeyên zarokên xwe bigirin dane destpêkirin, li Riha, Amed, Wan û Sêmalka berdewam dike.

Riha

Emîne Şenyaşar ku 14’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir. Çalakiya ku 9’ê adarê dest pê kir, kete roja 287’an. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çalakiyê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî hate ber Edliyeya Rihayê. Ferît Şenyaşar di 7’ê kanûna 2021’ê de ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) re nameyek şand û xwest ku ji ber sermayê karibin kon vedin. Şenyaşar bal kişand ser konê li ber avahiya HDP’ê ya Amedê bi piştgiriya dewletê hatiye vedan û xwestibû ku heman mafê ‘welatîbûna wekhev’ ji wan re jî bê dayin. Lê belê ev daxwaz ji aliyê walîtiyê ve hate redkirin.

Amed

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 35’emîn de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çêrmûkê û Endamên Meclisa Şaredariya Çêrmûkê ku qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, serdana Nobeda Edaletê kirin û piştavaniya xwe ya ji bo xizmên girtiyan anîn ziman.

Hevserokê HDP’a Çermûkê Berat Can Garîbe Gezer hemû kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Can, diyar kir ku di ferqa pergala tecrîdê ne û wiha got: “Weke em jî daxwaz dikin ku tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê em li cem we ne. Ji bo piştgiriya Nobeta Edaletê em xebatan dikin.”

Xizma girtî Fevziye Kolakan jî wiha got: “Em dixwazin ku zarokên me û extiyarên me bên berdan.”

Ji malbata girtiyan Încî Guler jî da zanîn ku di nav mehekê de 5 jê nexweş bi giştî 7 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ji ber ku girtî girtiyên siyasî ne nêzikbûna rêveberiya girtîgehê ya li hemberî wan cuda dibe. Qanûna efûyê derxistin lê bi hezaran tecawizkar, çete û kujeran berdan. Girtiyên siyasî û kurd, rexmî ku nexweş bûn jî bernedan. Ji bo ku ji girtîgehan cenaze dernekevin me jî dest bi nobetê kir. Em di roja 35’an de ne.”

Wan

Malbatên girtiyên nexweş li Wanê jî di roja 11’emîn de çalakiya Nobeda Edaletê berdewam kirin. Xwendekar û endamên Komeleya Çand, Huner û Antropolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (BASK-DER) serdana malbatan kir. Li ser navê xwendekaran Orhan Ozkan, bal kişand ser tundiya li ser girtîgehan û xwest girtiyên nexweş bên berdan.

Sêmalka

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên HPG’iyên di kemîna hêzên PDK’ê, de jiyana xwe ji dest dan, li deriyê sînor ê Sêmalkayê di roja xwe ya 77’an de dewam kir. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê îro serdana konê nobedê kir û piştgirî da malbatan. Di konê çalakiyê de birayê Serdem Cûdî (Yûsûf Îbrahîm) Newaz Îbrahîm axivî û wiha got: “Em şehîdên xwe dixwazin. Heke em cenazeyên xwe wernegirin, dê kula şehîdên me heta hetayê di dilê me de bimîne. “

Piştî axaftinê çalakgeran dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin û nobet dewir girtin.